Tuesday, May 13, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Kalkan: Avakirina eniya berxwedanê ya gelan gelekî girîng e

17/02/2022
in Uncategorized
A A
Dûran Kalkan: Hîn bêhtir rêxistinî, hîn bêhtir berxwedan
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan-Qamişlo 

Endamê Komîteya Rêveber ya PKK`ê Dûran Kalkan di nivîsa xwe de ya bi navê ”Têkoşîna Azadiya Kurdistanê hêza motorê ya tevgera antî faşîst e” bal kişand ser giringiya berxwedanê ya li ser hîmê Şerê Şoreşgerî yê Gel, ya li dijî pergala desthilatdarî.

Nivîsa Dûran Kalkan ya ku di malpera fermî de ya PKK’ê hatî weşandin wiha ye:

“Asta Şerê Cîhanê yê Sêyan ya li Rojhilat Navîn, asta ku hatiyê li ber çavan e. Rewşa destpêkê ya hêzen di nav vî şerî de, asta ku gihaştinê li holê ye. Ji van hemûyan encama ku derdikeve holê çiye? Li Rojhilata Navîn hêzên ku rê li şer vedikin ku dibine sedema mirin, birîndarbûna mirovan dikin ku bêmal û war bimînin ne xwedî ti çareyê ne, bêgav man. Ti encam dernexistine holê. Hêzeke ku wan li ser piyan bihêle jî neafirandine. Ti îdîayeke wan tine ku encamekê derxînin, bi vîn û projeyeke wan nîne ku bigihêjin encamê. Dev ji serfiraziyê biqerin, ji şerê ku ketinê nema karin xwe derxînin jî, ev çendî bêgavmane. Dema ku mirov li rewşa hêzên global û herêmî binere mirov bi rehetî dikare ve bibîne.

Rewşa Şerê Cîhanê yê Siyan ku ji Iraqê berbelavî Suriyê, Tirkiyê derxiste holê ew pergal ne pergaleke wiha ye ku probleman çarerser diek. Berevajî pergaleke wiha ye ku probleman çêdike. Pergaleke wiha ye ne ku nakokiyan û pevçûnan ji holê radike, berevajî nakokî û pevçûnan geş dike, diafirîne. Bi pergala xwe nakokî û pevçûnan geş dike. Piştre jî dibêjin çima ev pevçûn derket gelan, çewisandiyan sûcdar dikin. Pergala bedest ya dewletî bi hevdestekkirinê dixwazin serweriya li ser zextê, mêtinger ya dewletê ya li ser gelan bidomînin. Niha piştevaniyeke wiha ya global danîne holê.

Li Kurdistanê şer bi rengekî rojane didome. Terora faşîst ya AKP-MHP’ê li nav sînorên TC’ê her cure êrîşê tîne, li derveyî sînor jî van êrîşan tîne. Rojê 24 satean teror heye, zext û zordarî heye.

Bi van zextan dixwazin ti tiştî aidî civakê ji holê ranekein. Dixwazin bi zext û terorê tine bikin. Li ser hemû sinc, rêz û rêçikan, çandê teroreke wiha ya faşîst heye. Heke mirov guh bidiyê, dijmin herî pir ji wê ditirse ku Şoreşa Azadiyê derkeve derveyî Kurdistanê û bibe şoreşeke herêmî.

Ji ber vê dixwaze asten bike ku têkoşîna me ya azadiyê Kurdistanê li gund û bajarên Tirkiyê, li nav gelên Tirkiyê berbelav bibe, li ser hîmê hedefa Kurdistana Azad û Tirkiyeya Deokratîk nequlibe ser şoreşa demokratîk.  Naxwaze ku li ser hîmê Rojava û Şengalê şoreşa me ya  azadiyê li nav civaka Ereb de, li ser hîmê xwîşk û biratiyê têkiliya Kurd- Ereban geş bibe, li qada Ereb bi destwerdanên derve û li dijî dîktatoriyên navxwe naxwaze li ser xeta xweseriya demokratîk tevgera nû ya şoreşê geş bibe û naxwaze şoreşa dmeokratîk ya Kurd-Ereban geş bibe.

Bi vî rengî avaniya stratejîk ya êrîşên giştî ya dijî şoreşger ya dîktatoriya faşîst AKP-MHP’ê diyar dibe. Dixwaze asteng bike ku şoreşa me ya azadiyê li Rojhilata Navîn berbelav bibe, li nav Kurdistanê sînordar bike, bi êrîşên faşîst-qirker ên li ser vê qadê weke li gelek bajar û bajarokên li bakurê Kurdistanê kirî bi çewisandin û derblêdanê dixwaze geşedanên azadîxwaz îmha û tasfiye bike. Bi vî rengî dixwazin îmha û qirkirinê ya li ser gelê me ku bi sedê salan didomînin, bi ser bixin.

