Argêş Vîyan/Qamişlo
Serhildanên Agiriyê navê çend serhildanên rêxistin û eşîrên Kurdan e ku di salên 1926‘an -1930’î de li derdora Çiyayê Agiriyê û li Rojhilatê Kurdistanê pêk hatiye. Ev bûyer di dema 1929’an de tevlîhev bûn û pereyê ku serhildanê bi dawî bike hate xerckirin û mezaxtin, lewra bû sedema aloziyê li Komara Tirkiyê.
‘Balafir li Agiriyê hatin bikaranîn’
Di belgeyê de bal tê kişandin ku şerê bi qasî 3 mehan dirêj kiriye û Înglîzan di wê demê de zanîn ka balafirên wan xwe li ber digirin an na. Derbarê balafirên di êrişê de hatine bikaranîn û serhildanê de ev agahî tên dayîn: “Di sedsala dawîn de gelek komên olî û netewperest ji bo azadî û serxwebûna welatê xwe gelek tekoşiyan. Demek dirêj, ji ber vê sedemê di navbera Kurdan û Dewleta Tirk û rejîma Iraqê de lihevnekirinek hebû. Di salên 1920-1930’î de li Tirkiyeyê gelek serhildanên Kurdan rabûn. Kurdan bi piştgiriya Xoybûnê bi rêbertiya General Îhsan Nûrî Paşa di sala 1927’ê de dest bi mezintirîn serhildana Kurdan kirin. Serxwebûna Komara Kurd a Agiriyê îlan kir. Ji ber wê artêşa Tirk di 11’ê Pûşpera sala 1930’î de bi 66 hezar leşker û 100 balafiran êrişî serhildanê kir. Hikûmeta Kurd ji Înglîstan û civatên navnetewî daxwaza alîkariyê kir. Şer 3 mehan dom kir. Serhildan di 17’ê Îlona 1930’î de hat çewisandin. Hêzên esmanî yên Tirk piştgirî didan êrişên leşkerî yên bejahî. Ji ber vê jî gelek balafirên Letov S.16 hatin daxwazkirin. Piraniya van balafirên ku pir zû hatin sazûmankirin, ji aliyê Kurdan ve hatin xistin. Lêkolîner Ayşe Hur jî derbarê balafirên di çewistandina serhildanê de hatin bikaranîn de van agahiyan dide: “Li gor belgeyeke Înglîzan a 27’ê Nîsana sala 1925’an, di fîloya balafiran a li Mêrdînê de tenê 2 balafir dikarîn bixebitin. Li gel 4 balafirên Frasiyan piştî vekişînê bi cih hêlayîn, tenê 4 balafir li Mêrdîn hebûn. Sotemeniya van balafiran jî bi şemendeferan ji Stenbolê dianîn. Ev balafir tenê dikariyan rojê du caran bifirin. Diçûn serhildan bombebaran dikirin û vedigeriyan. Ji ber sabotajan dîsa vedigeriyan Mêdînê. Di 5’ê Pûşpera sala 1925’an de Tirkiye û Împeratoriya Birîtanya bi hev re peymanekê mor dikin. Li gor peymanê, serbazê Înglîz ê li Stenbolê R. E. Harene û Yarbayê Deryayî yê Îtalî Neyronî bi armanca bibandorkirina Hêzên Hewayî yên Tirk raporek amade kiribûn. Li gor vê raporê heta dawiya sala 1926’an, 153 balafirên şer ên Hêzên Hewayî yên Tirk hebûn.77’ê ji wan (bi markayên 20 Bréguet, 10 Junkers, 30 Caudron, 17 Savois) û di sala 1925’an de hatibûn kirîn. Her wiha 10 balafirên şer ên ji Osmaniyan jî mabûn hebûn. Balafirên Hêzên Esmanî yên Tirk di sala 1927’an de cara yekemîn li hemberî hêzên birayê Şêx Seîd, Şêx Ebdulrehman hatin bikaranîn. Li gor raporek sîxûrî ya Fransiyan, balafir ji Palo û Meletî radibûn, di 25’ê Cotmehê de 5 balafirên anîbûn Mêrdînê li hemberî serhildêrên Kurdan hatin bikaranîn. Bi giştî 24 balafir li herêmê ji bo êrişê amade bûn. Hêzên Hewayî yên Tirk di navbera salên 1927-1930’î de gelek caran balafirên xwe yên şer li hemberî Serhildana Agiriyê bi kar anîn. Dîsa li gor rapora sîxûriya Franseyê ya bi dîroka 27 Çile 1928’an, di destê Hêzên Hewayî yên Tirk de 200 balafirên şer hebûn. (Mînak di sala 1928’an de 45 lib Bréguet 197 A2 hatibûn kirîn). Li gor Robert Olson jimara balafiran di sala 1930’î de bû 360 ji vana di Serhildana Agiriyê de hatin bikaranîn. Lê li gor lêkolîner Emîn Karaca di serhildana Agiriyê de nêzî 80 balafir hatin bikaranîn”.
