Tuesday, May 13, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji tifengê ber bi demokrasiyê: Ravekirina kongreyên PKK`ê

13/05/2025
in ROJEV
A A
Ji tifengê ber bi demokrasiyê: Ravekirina kongreyên PKK`ê
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

PKK’ê ji dema damezrandina xwe sala 1978’an vir ve, xwe dispêre kongreyan weke amûreke bingehîn a ji nû ve nirxandin û pêşketinê. Di her qonaxên têkoşîna Kurdistanê de, van kongreyeke, di danîna polîtîkayan, pêşniyarkirina ramanan û ji nû ve avakirina rêxistinê xwedî roleke gotîng bûn. Ji gundê Fîsê heta Xinîra, ji têkoşîna çekdarî heta projeya neteweya demokratîk, kongre her navgîna xetat û veguherînê bûn.

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji damezrandina xwe ve di sala 1978 de, gelek kongre li dar xistine ku di pêşketina wê ya siyasî, leşkerî û îdeolojîk de qonaxên girîng nîşan dane. Van kongreya di paradîgma, rêxistin û stratejiya wê de guhertinên mezin pêk anîn, ji tevgereke şoreşger a çekdar ber bi rêxistineke siyasî ya nerm a ku dixwaze demokrasiyek piralî ava bike.

Van kongreya di dîroka partiyê de xalên bingehîn ên zivirînê nîşan dan, her yek ji wan şopên xwe yên taybet di avakirina rastiya siyasî û têkoşînê ya Kurdistan; de heya roja îroyîn hişt.

Em ê di vê raporê de girîngtirîn bûyerên van kongreya, pêşkêş bikin.

KONGREYA DAMEZRÎNER – 1978: VEJÎN Û DESTPÊK

Kongreya damezrîner a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di 26 û 27ê Mijdara 1978`an de li gundê Fîsê yê navçeya Licê ya Bajarê Amedê a bakûre kurdstanê hat lidarxistin. Di kongreyê de ji 25 delegeyan 22 kes beşdar bûn 2 ji wan jin bûn, ji destpêkê ve hebûna jinan a di nava têkoşînê de nîşan da.

Di kongreyê de bernameya siyasî û rêziknameya hundirîn, danezana damezrandinê ya ku ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan hatibû amadekirin, hatin erêkirin, Rêber Abdullah Ocalan weke Sekreterê Giştî yê partiyê, Mehmet Karasungur û Şahîn Donmez jî weke alîkar hatin destnîşankirin.

Di kongreyê de avakirina komîteyeke navendî ya demkî ya ji sê endaman pêk tê, hate avakirn û li gorî rêziknameyên navxweyî Rêber Abdullah Ocalan hate erkdrkirin ku 7 endmên din destnîşan bike.

KONGREYA  DUYEMÎN – 1982: DESTPÊKA VEGERA WELAT

Ji 20 heta 25 Tebaxa 1982, partiyê kongreya  xwe ya duyemîn li kampeke Eniya Gel a Rizgarkirina Filistînê li başûrê Sûriyeyê li dar xist. Bi tevlêbûna 65 delegeyan ku 10 jin jî di nav de bûn, ev kongre ji bo têkoşîna çekdarî û vegera li ser axa welat bû xaleke veguherînê.

Di kongreyê de belgeyên stratejîk ên ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve hatibûn amadekirin hatin erêkirin û Komîteya Navendî ya nû ya ji 11 kesan pêk tê hate hilbijartin. Kongre weke destpêka pêvajoya rêxistinî ya rastî ya têkoşîna li hundirê Kurdistanê hat nirxandin.

KONGREYA  SÊYEMÎN – 1986: ÇASIPANDINA BÎRDOZIYÊ Û AVAKIRINA ARTÊŞÊ

Kongreya  sêyem di navbera 25 û 30`ê Cotmeha 1986`an de li Lubnanê hat lidarxistin. Taybetmendiyeke wê ya kûr a rêxistinî û îdeolojîk hebû, bi taybetî di warê rêxistinî û bîrdoziya têkoşînê de guhertinên bingehîn di pargal û têgehên partiyê de pêk anî.

Di vê kongreyê de Artêşa Rizgariya Gelê Kurdistanê (ARGK) hate damezrandin û pêşxistina “Rêbaza Rêbertiyê” û birêxistinkirina çîna karker, jin û ciwanan bû armanc. Hejmara endamên Komîteya Navendî derket 25an û ev kongre weke pêvajoye xurtkirina rêbaza azadiya jinan û ramanê.