Li ber van armancên êrîşên qirker ên TC ya faşîst-mêtinger kî xwedî helwesteke çawa ya polîtîk e, ev jî li ber çavan e. Heta niha çi kiribin, niha jî hinek jê hinekî bisînor bûyî, hin jê jî bi rengekî veşartî, lê dîsa jî eynî tiştî didomînin. Bêguman di navbeyna van hêzan de nakokî û şerekî cidî yê berjewendiyê heye. Divê em van nokokî û şerî bibînin û fêhm bikin. Ji ber ku, ji bo çareserkirina pirsên ku hegemonaya kapîtalîst ya global li Kurdistanê danî holê were geşkirin mirov nikare têkoşîna şoreşger geş bike, berteng, ji yek alî ve û seresere nêzîk nebe.

Pirsa Kurd ku hegemoneya kapîtalîzma global daniye holê pirseke wiha ye ku tevahiya pergala desthilatî-dewletî têkel bûye.  Ji bo guharandina vê bi pêşengiya Rêber Apo têkoşîna mezin ya azadiyê ku tevgera me û gelê me bi rê ve dibe, li ser hîmê bîrewerkirina gelê Kurd û rêxistiniya wê, geşenên bi girîngiya dîrokî derxistiye holê.

Lê hişmendî û polîtîkayên ku naxwazin pirsa Kurd, li ser gîmê azadî û mafên demokratîk ya gelê Kurdistanê çareser bibe didome. Ji vî alî ve li cîhana berdest jî geşedaneke siyasî û avanîyeke ku pirsa Kurd li ser gîmê mafê demokratîk ya gelê Kurdistanê nas dike, derneketiye holê.

Baş e ev tê çi maneyê? Kêm zêde hemû hêzên modernîteya kapîtalîst dema ku di berjewndiya wan de be wê destekê bidin êrîşên qirker ên li ser Kurdistanê. Jixwe di êrîşa pêvajoya dawî ya TC’ê de me ev bi rengekî zelal dît. Tê dîtin ku li ser Tevgera Azadiya Kurdistanê bazarên çawa bi alçaxî hatine kirin. Li dijî êrîşên hov û dagirker ya TC’ê me dit ku her kes bêdeng e. Naxwe ji hêla hişmendî û siyasetê ve mafê jiyana demokratîk û azad ya gelê Kurdistanê nasnakin. Ji ber vê jî di serî de li bara êrîşên TC’ê li baraêrîşên hêzên qirker her kes bi bêdengmanê destkê dide an jî bi rengekî aşkere destekê dide. Dema ku di berjewendiya wan de be mafê gele Kurd nabînin. Rêgezên azadiyê û demokrasiyê li Kurdistanê nabînin.

Divê mirov rastiya pergala desthilatdar û dewletî xweş fêhm bike

Di serdema nû de heke tê xwestin bi rengekî serkeftî têkoşîna siyasî û leşkerî were dayin girîng e ku ev rastî werin fêhmkirin. Helbet, ji bo vê jî bi teqezî hewce ye ku mirov dijmin rast û xweş nas bike. Dijmin kî ye, kî ne, çi dikin? Gotinek heye dibêje, av disekine lê dijmin ranaze. Divê mirov xweş zanibe ku li pêşberî me dijminekî wiha heye. Bêguman em dixawzin li cîhanê di navbera mirovan û civakan de dijminatî nebe, şer nebe, pirs bi rijandina xwînê neyên çaresrekirin. Ev felsefeya me ye, xeta me ev e û ji bo ku em vê bi ser bixin têdikoşin. Lê ji bo ku em wiha ne ev nayê wê wateyê ku her kes wiha ye .Ya duyan, ji bo ku em vê biafirînin em hê jî têdikoşin. Halê hazir rewşeke wiha nîne.Naxwe divê em her kesî weke xwe nebînin û nenirxînin. Em nikarin bi berteng li rûdanên polîtîk-leşkerî binerin, li groî xwe, bi nêzîkatiya li ser niyetê divê mirov nêzîk nebe. Divê mirov rastiya vê cîhanê xweş zanibe, divê em pergala desthilatdarîxwaz û dewletî xweş fêhm bikin. Divê em krîz û kaosa modernîteya kapîtalîst xweş fêhm bikin. Bi qutebirî divê em dijmin xweş nas bikin, gav bi gav rast binirxînin bê ka çi dikin.

Bêguman, ji aliyekî ve geşedan li nav eniya dijber wê were nirxandin, li aliyekî mirov derfet û fersendên ji ber nakokî û pevçûna di wê deniyê de ji aliyê şoreşgerî ve binirxine, ji aliyekî ve jî li dijî dijmin, divê mirov bi şêwazekî pêngavî, rêxistinî û plansazî, xebat û têkoşînê geş bike. Ango bi rikdariya dijmin divê mirov her roj zêdetir bixebite û serkftina mezin bi dest ve bîne. Ne ku mriov tenê li têkoşîna di navbera hêzên dijmin de binere û bi derfet û fersenden ji wir hewl bide ser bixe, bi plan û xebatên rêxistinî, bi geşkirina însîyativa xwe, şoreşa azadiyê divê li her qadê mirov geş bike, xebatên wiha bike û bi kûr ve rayên xwe berde. Divê em karibin li gel asta îdeolojîk-polîtîk li astên rêxistinî û leşkerî jî bi rengekî berfireh vê bike.

