Hemza Sêvo/ Qamişlo
Berpirsa IT a zanîngeha Kurdî-Elmanî ya Cîhanî, Çinor Zagros da zanîn ku bi armanca dîtina rêbazekî ekademîk ku bi rêya wê bawernameyên Kurdan li Elmaniyayê û Siwîsrayê bên qebûlkirin, zanîngeha Kurdî hat avakirin û got, “Avakirina zanîngehê wê gaveke guhêrbar ji perwerdeya Kurdî re bafirîne.”
Zanîngeha Kurdî-Elmanî ya Cîhanî, girîngtirîn projeya ku Dîdargeha Elmanî Kurdî daye destpêkirin. Ev proje li Elmaniya ye, bi armanca pêşxistina asta perwerdehiya bi zimanê Kurdî (Zaravayên Kurmancî û Soranî) hatiye avakirin, pêkanîna wê jî dibe derfetek li pêşiya xwendekarên ku li Ewropayê dijîn. Di pilana zanîngehê de 5 fakulte hene û wê di sala 2026’an perwerede bi zimanê Kurdî, Elmanî û Inglîzî bê destpêkirin.
Derbarê damezrandin, beş û awayê xwendina zanîngehê, Çinor Zagros ji rojnameya me re axivî.
Ramana damezrandina zanîngehê
Çinor derbarê damezirandina zanîngehê de wiha anî ser ziman: “Ramana damezrandina Zanîngeha Kurdî-Elmanî berî sal û nîvê derket holê dema ku çend çalakvanên Kurd li Ewropayê li hev civiyan. Bi taybet dema ku Yûnis Bahram hevdîtin bi dektor Zerdeşt Haco û mamoste Hesen Hisên re çêkir, ev yek jî bi armanca dîtina rêbazekî ekademîk ku bi rêya wê bawernameyên mamosteyên Kurd li Elmaniyayê û Siwîsrayê bên qebûlkirin. Êdî hin bi hin ev raman bi rêya Yûnis Bahram pêşket û gihaşt asta avakirina zanîngehekê bi navê Kurdolojî(Zanîngeha Kurdî-Elmanî ya Cîhanî). Bi avêtina gaveke wiha wê ev zanîngeh valahiya akademîk a ku ji mêj ve di warê perwerdeya Kurdî de heye, dagire. Di heman demê de wê gaveke guhêrbar a pêşketî û bêsînor di perwerdeya bilind a Kurdî de biafirîne û wê hîmên perwerdeya kevnar û nûjen bigihîne hev.”
Beş û şêwazê xwendina wê
Çino Zagros têkildarî beş û şêwazê xwendina wê wiha domand: “Di zanîngehê de Fakulteya Kurdolojî, Wêje, Civaknasî, Endezyarî û Tiknolojiya Agahiyan de heye, li ser vê bingehê xwendekarên Kurd bi bawernameyên amadeyî yên Kurdî, Erebî, Farisî û Tirkî dikarin bixwînin, sîstema xwendinê sê sal in, piştî wê li gorî pileyên xwedinê mafê masterê were dayîn. Hêjayî gotinê ye ku wê di dawiya sala 2026’an pêvajoya xwendinê bi hêza mamosteyên bispor ên Kurd û Elman dest pê bike.”
Kî piştgiriya wê dike û gavên ku hatine avêtin?
Berpirsa IT a znîngeha Kurdî-Elmanî Çinor Zagros girêdayî piştgirên zanîngehê, gavên ku hatine avêtin û yên ku wê bên avêtin, hem jî astengiyên pêşiya wê wiha bi lêv kir: “Saziya ku piştgiriya zanîngehê dike, Dîdargeha Elmanî-Kurdî bi rêvebirina mamoste Yûnis Bahram e û pê re jî hin kesayetên ku di warê diplomasîm, siyasî û perwerdeyê de xebatê dikin, hene. Amadebûna kesayetên wiha hêzekê dide projeyê ku gavên pratîkî bavêje. Navê zanîngehê bi fermî hatiye tomarkirin, avahiya wê jî amade ye. Lê kêmasî di warê piştgiriya aborî de hene, ev kêmasî dibe astengiyeke mezin li pêşiya zanîngehê. Lewma jî kampaniya komkirina pereyan bi navê ‘Her Kurdek+ yek Yoro(Euro)= Zanîngehek’ hate destpêkirin. Lê tevî wiha jî xebat ji bo pêşxistina pirogramekî akademîk ku wê perwerde bi zimanê Kurdî(Zaravaya Kurmancî û Soranî), Elmanî û Ingilîzî bê dayîn, tê kirin. Kar û xebata ku Yûnis daye û hîna ji bo zanîngehê dide meşandin cihê spasiyê, hewldanên profîsor Kirîstof Şolts jî yê ku wê bibe rêveberiya zanîngehê cihê rêzgirtinê ne. Hêjayî bibîrxistinê ye ku wê demê pêş ê nêz de ez û mamoste Bahram û Kirîstof Şolts ji bo projeya zanîngehê serdana Başûr û Rojavayê Kurdistanê bikin.”