Tuesday, May 13, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Dewleta Tirkiyê ya dagîrker li Warxelê çekên Kîmiyayî bi kar anîn

17/02/2022
in Uncategorized
A A
Dewleta Tirkiyê ya dagîrker li Warxelê çekên Kîmiyayî bi kar anîn
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan-Qamişlo

Belge û dîmenên berxwedana li Warxelê û sûcên şer yên ku leşkerê dewleta Tirkiyê ya dagîrker kirine hatin weşandin. Ji wan belgeyan eşkere dibe ku artêşa Tirkiyê li Warxelê çekên Kîmiyayî bi kar aniye.

Li Qada Berxwedanê ya Werxelê, gerîlayên HPG û YJA Starê ji 7`ê Hezîrana 2021`ê dest pê kir û çar mehan bênavber li ber xwe dan. Belge û dîmenên her kêliya vê berxwedanê û sûcên şer ên ku leşkerên Tirkiyê ên dagîrker kirine, eşkere dibin.

Artêşa Tirkiyê ya dagîrker bi taybetî di destpêka meha Tebaxê de gazên kîmiyayî li tunelên şer ên Werxelê gelekî bi kar anî. Ji bo tunelan hilweşînin jî gelek caran teqînên mezin li tunelan kirin. Gerîlayên ku 12`ê Tebaxê ji tunelên şer ên Werxelê derketin derve û xwe berdan nava leşkerên Tirkiyê, 2`ê leşker kuştin. Leşkerên Tirkiyê ku dîtin gerîla bi wêrekiyeke mezin ji tunelan derdikevin û bi ser wan ve tên, ketin nava panîkê, alavên xwe yên leşkerî li pey xwe hiştin û neçar man birevin.

Berxwedêrên Werxelê li vê derê nêzî 200 kîlo teqemenî bi dest xistin û xistin nava tunelan. Gerîlayan dîmenê van teqemeniyan kişandin û teqemeniyên ku gazên bi jehr belav dikin ên li dijî tunelên şer hatin bikaranîn, bi belge kirin.

Ji fermandarên berxwedana Werxelê Mahîr Kop ji kameraya gerîla re axivî û got, wan ewqas alavên leşkerî ji ser leşkeran rakirin û xistin tunelên şer, lê dijmin pê nehesiya.

Di nava alavên leşkerî de yên gerîlayan ji ser leşkerên Tirkiyê ên dagîrker rakirin, tevî teqemeniya TNT, bombeyên destan û teqemeniyên bi tîpa C3, her wiha tetrîtol (tetrytol) jî tê dîtin.

Li gorî agahiyên li ser Wikipedia’yê hatine weşandin, teqemeniya Tetrîtol ji tevlîhevkirina teqemeniyên tetrîl û TNT’ê pêk tê. Mîna ku çekên kîmiyayî (mînak; gaza sinir di qalikên fîşekên çekê de tê bikaranîn) li tupên teqemeniyê têne bikaranîn.

Tê gotin ku tetrîl (C7H5HNO8) ya herî bi jehr û teqîner e, lewma li nexwezayê zû winda dibe.

Bandora tetrîlê ya li ser tenduristiya mirovan baş nehatibe lêkolîn jî li gorî epîdemiyolojîk li ser çermê mirovan gelekî bi bandor e. Dike ku çerm biweşe, bixure, bihele. Di heman demê de bandorê li kezebê jî dike.

Post Views: 36
ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Zanîngeha Kurdî wê gaveke guhêrbar ji perwerdeya Kurdî re bafirîne’
ÇAND Û HUNER

‘Zanîngeha Kurdî wê gaveke guhêrbar ji perwerdeya Kurdî re bafirîne’

13/05/2025
Li Zanîngeha Rojava bi boneya roja Zimanê Kurdî panêlek hate lidarxistin
NÛÇE

Li Zanîngeha Rojava bi boneya roja Zimanê Kurdî panêlek hate lidarxistin

13/05/2025
Dîroka qirkirina gelê Kurd Serhildana Agirî û Geliyê Zîlan (1)
NÛÇE

Dîroka qirkirina gelê Kurd Serhildana Agirî û Geliyê Zîlan (1)

13/05/2025
Erkdarkirina Hatim Ebû Elşeqra bi daxuyaniyek hat şermezarkirin
NÛÇE

Erkdarkirina Hatim Ebû Elşeqra bi daxuyaniyek hat şermezarkirin

13/05/2025
Ji tifengê ber bi demokrasiyê: Ravekirina kongreyên PKK`ê
ROJEV

Ji tifengê ber bi demokrasiyê: Ravekirina kongreyên PKK`ê

13/05/2025
Partiya Şehîdan  PKK
ROJEV

Partiya Şehîdan PKK

13/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.