Di roja me de li ser Kurdistanê hêzên navborî bazareke genî û têkoşiya berjewendiyan dikin. Bi bîreweriyeke kûr a dîrokî, bi têgihiştina siyasî û pêşbîniya paşerojê, divê lîstikê navborî werin pûçkirin, şerê berjewendiyê rast were fêhmkirin û ew werin pûçkirin. Divê ji têkoşîna naborî xeteke ku têkoşîna hebûn û azadiyê ya gelê Kurd bi ser bixe gav bi gav bi rengekî rast û serkeftî were şopandin. Ji ber vê jî bi girîngiyeke dîrokî ye ku faşîzma TC’ê ya mêtinger-qirker, li dijî êrîşên wê yên şerê taybet li her qadê berxwedana şerê şoreşgerî yê gel were dayin.

Li çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat, Tevgera me ya Azadiyê û gelê me li dijî faşîzma TC’ê divê tekoşîna îdeolojîk, siyasî, rêxistinî, leşkerî, her cure têkoşînê li ser hîmê berxwedana giştî û Stratejiya Şerê Şoreşgerî yê Gel rêxistinî bike û bi rê ve bibe Ji ber vê jî pir girîng e ku şaşî û kêmasiyên di vê çarçoveyê de werin rastkirin. Bi berxwedaniyeke wiha bi têkbirina faşîzma AKP-MHP’ê û bi hilweşandina pergala mêtinger-qirker ya TC ya faşîst, têkoşîna ku Kurdistanê azad bike û Rojhilata Navîn demokratîk bike li her qadê were geşkirin.

Nêzîktêdayina sereke ye ku mirov têkoşînê li her qadê geş bike

Bi vê çarçoveyê di serî de têkiliyên Kurd-Ereban, gelê Kurd û Tevgera me ya Azadiyê bi hemû gelên cîran, bi tevgerên azadîxwaz, demokratîk, şoreşger, çepgir, sosyalîst, ekolojîk, feminîst û çandî re bi asta herî peşketî tifqadan deyne, li dijî hişmendî û siyaseta faşîstqirker têkoşîna hevpar li her qadê geş bike, divê ev bibe nêzîkatiya sereke ya serdemê. Li aliyekî dema ku li dijî siyaseta hişmendî û siyaseta TC’ê ya faşîst-qirker dema bi her kesî re bi her astê re divê têkilî û tifaq werin danîn û li ser vê bingehê girîng e ku mirov Tevgera Azadiya Kurdistanê bike hêza motor ya tevgera antî-faşîst ya demokratîk.

Bi girîngiyeke dîrokî ye ku mirov li dijî hişmendiya Osmaniya-Nû ku faşîzma AKP-MHP’ê dixwaze hişmendî û siyaseta Itîhat Terakî ava bike, li nav gelên Rojhilata Navîn û li ber rayagiştî ya cîhanê teşhîr bike û li ser vê binehê li dijî faşîzmê eniya berxwedana hevpar ya gelan ava bike. Li ser vî esasî bi gelên cîran re divê mirov bi gelên cîran re bi têkiliya stratejîk ya xwîşk û biratiyê be, yekîtiya demokratîk ya gelên Rojhilata Navîn ava bike, Konfederalîzma Gelên Demokratîk ya Cîhanê li dijî hişmendî û siyaseta ku TC ya qirker û mêtinger temsîla wê dike, li ser hîmê têkoşînê geş bike û rêxistinî bike.”

Post Views: 35
ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Zanîngeha Kurdî wê gaveke guhêrbar ji perwerdeya Kurdî re bafirîne’
ÇAND Û HUNER

‘Zanîngeha Kurdî wê gaveke guhêrbar ji perwerdeya Kurdî re bafirîne’

13/05/2025
Li Zanîngeha Rojava bi boneya roja Zimanê Kurdî panêlek hate lidarxistin
NÛÇE

Li Zanîngeha Rojava bi boneya roja Zimanê Kurdî panêlek hate lidarxistin

13/05/2025
Dîroka qirkirina gelê Kurd Serhildana Agirî û Geliyê Zîlan (1)
NÛÇE

Dîroka qirkirina gelê Kurd Serhildana Agirî û Geliyê Zîlan (1)

13/05/2025
Erkdarkirina Hatim Ebû Elşeqra bi daxuyaniyek hat şermezarkirin
NÛÇE

Erkdarkirina Hatim Ebû Elşeqra bi daxuyaniyek hat şermezarkirin

13/05/2025
Ji tifengê ber bi demokrasiyê: Ravekirina kongreyên PKK`ê
ROJEV

Ji tifengê ber bi demokrasiyê: Ravekirina kongreyên PKK`ê

13/05/2025
Partiya Şehîdan  PKK
ROJEV

Partiya Şehîdan PKK

13/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.