Rojnameya Ronahî

Li peyaman û mohrên xwe xwedî dernakevin!

Dilyar Cizîrî

Roja zimanê dayîkê ya cîhanî 21’ê Sibatê ji aliyê UNESCO ve sala 1999’an wek rojeke fermî hat binavkirin. Dîroka vê rojê vedigere sala 1952’yan roja tevgera ziman ya Bengalî li rojhilatê Pakistanê ji bo zimanê xwe, dest bi xwepêşandan û çalakiyên cûrbecûr kir. Polîsan êrişî xwendekaran kir û hejmarek ji wan kuştin.

Ev berxwedana gelê Benladeşê di sala 1956’an de biencam bû û zimanê bengalî bû zimanekî fermî. Biryara UNESCO yê ya hilbijartina vê rojê wek roja zimanê dayîkê ne tiştekî ji rêzê ye, lê pirsa pêwîst e were kirin, ji sala 1999’an ve çiqas li vê biryara xwe xwedî derketine û ji bo parastina zimanên dayîkê li seranserî cîhanê çi gav avêtine.

Heger em behsa dewleta Tirkan bikin, kurdî jî di nav de 18 ziman hatine qedexekirin û hejmarek ji wan hema bêje hatine tinekirin. Niha jî dewleta Tirkan siyasetên xwe yên inkar û tunekirinê derheqê zimanê kurdî didomîne. Li rojhilatê Kurdistanê gelê Kurd bi siyasetên inkar û tinekirinê re rûbirû hatine hiştin, mamosteyên ziman bi salan cezayê girtîgehê li wan tê birîn.

Heger em behsa Iraqê bikin, tevî li Başûr herêmeke fedral heye hikûmeta Bexda li Kerkûkê bi riyên cûda siyasetên guhertina demografî û qedexeyan li ser zimanê kurdî feriz dike.

Li bakur û rojhilatê Sûriyê jî tevî sîstemeke demokratîk a Rêveberiya Xweser hatiye avakirin, gelê herêmê bi awayekî fermî zimanên kurdî, erebî û suryanî kirine sîstema perwedeyê û maf ji pêkhateyên din re jî hatiye dayîn ku bi serbestî zimanên xwe fêr bibin û bi kar bînin. Hê jî UNESCO ya biryara roja zimanê dayîkê ya cîhanê daye naxwaze vê sîstemê nas bike.

Di heman demê de hikûmeta Şamê li ber çavên wan û bi fermiyeta ji NY’yî girtiye siyasetên xwe yên li dijî sîstema perwedeyê ya Rêveberiya Xwerser ferz dike û bi gelek rê û rêbazan şerê sîstema perwedeyê ya Rêveberiya Xweser dike.

Derbarê helwesta saziyên navdewletî derabrê sîstema perwedeyê ya li bakur û rojhilatê Sûriyê de, rayedarên saziyên perwedeyê dibêjin ku her dem ew sazî dibêjin, niha ne dema wê ye, niha mijara ziman bihêlin. Di vir de jî careke din dubare dibe ku UNESCO û saziyên navdewletî durûtiya xwe dubare dike û xwedî li biryar û imzeyên xwe dernakeve. Tişta me li jor rêz kirin, hemû li ber çavên wan têne kirin. Rojekê jî ji bo parastina zimanekî destwerdan nekirine û alîkarî pêşkêş neteweyên zimanên têne tinekirin, nekirine.

Ji ber wê jî pêwîst e gelê me û bi taybetî saziyên perwedeyê xebatên xwe yên pêşxistina zimanê dayîkê bidomînin û li benda ti aliya nemînin.

Ji xwe jî saziyên Rêveberiya Xweser niha wisa dikin, dema SZK’ê  biryara ketina dibistanên fermî da, gelek kesan got ev şaş dikin û sîstema perwedeyê derbe dikin. Piştî wê bi demekê hikûmeta Şamê dibistan girtin û xwestin zextê li SZK’ê bikin. Lê israra xebatkaran û vekirina dibistanan, a wê demê em dibînin îro vekirina zanîngeh, peymangeh û her wekî din bi encam dibe. Ji lewma niha bar girantir dibe û pêwîstî pê heye, em rojê wekî 21’ê Sibatê bikin rojê biryardayîn û pêşxistina zimanê dayîkê.