Navenda Nûçeyan-Qamişlo
Bi boneya salvegera 11`an ya şoreşa Sûriyê, îro saet 11`an Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi diruşma “Heta bidawîkirina zilmê, pêkanîna azadî û rûmetê wê şoreş bidome” civîneke berfireh li navenda Mihmed Şêxo ya Çand û Huner ya bajarê Qamişlo li dar xist.
Di civînê de 31 nûnerên partiyên siyasî, tevgerên jinan ên bakur û rojhilatê Sûriyê û endamên meclisên malbatên şehîdan beşdar bûn, civîn bi deqeyeke rêzgirtinê destpêkir. Piştre hevseroka MSD`ê Emîna Omer axivî û diyar kir ku serhildana 12’ê Adarê bingeheke rasteqîne ji şoreşa gel re danî.
Emîne Omer dazanîn ku şoreş li tevahiya erdîngariya Sûriyê belav bû û wiha axaftina xwe domand: “Ji Dera heta Qamişlo şoreş belav bû. Ev şoreş encamên kiryar û siyasetên çewisandinê yên rejîma navendî ku li pey xwe tovên tundrawiyê di hundirê civaka Sûriyê de hişt.”
Hevseroka MSD’ê Emîna Omer teqz kir ku rejîma Sûriyê û opozîsyona îslama siyasî berpirsê derketina şoreşê ji xeta wê ya rast e û got: “MSD’ê dibîne ku pêwîstiya Sûriyê bi çareseriyeke niştimanî heye da ku dawî li aloziyên siyasî, civakî û aborî bîne û ber bi sîstemeke demokratîk ve bibe ku mafên hemû pêkhateyan misoger bike.”
Piştre nûnerên Partiya Yekitiya Demokrat ya Kurd li Sûriyê (Yekitî) Idrîs Şengalî, Berdevka PYD`ê Sema Begdaş, Partiya Çep li Sûriyayê Mehmed Salih Ebdo, Meclisa jinên Sûriyê Henan Şêxmos, Kongira Star Gulîstan Elî, Meclisa Ciwanên Sûriya Demokratêk Nasir Nesro, Yekîtiya Jinên Sûriyan Sitêra Mûrad, Meclisa jinên bakûr û rojhilatê Sûriyê Sîham Emoka, Tevgera Ciwanên Kurd Ebdelwehab Xelîl û hin nûnerên partiyên din axivîn.
Nûneran bal kişan ser sedema derketina şoreşa Sûriyê ji xeta xwe ya rast û hate gotin ku sedem tundiya ji aliyê rejîmê û komên çekdar ên girêdayî îslama siyasî ve ne ku rê li ber rêxistina El-Qaîde û komên wekî wê vekirin da ku têkevin civaka Sûriyê û bi desteka navneteweyî û herêmî û rêxistinên ji DAIŞ`ê tundrawtir ava bikin.”
Her wiha nûneran danezanîn ku Projeya MSD`ê projeyeke niştimanî ye, xwe dispêre diyalog û çareseriya siyasî ku dikare li gorî wê welat were avakirin û pêşxistin.
`Pirojeya Rêveberiya Xweser xelasiya şoreşê ye`
Herwiha nûnerê Partiya Sûriya Elislahî Faris Şêxanî ku ev demeke pir kine xwe ji Partiya Rêjîma Sûriyê qutkiriya bang li hemû gelê Sûriyê kir ku tecrûbeya li bakur û rojhilatê Sûriyê mînak bigirin û wiha axaftina xwe domand: “Tecrûbeya li bakur û rojhilatê Sûriyê ji bo tevahî sûriyên ku ji hovîtiya rejîma Sûriyê û komên çekdar ên li herêmê spartgehek e.
Di dawiya axaftina xwe de Faris Şêxanî diyar kir ku pirojeya Rêveberiya Xweser xilasiya şoreşê ye û got: “Rêveberiya Xweser xilasiya şoreşa me ye, berhema ku bi xwîna bi hezaran keç û xortên me yên ji pêkhateyên netewe û olên cûda hate damezirandin. Em ê ji bo tevahî Sûriyê têkoşînê bidomînin da ku Sûriyê ji tevahî nexweşiyên serdemî rizgar bikin.”