Darîn Silê/Qamişlo
Hevseroka Şaredariya Gel ya bajarê Qamişlo Cîhan Yûsiv got, emê 1`ê Nîsanê dest bi projeyên xwe yên sala 2022`yan bikin, herwiha emê projeyên sala çûyî yên neqediyayîn jî biqedînin.
Ji bo xizmeta gel, di destpêka şoreşa Rojava de, li Qamişlo şaredarî hat avakirin. Tevî êrîşên dewleta Tirkan û dagîrkeriya li herêmê, ji destpêkê heta roja îro şaredarî bênavber û bi rêxistinî xebata xwe didomîne.
Şaredariya Gel ya bajarê Qamişlo li gorî imkan û pisporiya ku xwe projeyan amade dike. Herwiha hewl dide xizmetgûzariyê li nava bajar û taxên girêdayî wê de pêş bixe û xebata xwe berfirehtir bike, da xizmetgûzarî ji ya salên berê baştir bibe.
Têkîldarî mijarê Cîhan Yûsiv da zanîn ku sala borî gelek proje pêk anîne û axaftina xwe wiha domand: “Sala borî me li ser gelek projeyan kar kir. Hin ji wan qediyan lê hin neqediyane. Emê îsal wan jî biqedînin. Projeyên me li ser kar kirî, weke projeya serf Sihî, sererastkirina kolanên nava bajêr, qîrkirina riyên sereke û sebixkirina munesîfata, peqijî û projeya çadiniya daran.”
Li ser kar û xebata şaredariyê û planên ji bo sala nû, Cîhan ev agahî dan: “Ji bo pêkanîna proje û planên sala 2022`yan yên hatîn amadekirin, şaredariya me bi alîkariya licneya şaredariya kantonê, wê heyva Nîsanê dest bi kar bike. Ji ber derengmayîna mîzana şaredariyê kar û xebata me jî dereng ket. Ji bo wê emê di demeke nêz de dest bi projeyan bikin. Da ku em di dawiya salê de tevayiya kar û xebata xwe temam bikin.”
`Emê giringiyê bidin sererastkirina riyên sereke`
Cîhan teqez kir ku wê îsal giringiyê bidin projeya ziftê û wiha pê da çû: “Ji ber ku gelek riyên bajar yên sereke pir xirab in, emê hewl bidin ku îsal wan pirsgirêkan bi temamî çareser bikin. Çimkî çûnhatina nava bajar jî zêde ye. Herwiha emê îsal ji bo projeya baqijî, avakirina çarxerêyên nû û ronîkirina kolanên nava bajêr jî bixebitin”
Cîhan got, gelek avayiyên nû li nava bajêr hatine çêkirin û ji herêmên cuda gelek kes koçberî nava bajêr bûne. Ev jî tê wateya pirbûna mirovan. Her çiqas me kar kiribe û proje pêk anîbin jî, lê ji bo xizmeta gel kêm e. Çimkî jimara gelê bajêr zêde ye û gelek karên cuda ji me tên xwestin.
Tevî êrişên ser herêmê karê şaredariyê berdewam e
Cîhan Yûsiv bal kişand ser bandora êrişên ser herêmê û got, çawa ku tê zanîn êrîşên dewleta Tirkan û dagîrkeriya li herêmê, heta niha jî dewam dikin. Ji ber wê me gelek astengî didîtin û hin projeyên me nîvco man. Digel wan astengî û zehmetiyan jî karê me nehat rawestandin.
`Divê gel alîkar be`
Hevseroka Şaredariya Gel ya bajarê Qamişlo Cîhan Yûsiv di dawiyê de bang li gel kir ku bi wan re bibin alîkar û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tişta ku bandorê li kar û xebata me dike desteknedana gel e. Gelek caran gel bi me re ne alêkar e. Kar û xebata me tev ji bo gel e. Ji bo wê jî dema em darekê diçînin yan xebatekê dikin divê gel piştgiriya vê xebatê bike. Bi taybetî di milê paqijiyê de, divê her kes baldar be, da em bi hev re bajarekî paqij ava bikin.”