Serhildana Agirî û Ihsan Nûrî Paşa
Ihsan Nûrî Paşa, genaralê artêşa Xoybûnê û pêşengê Serhildana Agiriyê, weke îro beriya 45 salan li sirgûna Tehranê di encama qezayekê de wefat kir. Em ê berê xwe bidin serdema beriya Serhildana Agiriyê û dema Serhildana Agiriyê da ku wî bi bîr bînin. Di dîroka Kurdan de gelek raperîn û serhildan çêbûne. Yek ji wan ê herî zêde bi rêk û pêk, Serhildana Agirî ye. Di dawiya vê serhildanê de gelek kesan jiyana xwe ji dest daye, hatine girtin û mişextkirin, lê belê nav û dengê vê serhildanê qet nehatiye jibîrkirin û hîna jî qala serhildanê tê kirin. Lewma, cihê vê serhildanê di dîroka Kurdan de taybet e. Di destpêka sedsala 20’an de qeyranê girtibû dinyayê. Împaretoriya Osmanî jî di nav vê qeyranê de digevizî û roj bi roj hêza wê kêm dibû. Netewe hemû li dû azadî û serbixwebûna welatê xwe bûn. Neteweyên di bin banê dewleta Osmanî de jî yek bi yek jê vediqetiyan. Ji ber van sedeman, Şerê Cîhanê ê Yekemîn dest pê kiribû û li her aliyê cîhanê qeyranên siyasî û aborî li dar bûn. Piştî Bedirxanîyan û Serhildana Şêx Ubeydullahê Nehrî, Kurd demekê bêdeng bûn û ji hev hatibûn belavkirin. Bi avakirina Komara Tirkiyê ya nû re înkar û tinekirina Kurdan jî dest pê kiribû. Hebûn û navê Kurdan hate qedexekirin, çand û ziman kete ber aşê helandinê. Welatê wan hate dabeşkirin. Ne tenê Kurd, di destpêka sedsala 20’an de Komara Tirkiyê xwest civakên li Tirkiyê hemûyan qir bike û tenê şoveniya Tirk bi pêş bixe. Rêxistinên weke Îttîhat û Teraqqî bi fikra yek al, yek dewlet û yek millet kadroyên damezrînerên komara Tirk jî bûn û cihêrengiya Tirkiyê ji holê rakirin. Ber bi salên 1920’an ve van qeyranên siyasî û aborî bandor li Kurdên li Stenbolê kir û wan jî dixwest ji bo welatê xwe şerê azadî û rizgariyê bikin. Ew ji nijadperestiya Tirk a ku her roj gef li wan dixwarin û neteweya wan tine dihesiband, aciz bûn û wan dixwest ji wan xelas bibin û serbixwe bin. Hingê gelek rêxistin hatin damezirandin. Kovar û rojname derketin. Xebatên siyasî û çandî bi pêş ketin. Di nav wan de ya herî navdar “Rêxistina Azadî” bû. Rêxistina Azadî bi pêşengiya xwendevan û rewşenbîrên Kurd ên wê demê xwest ku li Bakûrê Kurdistanê serhildanekê pêk bîne lê mixabin bi ser neket û di dawiyê de bi sedan kes hatin kuştin, hin kes hatin girtin û hin kes jî neçar man ku birevin derveyî welat. Şêx Seîdê Kal û hevalên xwe li Amedê bi awayekî hovane hatibûn bidarvekirin. Piştî vê şikestinê, Kurd qederekê dîsa bêdeng man. Lê kesên ku ji ber şûrên Osmaniyan filitîn, li binxetê (Rojavayê Kurdistanê) careke din li hev civiyan û rêxistina Xoybûnê ava kirin. Rêxistinê dixwest dest bi şerekî nû bike. Piştî dahûrandina encamên şikestina serhildanên berê, Xoybûnê bingeha Serhildana Agirî danî û biryar da ku li Agirî deng û ala Kurdistanê bilind be. Serhildana Agirî serê pêşî, Îhsan Nûrî Paşa tîne bîra mirovan. Îhsan Nûrî Paşa, yek ji wan leheng û pêşengên Serhildana Agirî ye. Bi gotineke din ew generalê artêşa Xoybûnê bû û ji milê leşkerî berpirsiyar bû.
Destpêk Mektebên Eşîran bû
Îhsan Nûrî Paşa sala 1893’an li Bedlîsê ji dayîk dibe. Kurê Eliyê Qulî yê ji eşîra Cîbran e. Malbata wî, wek “Mala Qulî” jî tê naskirin. Piştî dibistana seretayî ew diçe “Mektebên Eşîran” ku tenê zarokên eşîrên mezin dikarîn biçinê. Ev mekteb ji hêla Evdilhemîdê Dûyem ve hatibûn avakirin û armanc ew bû ku zarokên Arnawûd, Ereb û Kurd li van dibistanan werin asîmîlekirin û bi dewleta Osmanî ve werin girêdan. Li gorî Împaretoriya Osmanî heger Kurd nehatana pişaftin, ew ê her tim li serê wan bela bûna. Li gorî vê plansaziyê, dewletê dixwest zarokên eşîran bike karmendên xwe û bi xwe ve girê bide, da ku ew eşîr li ber wan serî ranekin. Dîsa bi heman armancê Alayên Hamîdiye hatibûn damezirandin da ku cerdevanî bi pêş bikeve û Kurd nikaribin xwe zû bi zû bi rêxistin bikin. Îhsan Nûrî Paşa bi salan li van mekteban dixwîne û herî dawî sala 1910’an wek serbazekî serketî yê ciwan di artêşa Osmanî de ciyê xwe digire.