KONGREYA  ÇAREMÎN – 1990: NIRXANDINA VEGUHERTINÊN HERÊMÎ Û TAKTÎKÊN BERXWEDANÊ

Çaremîn kongreya  partiyê di navbera 26 û 31ê Kanûna 1990’î de li Başûrê Kurdistanê li herêma Heftanînê hat lidarxistin. Di wê kongreyê de nirxandinek li ser serdema berî û piştî Şerê Yekem ê Kendavê hat pêşkêşkirin, û tê de gotûbêjên li ser reftarên hin fermandara, bi taybetî Şemdîn Sakik, ku ji aliyê rêxistinî ve hate lpêpirsîn.

Di kongreyê de bal hat kişandin ser berfirehkirina hêzên gerîla û avakirina herêmên sor ên di bin bandora partiyê de. Kongreyê bi hilbijartina komîteyeke nû ya navendî xebatên xwe bi dawî kir û bal kişand ser xurtkirina rêxistinbûna leşkerî û desthilatdariya siyasî.

KONGREYA  PÊNCEMÎN – 1995: SERASTKIRIN Û LÊPIRSÎN

Kongreya  ya pêncemîn ji 8 heta 27 Çileya 1995’an, bi beşdariya 231 delegeyên resen pêk hat. Ev kongreya  yekemîn bû ku piştî hilweşîna sîstema sosyalîst li cîhanê hat lidarxistin û bû kongeyê veguhertinên mezin ên îdeolojîk û ramyarî.

Di kongreyê de Rêber Abdullah Ocalan belgeyeke berfireh ku tê de analîzên kûr û banga nûkirina bernameya siyasî û leşkerî hebû, pêşkêş kir.

Ev kongre bi navê “Kongrea Serastkirin û Lpirsînê” hat binavkirin, têkoşîna çekdarî ya 4 salan nirxand û amadekariyên şerê a li ji bo xwe parastinê li hemberê  dewleta Tirk a dagirker hate kirin.

KONGREA ŞEŞEMÎN – 1999: LI HEMBER KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ

Piştî komploya navneteweyî ya ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de li ser Rêber Abdullah Ocalan pêk hat, ku bû sedema derketina wî ji Sûriyeyê û demeke kurt beriya girtin û radestkirina wî bo Tirkiyeyê di 15’ê Sibata 1999’an de, Kongreya Şeşemîn a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji 12’ê Çileya 1999’an heta 18`ê Sibata 1999’an li başûrê Kurdistanê li herêma Xinêre hat lidarxistin.

Tevî aloziyan jî partiyê bi rêya kongreyê hewl da ku bertekên komploya navneteweyî çareser bike û biryar da ku bi hev re li dijî wê têbikoşin û biryara xurtkirina xeta berxwedanê da.

KONGREYA HEFTEMÎN – 2000: VEJÎN

Di nava guhertinên siyasî yên piştî komploya navneteweyî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan pêk hat de, 7`emîn Kongreya Awarte di navbera 2 û 23’ê Çileya 2000’an de li Dolakokê ya Qendîlê hat lidarxistin. Di kongreyê de biryara ji nû ve avakirina li ser bingeha têkoşîna hate dayin, navê Artêşa Rizgariya Gelê Kurdistanê (ARGK) bû “Hêzên Parastina Gel (HPG)”.

Navê “ERNK (Eniya Rizgariya Neteweyî ya Kurdistanê)” jî hat rakirin û ji bo ku ev partî bibe rêxistineke berfireh a demokratîk a gel, pêşniyara rêxistinkirina “Yekîtiya Gel a Demokratîk” hat kirin.

KONGREA HEŞTEMÎN – 2002: VEGUHERTINÊN PERGALÊ Û HEWLDANÊN TESFIYEKIRINÊ

Kongreya 8. a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di navbera 4-10 Nîsana 2002`an de li Qada Şehîd Harûn a Qendîlê bi beşdariya 285 delegeyan pêk hat. Di kongreyê de biryar hat dayîn ku navê partiyê bibe “KADEK – Kongreya Azadî û Demokrasiya Kurdistanê” û ev pêngaveke nû ya ji nû ve teşekirina nasnameya rêxistinî û siyasî ya partiyê nîşan dide. Her wiha di bername û prensîban de guhertin hatin kirin, bi taybetî di derbarê xebatên li Bakurê Kurdistanê de, bi armanca xurtkirina têkoşîna jin, ciwan û rêxistinên girseyî.

