Friday, June 13, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Ocalan di tecrîdê de jî bihêz e’

16/03/2022
in Uncategorized
A A
‘Ocalan di tecrîdê de jî bihêz e’
Share on FacebookShare on Twitter

Şaredarê Filattierayê yê berê, Paolo Zammori got, ‘Hêza Ocalan ew e ku fikra Konfederalîzma Demokratîk bi hûrgilî terîf kir û pêk anî. Tevî ku di hepsê de bû xebatên nû kirin, kitêbên nû nivîsandin. Min jî ev fikir li cem xwe hem yekser bi çûna Kurdistanê û hem jî bi xwendina weşanên elaqedar kokdar kirin’  

Şaredariya Filattiera ya Îtalî “welatîbûna rûmetê” dabû Rêber Abdullah Ocalan. Şaredarê Filattierayê yê berê, Paolo Zammori yê 78 salî, li dijî tecrîdkirina Ocalan bi awayekî çalak têdikoşe.

Zammori pirsgirêka Kurd bi Dino Frisullo nas kiriye, ji wî re jî dibêje, “birayê min Dino”.  Sala 1997´an wan bi hev re komeleya Kurdistan Azad damezrandibû.

Gava ku şaredariya Filattierayê welatîbûna rûmetê 23´yê Nîsana 1999´an da Ocalan, Paolo Zammori şaredar bû. Zammori qederê 25 salan şaredarî kir (1975-99). Wî bi rojnamevan û dostê Kurdan Dino Frisullo ji bo Kurdistanê kar kir. Zammori gava ku Ocalan ji ber komployê çû Îtalyayê, çû bû serdana Ocalan. Ew gelek caran bi heyetan çû Kurdistanê jî û sala 1997´an di Trêna Aştiyê ya Mûsa Anter de jî cih girt. Di navbera 1998 û 2018´an de dewleta Tirk ew du caran ew dersînor kir. Ew di nava “Partiya Komunîst a Avabûna ji nû ve” de cihê xwe digire û ev 30 sal in bi awayekî çalak li cem miletê Kurd têdikoşe.

Zammori bi rêya rojnamevanê Îtalî Dino Frisullo yanî “birayê xwe” dostên xwe sala 1990´î nas kirine. Ji ber koçberiya Kurdan ya di salên 1990’î de ji bo agahiyan wergirin, gelek caran diçin Romayê, da ku ji Kurdên li wir û buroya Agahdariyê, agahiyan wergirin. Her diçe elaqeya wî, li dijî neheqiyên li Kurdan dibin; ji bo Kurdan, Rêber Ocalan û Kurdistanê zêde dibe. Ew dibêje, “Îro jî li navenda jiyana min û çalakiyên min ên siyasî, ev yek heye.”

Biryardariya wî tesîrê dike 

Zammori dibêje, hem hêza fikra Ocalan û hem jî rêbazên parvekirina van fikran tesîrê li min dike û wiha didomîne: “Di bin şertên dijwar ên tecrîdê yên 23’ê salan de biryardariya nîşan dide gelekî tesîrê dike. Tevî ku di hepsê de bû xebatên nû kirin, kitêbên nû nivîsandin. Timî bû xwedî helwêsteke mînak. Kir ku tiştên ew hildiberîne, miletê wî û mirovên li çar aliyên dinyayê bixwînin.”

Hevdîtina bi Ocalan re ya li Romayê

Zammori dibêje gava ku Ocalan 12´ê Mijdara 1998´an gihişt Îtalyayê wan xebatên siyasî kirine da ku mafê penaberiya siyasî li Îtalyayê wergire. Hingê ew bi Ocalan re dipeyive jî: Heman salê Kanûnê, li semta Infernetto ya li Romayê min ew dît, pê re peyivîm. Weke doh li bîra min e. Me sohbeteke dirêj kir. Ez lê mikur werim ku ji ber qalibên fikrê yên hingê, ji bo min zehmet bû di wî bigihîjim. Ji ber wê yekê tê bîra min ku min jê xwest bêhtir rave bike û min kir ku çend caran gotinên xwe jî dubare bike. Pêşbîniyên Ocalan ji rewşa tê de pirr zelal bûn. Lewma Ocalan bi awayekî haylêheyî û hesas behsa dengeya hêzê ya di navbera hikûmeta Îtalya û DYE´yê de kiribû. Pirr kêm mirov dikarin di rewşeke ewqasî bi tehlûke de, xwedî kapasîteya tehlîleke bi vî rengî bin.”

Hêza xwe ji Konfederalîzma  Demokratîk werdgire

Zammori dibêje, tevî ku tecrîdkirî ye jî Ocalan xwedî hêzeke tesîrê ya mezin e li seranserê dinyayê û wiha peyivî: “Hêza wî ew e ku fikra Konfederalîzma Demokratîk bi hûrgilî terîf kir û pêk anî. Min ev fikr li cem xwe hem yekser bi çûna Kurdistanê û hem jî bi xwendina weşanên elaqedar kokdar kir. Ji ber ku min dît li wargeha Mexmûrê, li Rojava û Şengalê yekser pêk tê, vê ezmeke mezintir a hizirînê û pêkanînê bi min re çêkir.”

Yenî Ozgur Polîtîka/ REWŞAN DENIZ

Post Views: 76
ShareTweetPin

Herî Dawî

Mehrîcana 10’emîn a Kurteçîrokên Kurdî destpê kir
NÛÇE

Mehrîcana 10’emîn a Kurteçîrokên Kurdî destpê kir

13/06/2025
Kongra 7’emîn wê bibe sîwana ragihandina azad
NÛÇE

Kongra 7’emîn wê bibe sîwana ragihandina azad

12/06/2025
Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan
CIVAK Û JIYAN

Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan

12/06/2025
‘Zanîngeha Almanî-Kurdî wê hevsengiya perwerdeyî bi zanîngehên Başûr re çêke’
CIVAK Û JIYAN

‘Zanîngeha Almanî-Kurdî wê hevsengiya perwerdeyî bi zanîngehên Başûr re çêke’

11/06/2025
Ji bo ezmûnên navîn û amadehî amadekarî tên kirin 
CIVAK Û JIYAN

Ji bo ezmûnên navîn û amadehî amadekarî tên kirin 

11/06/2025
Dema jin tê gotin, civakbûyîn tê bîra mirov
JIN

Dema jin tê gotin, civakbûyîn tê bîra mirov

11/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.