Navenda Nûçeyan –Qamişlo
Desteya Hundirîn ya bakur û rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da û tê de qedexeya beşî bi dawî kir, lê qedexe li bajarê Hesekê, Holê û Dêrezorê berdewam dike
Desteya Hundirîn ya bakur û rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da û tê de qedexeya beşî bi dawî kir ku piştî êrişa çeteyên DAIŞ`ê ya li ser girtîgeha Sînaa ya li Xiwêran ya bajarê Hesekê îlan kiribû. Ev biryar ji bo Hesekê, Hol û Dêrazorê ne derbasdar e.
Daxuiyanî wiha ye:
“Ji ber şert û mercên îstîsna yên ku herêm tê re derbas dibe, hewldanên hêzên tarî ku ewlehiya herêmê têk bibin û jiyana aştiyane tune bikin, şaneyên terorê êrişî girtîgeha Sînaa ya li bajarê Hesekê kirin. Di encamê de gelek tedbîrên ewlehiyê hatin girtin. Di nav de qedexeya beşî û tedbîrên din hene. Hêzên ewlehiyê û yên leşkerî ragihand ku ew amade ne li hember terorê bisekinin û ewlehiya herêmê û gelê xwe biparêzin. Gelê me jî îsbat kir ku piştevanê herî mezin yê van hêzan e ku piştgiriya hêzên me kirin.
Li ser vê esasê ev biryar hatin dayîn:
Qedexeya beşî li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê ji îro ve tê bidawîkirin. Tenê Hesekê, Hol û Dêrazorê ji vê biryarê tên îstîsnakirin.
Li Hesekê, Hol û Dêrazorê heta demeke nediyar qedexeya beşî dê berdewam bike.
Qedexeya beşî li Hesekê, Hol û Dêrazorê ji saet 18:00`an heta 06:00`an e.
Ev biryar ji bo saziyên xizmetguzariyê yên mîna firin, aş, sotemenî, şaredarî û navendên tenduristiyê ne derbasdar e.”