Wednesday, June 18, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Partiya Şehîdan PKK

13/05/2025
in ROJEV
A A
Partiya Şehîdan  PKK
Share on FacebookShare on Twitter

Volqan Elî

 Yên ku ji heq û heqîqetê fêm nekirine, yan bi hestiyarî nêzîkî tiştan dibin, yan ku raboriya gelê xwe û raboriya gelan nizanin, yan bi çavê madî û fîzîkî li cîhanê dinêrin û yan jî niyeta wan zêde nexirab e lê dîsa jî serasera difikirin, dibêjin qey ev gotin hema wisa şiyarek e!

Çima? Ji ber ku PKK’ê li ser bîranîna Şehîdê Şehîdan Hakkı Karer hate avakirin û li ser vê heqîqetê mezin bû. Vê heqîqetê hêvinê PKK lê kir. PKK’ya ku di 1978’an de hatibû avakirin, heqîqeteke welê bû, ku yên dixwastin xwe bigihînin vê heqîqetê û rêya rizgariya gelê Kurd, diviyabû berdêla vê bi canê xwe bidana! Hakkı Karer cêwiyê ruhê Rêber Apo, jixwe pêşengiya vê kiribû. Cêwiyê ruhê Rêber Apo, Partiya Şehîdan ti car li cihê ku destê kedxwar û dagirkeran di nav de bû nesekinî! Da pey şopên Hz. Nûh li Sefîneya Cûdî, li Ararata Biroyê Heskê Telî û li çendîn û çendîn bilindahiyên din ên Kurdistanê xwe bi cih kir. Li cih û warê hêlîna qertalan û teyr û bazan sekinî. Tenê bayê ku di nikilê teyr û bazan re derbas dibû li wan deran dida û ne tiştekî din. Lewra ruhê Şehîdên Pakrewan, keda bêhempa ya gelan tê de veşartîbû; diviyabû ji xayintiya ‘birayên xayin’ û zilma nemrûdan baş bihata parastin.

Piştî avabûna PKK’ê di 1978’an de, Partiya ku mala Şehîdan, heqîqeta wendabûyî û mehdiyê gelê Kurd bû ji ber ku têra xwe ne xwediyê Şehîdan bû, wekî şitleke li ber tofanê mayî, pir zeyif bû. Her ku Şehîdan ev şitla PKK’ê bi xwîna xwe av dan, wê şaxê xwe vedan; şaxa hebûna gelê Kurd parastinê bû HRK. Navê HRK li xwe kir… HRK (Hêzên Rizgariya Kurdistanê) wekî Zilfiqarê Hz. Elî, bû hêza parastina Kurdistanê. Zilfiqarê Hz. Elî çi kar kiribe, HRK’ê jî bo gelê Kurdistanê ew kar kir. Lê ev ne bê berdêl bû: Bi hezaran perperîkên rêwiyên heqîqetê, xwe li çeperên dijmin qelibandin û xwe fedakirin. Bi xwîna xwe ya zelal, şitla PKK’ê, mala Şehîdan hê mezintir kir.

Pir dem û zeman di ser re neçû, HRK ku Zilfiqara gelê Kurd, bû şûrê xwe yî azmanî kişand wekî ba û birûska biharan li Şemzînan û li Dihê li hişmendiya koletî û dagirkeriyê da. Sergovendên vê govenda azmanî Egîd (Mahsum Korkmaz) û Bedran (Mehmet Sevgat) bûn. Piştî çendîn şer û cengên giran, vê carê jî Egîdê Şêrîn bû serfermandarê Şehîdan.

Hêlîna teyr û bazan, Partiya Şehîdan, agirgeha Pakrewanan ti car agirê xwe sar nekir.  Her tim agirê xwe geştir kir. Vê carê Zilfiqara gelan bû ARGK, li ser serê zalim û  nemrûdan li ba bû.

