Barana vê dawiyê bariyayî hêvî da cotkaran. Pisporekî çandiniyê da zanîn ku rêjeya baranê negihîşt asta tê xwestin, lê mewsim di rewşeke baş de ye.
Piştî demeke dirêj ji qutbûnê û kêmbûna barana payîzî, ji çarşema borî ve li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê baran dibare.
Tê zanîn ku par ji ber hişkesaliyê, çandiniyê bejî telef bû û cotkar û xwendiyên sewalan ziyanên mezin dîtin.
Pisporê çandiniyê Serbaz Hawil diyar ku mewsimê çandiniyê heta niha di rewşeke baş de ye, ji ber ku rêjeya barana rojên dawî hêvî da cotkaran.
Li gorî pisporên çandiniyê, rêjeya barîna baranê ya pêwîst û guncaw ji bo mewsimekî çandinî ya serkeftî li herêmê 440 mm e. Lê heta niha 160 mm bariyaye.
Serbaz Hawil destnîşan kir ku rêjeya heyî baş e û wiha domand: “Ev rêje guncaw e ku mewsimekî baş derkeve. Ya ku dihêle mewsim serkeftî encam bide baran û berfa ku di navîna kanûna borî de bariye di demeke guncaw de bû bi taybet ji bo genim û hişt ku nexweşiyên çandiniyê tune bibin.”
Hawil da zanîn ku barana mehên Sibat û Adar ji bo genim û ceh gelekî baş bû.
Di dawiyê de Serbaz Hawil bang li cotkaran kir ku dermanên mêşûmûran bireşînin û gihayên bi ziyan rakin. Her wiha got, pêwîstî bi çavdêrîkirina deverên çandiniyê heye ku kêzik û kurmên ku zirarê didin çandiniyê werin parastin.
ANHA