Piştî kar û xebata 3 mehan, Şaredariya Gel ya Şedadê ya kantona Hesekê sererastkirina baxçeyê giştî bi dawî kir.
FacebookTwitterWhatsAppTelegram
Bi armanca geşkirina navçeyê, Şaredariya Gel a Şedadê li taxa başûr baxçeyê giştî bi rûbera 5 doniman sererast kir û li baxçe bîrek kola.
Endamê rêveber ê Beşa Jîngehê ya şaredariyê Ehmed Siûd diyar kir ku kar û xebata sererastkirina baxçeyê giştî 3 mehan dewam kir û îro baxçe hate vekirin.
Ehmed Siûd anî ziman ku sererastkirin bi hevkariya Rêxistina Rizgarkirina Zarokên Cîhanê hate kirin û li Şedadê ev baxçeyê yekemîn e.
Siûd destnîşan kir ku zêdetirî 250 dar li baxçe hatine çandin, kursî û stûnên ronîkirinê jî lê danîne. Ehmed Siûd bang li gelê navçeyê kir ku parastina avahiyên giştî bikin.
Şaredariyê xebatkarên bi roj bixebitin û nobedarek ji bo ku bi şev nobetê lê bigire, diyar kirin.
ANHA