Paşê ji mala Şehîdan, ji şitla PKK’ê şaxên cuda vebûn: ERNK (Eniya Rizgariya Gelê Kurdistanê), civaka Kurd di serî de civakên cîhanê civandin. Ji wê kulmozê jî bi hezaran dehezaran perperîkan bask lê dan, ber bi heqîqetê ve firiyan. Canê xwe yê şêrîn ji bo gelan feda kirin. Lê Partiya Şehîdan PKK’ê her ku çû mezin bû. …

Ev kevneşopî di PKK’ê de ti car zeyîf nebû. Şehîd û şehadet bû taybetmendiyeke sereke ya PKK’ê. Her ku Şehîdên PKK’ê zêde bûn, PKK’ê mezin bû. Her ku PKK’ê mezin bû, Şehîdên wê zêde bûn. Lê tenê heqîqetek nehate guherîn, Şehîd bûn heqîqeta PKK, PKK bû heqîqeta Şehîdan û di nava hev de heliyan bûn yek tişt.

Di serdemekê de Zîlanê (Zeynep Kınacı) xwe gihand heqîqeta ji agir a PKK’ê. Bi şûnve nezivirî, lewra heqîqet tenê ya ku ew fêm kiribû û xwe gihandibû heqîqeta wê, dibû nesîbê wê/î. Lewra ji bona wê Rêber Apo gotibû “Zîlan fermandar e û em jî leşkerê wê ne”.

PKK’ê, hêlîna teyrûbazan, Partiya Şehîd û Pakrewanan ti car nehişt dara wê zuwa bibe. Li Bakur, Başur, Rojhilat û li hemû Kurdistanê timî dara xwe bi xwîna Şehîdan av da. Timî bayê di nikilê teyrûbazan re derbas bûyî li singa wê da. Di kendal û derbendan de hêlîna gelan kola. Nefesa pîs û gemar a ‘birayên xayin’ ti car di ber wê re derbas nebû.

Herî dawî PKK bû Darberûyeke Kurdistanê. Hezar şax vedan. Li her şaxê wê pel û belçîmên bi rengên cuda vedan. Keç û xortên hemû gelên cîhanê wekî roja destpêkê hatin di oxira heqîqetê xwîna lê  rijandin. PKK Darberûya Kurdistanê, Partiya Şehîdan her ku bi xwîna Şehîdan hate avdan hê jî mezintir û firehtir bû. Hemû gelên ku ji zuriyeta Nûh Nebî bûn hatin li sîbera wê bêna xwe vedan.

Ta li jêrî, li nav bajar û deştan tenê ‘birayên xayin’ û nemrûdên zordar man. Hz. Îbrahîm ji Reha derket û berê xwe da welatê Kenan û Firawûnan…

PKK Partiya Şehîdan e, mekanê Şehîdan di sê olên mezin de jî bihuşt e, ma Xweda kengî bihuşta xwe xirab dike!

 

Post Views: 64
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

YRA’ê xebatên xwe li gorî veguherînên şoreşê pêş dixe
ROJEV

YRA’ê xebatên xwe li gorî veguherînên şoreşê pêş dixe

18/06/2025
Roja Cîhanê ya Rakirina Şîdeta Zayendî di şeran de
ROJEV

Roja Cîhanê ya Rakirina Şîdeta Zayendî di şeran de

18/06/2025
Li hember hişmendiya pergalê têkoşîna her du zayendan tê xwestin
JIN

Li hember hişmendiya pergalê têkoşîna her du zayendan tê xwestin

18/06/2025
ÎSRAÎL Û ÎRAN; ŞERÊ HEGEMONIYÊ
HAJMARA PDF

ÎSRAÎL Û ÎRAN; ŞERÊ HEGEMONIYÊ

18/06/2025
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

18/06/2025
Ji çiraxên wêjeya kurdî
ÇAND Û HUNER

Ji çiraxên wêjeya kurdî

18/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.