Lê belê di kongreyê de hewldanên bi arîşe yên Ferhat (Osman Ocalan) jî derketin holê, ku xwest rola kadroyên fedayî yên profesyonel kêm bike. Ev pêşniyar ji aliyê delegeyan ve nehat pejirandin. Her wiha pêşniyar kir ku “Sîstema Koordînasyona Bibandor” jî di nav avahiya nû ya fermandariyê de cih bigire û ev pêşniyar jî nehat qebûlkirin. Demeke kin piştî kongreyê, Komîteya Navendî ya KADEK’ê ya hilbijartî civiya û lijneyeke Serokatiyê ya ji 9 kesan pêk tê ava kir û Cemîl Bayik weke koordînatorê wê hat destnîşankirin.

KONGREYA NEHEMÎN – 2005: VEGERA LI SER KOKÊ Û JI NÛ VE BIRÊXISTINKIRIN

Di navbera 28`ê Adarê û 4`ê Nîsana 2005`an de, PKK’ê bi beşdariya 205 delegeyan, kongreya xwe ya 9’ê mîn li herêma Xanîra li dar xist. Ev kongre ji ber ku li ser esasê encamên fikrî û rêxistinî yên ku bi îlhama pirtûka Rêber Abdullah Ocalan a bi navê “Parastina Gelekî” hatiye amadekirin, ji bo partiyê demeke nû nîşan da. Kongreyê rêziknameya nû ya navxweyî û bernameyeke nû pejirand.

Her wiha di kongreyê de, sembol û ala berê ya Eniya Rizgariya Neteweyî ya Kurdistanê (ERNK) weke sembol û ala nû ya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) hate destnîşankirin.

Di kongreyê de bi hilbijartina serkirdayetiya partiyê ya nû hate hilbijartin û “Meclisa Partiyê” hate avakirin û sistema hevserokatiyê jî hat qebûlkirin.

KONGREYA DEHEMÎN. – 2008: SAZKIRINA DISÎPLÎNÊ

Di navbera 21-30`ê meha Tebaxê sala 2008`an de li herêma Qendîlê bi amadebûna endamên dewreya perwerdeyê dehemîn kongreya partiyê hate lidarxistin. Li şûna sîstema hevserokatiyê sîstema hevrêziya partiyê hat destnîşankirin, bêyî ku tu guhertinên bingehîn di bername û rêziknameya navxweyî de pêk bîne.

Kongreyê bal kişand ser nirxandina pêvajoya berê û rexnekirina siyasetên ku beşdaran wek şêweyekî “reforma civakî ya veşartî” nirixandin, ku weke metirsiyekê li ser pêkhateya şoreşgerî ya partiyê dihat binavkirin.

Yek ji taybetmendiyên girîng ên kongreyê vekirina platformek rexne û xwerexnekirinê bi raporên nivîskî yên endamên serkirdayetiyê, ku nirxên zelalî û berpirsiyariya rêxistinî xurt kir.

Di kongreyê de “têkoşîna azadiya Rêbertî” weke erkê pêvajoya siberojê hate destnîşankirin.Ji bo partiyê jî rêveberiyeke nû hat hilbijartin.

KONGREYA YAZDEHEMÎN – 2013: XURTKIRINA TÊGEHA NETEWEYA DEMOKRATÎK

Di navbera 5 û 13’ê Îlona 2013’an de 11`emîn Kongreya PKK’ê dîsa li Xinêra bi tevlîbûna 125 delegeyan pêk hat.

Ev Kongre bername û rêziknameyê li ser pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan ên “Manîfestoya Civaka Demokratîk” û “Parastina Gelkî” hate qebûlkirin. Di vê kongreyê de perspektîfa Netewaya Demokratîk bû çarçoveyeke têkoşîna gel a partiyê û ev perspektîf ji ware ramyarî veguherî bernameyeke têkoşînê ya şênber.

Di kongreyê de guhertinên rêxistinî yên girîng jî hatin kirin, ku “Sîstema Kordînasyonê” hate guherti û bû posta “Sekreteriya Giştî” û “Meclisa Partiyê” bû “Komîteya Navendî”, bi vî awayî pergala serkirdayetiyê ji nû ve dirust kir ku li gorî pêşkeftinên partiyê û karên nû tevbigere.

Di kongreyê de bi berfirehî behsa aliyên ramyarî, rêxistinî, siyasî û leşkerî hat kirin û rêze plan û biryarên bingehîn hatin derxistin.

Di dawiya kongreyê de hejmara endamên Komîteya Navendî ya nû ji 55 endaman hate eşkerekirin û piştre di civîneke taybet a komîteya hilbijartî de karên rêxistinî di navbera sekretariya Giştî û Sekreteriya Komîteya Navendî de hatin dabeşkirin.

