Ronaz Silêman/Qamişlo
Saziya Zimanê Kurdî (SZK) û Zanîngeha Rojava li hola zanîngehê ya li bajarê Qamişlo bi boneya Roja Zimanê Kurdî panelek li dar xist.
Di rêzeçalakiyên ku bi boneya Roja Zimanê Kurdî de têne lidarxistin, li hola Zanîngeha Rojava ya bajarê Qamişlo Saziya Zimanê Kurdî (SZK) bi hemahengiya Zanîngeha Rojava bi boneya Roja Zimanê Kurdî 15’ê Gulanê di bin dirûşmeya “Perwerdeya Bi Zimanê Dayikê Mafekî Rewa û Bingehîn E” panêlek li dar xist.
Di panêlê de Saziya Zimanê Kurdî (SZK), sazî û meclisên Rêveberiya Xweser, xwendekar û mamosteyên Zanîngeha Rojava beşdar bûn. Berî ku panêl were destpêkirin beşdarvan deqeyeke bêdeng li ser giyanê şehîdan rawestiyan.
Piştre Hevseroka Saziya Zimanê Kurdî mamoste Viyan Hesen ku ji aliyê wê ve panêl hate birêvebirin, bi boneya Roja Zimanê Kurdî û di heman demê de ku îro roja Cejna Dayikê ye pîroz kir û diyar kir ku wê panêl li ser du beşan were dayîn ku beşa yekem “Rewşa Zimanê Kurdî di Sûriyê da” ji aliyê Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Îlham Ehmed, beşa duyemîn “Danasîna Zimanê Kurdî” ji aliyê berdevka Saziya Zimanê Kurdî SZK Xecê Petekkaya ve were dayîn.
Di beşa yekemî ya panêlê de Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Îlham Ehmed rewşa zimanê Kurdî di Sûriyê de nirxand û wiha got: “Îro asta perwerda bi zimanê dayikê gihaştiye asteke bilind. Ji ber ku dema em li rewşê meyze dikin ku di nava ewqas zehmetiyên heyî de, rewşa perwerda bi zimanê dayikê di dîroka Sûriyê de cara yekeme vê astê digire. Tevî kêmasî û kêmderfetiyên heyî, lê şoreşek di warê zimanê dayikê de li Sûriyê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hatiye, ev jî destkeftiyên têkoşîna bi dehê sala ye ku temenê wê bi hezaran şehîd hatin dayîn. Ji ber her tim siyaseta inkarkirin û pişaftinê hatiye meşandin. Lê tevî van siyasteyan jî îro em dibêjin em bi çand, ziman û dîroka xwe hene. Di heman demê de gelek mamosteyên mezin têkoşîneke bêhempa di şert û mercên herî zehmet de, dane meşandin, da ku zimanê dayikê zindî bimîn e. Herwiha parastina zimanê dayikê keda mezin di serî de ya dayikê ye.
Ji bo perwerda bi zimanê dayikê ji bo pêşerojê ew mijareke diyalokê û diyalok hîn berdewam in. Lê mixabin rêveberiya demikî ya niha li Şamê peymanên ku di navbera me û wan de çêdibin yan radiwestînin an ji gotinên xwe paş de vedigerin, ev jî ne rêvebereke xwedî berpirsyare ku welatekî hemû birêve bibe. Lewra em dibêjin wê têkoşîna me berdewam be, da ku em karibin vî mafî fermî bikin di destûra Sûriyê de.”
Di deşa duyemîn de berdevka Saziya Zimanê Kurdî (SZK) Xecê Petekkaya “Danasîna Zimanê Kurdî” bi rêya sinevizyonekê ku tê tekez kir ku sedema sereke ya jihevqutkirina zimanê kurdî ji ber parçekirina kurdistanê ye. Herwiha li ser zaravayîn heyî yên her çar parçeyên Kurdistanê axivî, di heman demê de zimanên heyî yên li cîhanê û zimanê ber bi qirkirinê ve diçin diyar kir.
Di dawiya panêlê de pirs ji aliyê beşdarvanan ve hate kirin û bersiva van pirsan ji aliyê birêvebirên panêlê ve hate dayîn.