Navenda Nûçeyan-Qamişlo
HPG`ê 4 gerîlayên ku di sala 2016`an li Derya Reş û Wanê şehîd bibûn bi bîr anî û got,”Ji bo azadiya gelê xwe heta kêliya dawiyê têkoşîneke bêhempa meşandin.”
Navenda Ragihand û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel HPG`ê bi daxuyaniyekê nasnameya 4 şehîdên ku li Derya Reş û Wanê şehîd bûbûn eşkere kir.
Daxuyanî wiha ye:
“30`ê Îlona 2016`an li bajarê Ordûyê di dema operasyona dijmin de şerekî giran qewimî bû û di vî şerî de gelek leşkerên dijmin hatibûn cezakirin. Di vî şerî de hevrêyên me Baxtiyar, Agîd û Celal ên ku demeke dirêj li herêma Derya Reş gerîlatî kirin, heta kêliya dawî bi îradeya Apoyî şer kirin û şehîd bûn. Em bi rêzdarî û minetdarî wan bi bîr tînin.
Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:
Nasnav: Baxtiyar Botan
Nav û paşnav: Erol Kûrt
Cihê ji dayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Seherbaz-Îsmet
Cih û dema şehadetaê: 30’ê Îlona 2016 `an \Derya Reş
Nasnav: Agîd Serhat
Nav paşnav: Mehmed Yildiz
Cihê ji dayikbûnê: Erzîrom
Dayik-Bav: Ayşe-Mecîd
Dem û cihê şehadetê: 30’ê Îlona 2016`an / Derya Reş
Nasnav: Celal Mêrdîn
Nav paşnav: Abdulcelîl Alpaydin
Cihê ji dayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Ayfer-Yûsif
Dem û cihê şehadetê: 30’ê Îlona 2016`an / Derya Reş
4`ê Gulana 2016`an li herêma Wanê di êrişên dewleta Tirkiyê ya qirker de ên ji bo dagîrkeriyê hevriyê me Andok Argeş şehîd bû. Hevriyê me Andok ku bi wêrekî û fedakariya xwe milîtanekî Apoyî yê mînak bû, di salvegera şehadeta wî de bi rêzdarî û minetdarî wî bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna wî teqez bikin.
Agahiyên li ser nasnameya hevriyê me Andok wiha ne:
Nasnav: Andok Argeş
Nav paşnav: Serdar Atsiz
Cihê ji dayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Aliye-Bûrhan
Dem û cihê şehadetê: Sibata 2016`an / Wan