Meclisa kantona Girê Spî ji ber ziwabûna li herêmê, piştgiriyê dide qada çandiniyê. Rêveberiya Çandiniyê sedemên paşketina alîkariyê anî ziman.
Rêveberiya Çandiniyê ya Girê Spî bi koordîneya Şirketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ji bo ku mewsima çandiniyê ya zivistanê yên genim û ceh bi ser bikeve, di warê sotemenî û semadê de piştgiriyê dide cotkaran.
Li navçeya Girê Spî û gundewarê navçeya Eyn Îsa çandinî bi ava baranê ve girêdayî ye. Di salên dawî de hejmareke zêde ya cotkaran bîrên artezan kolandine. Sedema vê yekê kêmbûna baranê di salên borî de. Her wiha beşek ji cotkarên nêzî çemê Belîx bi rêya jenartoran zeviyan av didin.
Ji destpêka mewsima zivistanê ve, Gerînendeya Çandiniyê, sotemenî li hemû cotkarên ku xwediyê ruxseta çandiniyê wergirtine, belav kir. Ev yek piştî lêkolînkirina zeviyên wan ên çandiniyê û jenartorên avdanê, çi ji bîr dibe çi jî li ser çemê Celab (Belîx) be pêk hat. Heta niha 5 milyon û 600 hezar lître mazot li cotkaran hatiye belavkirin û belavkirin berdewam e.
Gerînendeya Çandiniyê ya navçeya Girê Spî di belavkirina mazotê li cotkaran de xwe dispêre sîstemeke taybet ku li ser 4 beşan tê belavkirin. Du beş hatin belavkirin û dê beşa sêyemîn jî were belavkirin.
Têkildarî semadê jî tenê carekê bi qasî hezar 200 ton hatiye belavkirin û belavkirin rawestiya ye.
Der barê pêwîstiya cotkaran bi semadê û sedema rawestandina belavkirina wê de, hevserokê Gerînendeya Çandiniyê ya navçeya Girê Spî Ebdullah El-Xelîl diyar kir ku pêwîstiya wan semadê li gorî beşa yekemîn bi qasî 1200 ton e û sedema derengxistina belavkirina beşa duyemîn ji ber dorpêçkirina herêmê ye.
Ehmed El-Hemûd yek ji cotkarên navçeya Eyn Îsa ji gundê El-Xeswan got sotemenî li wan hate belavkirin û ew miqdara ku wergirtine ji bo wan bes e.
El-Hemûd li ser derengmayîna belavkirina sotemeniyê gilî kir û got: “Ji bo avdana zeviyên çandiniyê demên wê yên taybet hene û nabe were derengxistin, ger em neçar bimînin em ê sotemeniyê ji bazara reş bikirin.”
Li ser sedema derengxistina belavkirina sotemeniyê, hevserokê Gerînendeya Çandiniyê Ebdullah El-Xelîl got: “Eewşa leşkerî ya kantona Girê Spî û navçeya Eyn Îsa gihandina destekê ji bo hin gundewarên kantonê asteng dike, ji ber ku piraniya gundan nêzî eniyên şer in ku êrişên dewleta Tirk li ser wan berdewam in, ev jî xebata belavkirin sotemeniyê asteng dike.
Rûbera zeviyên çandiniyê li kantona Girê Spî yên ku ji aliyê gerînendeyê ve hatin ruxsetkirin, 26 hezar hektar e, jê 13 hezar hektar bi genim û 13 hezar hektar jî bi ceh hatiye çandin. Her wiha rûbera giştî ya zeviyên çandiniyê 29 hezar hektar e bi qasî 3 hezar hektar zeviyên bi ruxset zêdetir e û hejmara zeviyê çandiniyê yên bi ruxset hezar û 316 ruxset e.
ANHA