KONGREYA DUANZDEHEMÎN – 2025: MÎRATE BERDEWAM E … Û NÛJENKIRIN BERDEWAM E

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di 9`ê Gulana 2025an de bi rêya Ajansa Nûçeyan a Firatê ragihandibû, ku kongreya xwe ya 12`emîn dê di navbera 5 û 7ê Gulana 2025`an de li du herêmên cuda yên Herêma Parastina Medya li Başûrê Kurdistanê li dar xist. Ji hemû herêmên ku partî lê çalak e delege beşdarî kongreyê bûn.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku kongre li ser banga “aştî û civaka demokratîk” a ku di 27’ê Sibata îsal de ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve hatibû destpêkirin pêk hat û pêşniyarên wî û rapora navendî hatin xwendin.

Di kongreyê de biryarên dîrokî hatine girtin ku wê qonaxeke nû ya xebatê li ser esasên rêgezên Rêbertiyê ava bike. Her wiha ji bo şehîdên di serî de şehîd Sirri Sureya Onder rêz hate girtin û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî banga bilindkirina têkoşînê hate kirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku piştî ku raporên ji her du qadên cuda hatin berhevkirin, wê encamên kongreyê di demeke nêz de bên eşkerekirin.

ENCAM

Bi şopandina pêvajoya kongreyên PKK’ê, dînamîzmeke ramyarî û rêxistinî ya ku di dîroka tevgerên rizgarîxwaz ên hemdem de nedîtî eşkere dibe. Partiyê ji  dema damezrandina xwe heta niha dudil nebûye ku rêbaz, raman û nasnameya xwe ya rêxistinî jî ji nû ve binirxîne û bersivê bide guhertinên rewşa Kurdistanî, herêmî û navneteweyî.

Van kongreyan di derbasbûna partiyê de ji şoreşa çekdarî ya kevneşopî ber bi projeya neteweya demokratîk ve û ji navendîbûna hişk ber bi modelên nenavendî û beşdarbûyî de, bi parastina cewherê têkoşîna rizgariyê, roleke bingehîn lîstin.

Di veguhertina partiyê ji pêvajoya şerê çekdarî yê kevneşop ber bi projeya Netewaya Demokratîk, roleke gitîng ya van kongreyan hebû.

Di navbera her kongreyekê de diyar bû ku partiyê ne tenê destkeftiyên xwe parastin, lê belê her qonaxekê wek qonaxek ji bo avakirina nû dinirxand, ku gelek caran di pêvajoyên rexnedayînên tund û bijarteyên çarenûsî derbas bû. Dema ku di hin kongreyan de meylên tasfiyegerî hatin dîtin, partiyê bi giştî hêza xwe ya derbaskirina qeyranan û pêşxistina amûrên têkoşînê yên ramyarî û rêxistinî nîşan da.

Ji ber vê yekê kongreyên PKK’ê ne tenê weke bûyerên rêxistinî ne, lê belê weke nîşana veguhertinên stratejîk ên demdirêj in, ku tê de partiyê bi berdewamî li azadiya takekes û civakê geriyaye, bi taybetî azadiya Rêber Abdullah Ocalan, ku îro bûye daxwaza bingehîn a bi milyonan mirovan.

Post Views: 21
ShareTweetPin

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Herî Dawî

‘Zanîngeha Kurdî wê gaveke guhêrbar ji perwerdeya Kurdî re bafirîne’
ÇAND Û HUNER

‘Zanîngeha Kurdî wê gaveke guhêrbar ji perwerdeya Kurdî re bafirîne’

13/05/2025
Li Zanîngeha Rojava bi boneya roja Zimanê Kurdî panêlek hate lidarxistin
NÛÇE

Li Zanîngeha Rojava bi boneya roja Zimanê Kurdî panêlek hate lidarxistin

13/05/2025
Dîroka qirkirina gelê Kurd Serhildana Agirî û Geliyê Zîlan (1)
NÛÇE

Dîroka qirkirina gelê Kurd Serhildana Agirî û Geliyê Zîlan (1)

13/05/2025
Erkdarkirina Hatim Ebû Elşeqra bi daxuyaniyek hat şermezarkirin
NÛÇE

Erkdarkirina Hatim Ebû Elşeqra bi daxuyaniyek hat şermezarkirin

13/05/2025
Ji tifengê ber bi demokrasiyê: Ravekirina kongreyên PKK`ê
ROJEV

Ji tifengê ber bi demokrasiyê: Ravekirina kongreyên PKK`ê

13/05/2025
Partiya Şehîdan  PKK
ROJEV

Partiya Şehîdan PKK

13/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.