Navenda Nûçeyan-Qamişlo
Îro saet 1`an, bi sedan şêneyên bajarê Qamişlo bi meresimeke girseyî, şervanê QSD’ê Cûdî Firat ku 13`ê Sibatê di encama bersivdayîna êrîşên dewleta Tirkiyê ya dagîrker yên li ser Eyn Îsa Şehîd bibû li goristana Delîl Sarûxan sipatin axê.
Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, pişt re li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan ya Qamişlo endamê meclisê Kêfo Osman êrişên dewleta Tirkiyê ya dagîrker şermezarkir û got: “Em sersaxiyê ji malbata şehîd û tevayiya gelê bakur û rojhilatê Sûriya re dixwazin. hebûna me bi saya xweîna şehîda ye. Şehîd Cûdî şehîdê sisiyan yê malbatê ye û bi destpêkirina çirûska şoreşê li bakur û rojhilatê Sûriyê tevlî hêzên leşkerî bû.”
Kêfo komploya navneteweyî ya li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha axaftina xwe domand: “Tu hêz nikare me ji fikirê rêber Ocalan û Tevgera Azadiya Kurdistanê dûr bixe, em ê heta dawiyê piştgiriya berxwedana li çiyayên Kurdistanê bikin.”
Kêfo da zanîn ku Tevgera Azadiya Kurdistanê ji tevahî cîhanê re îsbat kir ku aştiya li Rojhilata Navîn di çareserkirina doza Kurd de ye û wiha axaftina xwe qedand: “Em soz didin em ê rêça şehîdan heta serkeftinê bimeşînin.”
Herwiha endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Seîd Sîpan jî diyar kir ku şehîdan bi fedekariya xwe careke din Kurdistan kir yek û wiha got: “Em îro şehîdên xwe di dilên xwe de oxir dikin. Cîhan bi tevahiya destanên dîrokî li ser şoreşa bakur û rojhilatê Sûriyê dinivîsin. Bi berxwedaniya şervanan û fedekariya şehîdên me, em ê azadî, edalet û wekheviyên li Rojhilata Navîn pêk bînin.”
Sîpan dazanîn ku serhildana bakur û rojhilatê Sûriyê bersiva hemû plan û siyasetên dewletên komploger e.
Her wiha dayika şehîd Cûdî Firat jî bi rêya telefonê berxwedana gelê bakur û rojhilatê Sûriyê silav kir û ev tişt got: “Ez bi şehadeta zarokên xwe serbilind im, Cûdî zarokê we tevan e. Rêya wan, rêya şeref û rûmetê ye û em ê heta dawî li ser rêça wan bin.”
Piştre bi siloganên `şehîd namirin, tola we li erdî namine û biji Rêber Apo` şehîd spartin axê.