Tuesday, May 13, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Emê ti carî hînê jiyana bê Rêberê xwe nebin!’

14/02/2022
in Uncategorized
A A
‘Emê ti carî hînê jiyana bê Rêberê xwe nebin!’
Share on FacebookShare on Twitter

YJA Star: Li hemberî komploya navneteweyî ku dixwaze me hînî jiyana bê Rêbertî bike, emê li ser şopa fermandarên xwe yên azadiyê bimeşin û bibin pêşengên xwegihandina Rêbertiyê. Em hînî jiyana bê Rêber Apo nebûn, emê ti carî hîn nebin.

 

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê derheqê salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de komploya navneteweyî bi soza tolhildana mezin hate şermezarkirin û şehîdên azadiyê bi rêzdarî û minetdarî hatin bîranîn.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku bi derketina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re xewn û xeyalên mêtingeriyê yên hêzên komploger ên li ser Rojhilata Navîn derbeke mezin xwarin û wiha hate gotin: “Rêber Apo Kurdên azad afirand û bi vî rengî hişmendiyeke azadiyê da gelên Rojhilata Navîn. Komploya navneteweyî ya li hemberî Rêber Apo hate kirin, komployek li dijî Kurdîtiya azad, li dijî hişmendiya azadiyê ya civaka herêmî û cîhanî hate kirin. Komplo şerekî taybet e ku xwe dispêre talankirina îrade û hişmendiyê. Komplo konsepteke tunekirinê û înkarê ya bi rêk û pêk e. Di şexsê Rêber Apo de xwestin hebûna mirovahiyê înkar bikin. Înkar jî cezayê herî mezin e ku li hebûnê tê ferzkirin.

Rêberê me ku projeya sed salî ya hêzên hegemonîk a li Rojhilata Navîn pûç kir, di dîroka pêncî salên dawî de ji bo gelên bindest ên li Rojhilata Navîn paradîgmaya neteweya demokratîk ava kir û li ser piyan ma. Rêberê me bi vê sekna xwe ji bo gelan çavkaniyeke mezin a hêvî, bawerî û îradeyê ye. Em îro dibînin ku gotineke bi tenê ya Rêber Apo ku rêbertiyê ji Modernîteya Demokratîk re dike, tevahiya rojeva cîhanê diguherîne.”

‘Rêya rizgarkirina rûmeta mirovahiyê kombûna li dora Rêber Apo ye’

Fermandariya YJA Starê ragihand ku mirovahî êdî baş dizane ku hewldanên mezin tê dayin ku dengê rastiyê û azadiyê di nava dîwarên Îmraliyê de bê hefskirin û wiha domand: “Sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê ku veguheriye şerma mirovahiyê, dike ku mirovên xwedî rûmet ên dixwazin ji vê şermê rizgar bibin li dora Rêbertî bicivin. Di serî de jin, mirovahî êdî naxwaze bi vê şermê bijî. Felsefeya jiyanê ya Apoyî ku her roj bêhtir cîhanî dibe, mizgîniya têkçûna dîrokî ya komplogeran dide. Hêzên komploger her çend çav û guhên xwe bigirin jî wê nikaribin ji dengê rastiyê yê civakan birevin. Li hemberî gavên bêesilhiştinê yên komployê, yekane rêya rizgariya rûmetê ew e ku hûn bêhtir li dora Rêbertî kom bibin. Ji ber vê yekê jin, ciwan, ji heft heta heftê salî her kesên ku baweriya xwe bi rastiya Rêbertî heye, ji bo rawestandina sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê ku li dijî mirovahiyê ye, divê niha dengê xwe bêhtir geş bikin. Her çalakî, her gava ku ji bo hilweşandina dîwarên li dora Rêbertî tên avêtin, wê weke çalakiya herî bi esîl a dîroka azadiyê ya bi rûmet a mirovahiyê bê pênasekirin.”

‘Gelê me û ciwan divê Şerê Gel ê Şoreşgerî bi pêş ve bibin’

Di daxuyaniyê bal kişand ser girîngiya Şerê Gelê Şoregerî û ev bang hate kirin: “Em bang li gelê xwe bi taybetî jî ciwanan dikin ku Parêznameyên Rêbertî bixwînin û bi vê têgihiştinê şerê gel ê şoreşgerî bi pêş ve bibin. Biryardariya bingehîn a li ser şerê gel ê şoreşgerî jî îdîaya pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî ye. Ev ibryardarî bi taybetî ji bo me jinan hinceta me ya şer û jiyanê ye. Şoreşa ku li Rojava bi pêşengiya jinan hate kirin, herikîna jinên Şengalî ref bi ref li nava xweparastin û têkoşînê, serhildanên jinan ên ji bo pêkanîna jiyana azad, ji encamên pêngava azadiyê ya Rêbertî ye. Wê bibe asta herî bilind a vê gava azadiyê ku civak, bi taybetî jin û ciwan li hemberî pirsgirêkên azadiyê xwe bi rêxistin bikin û şerê gel ê têgihiştî yê li dijî sîstemê bidin destpoêkirin. Lewma artêşbûna jinê ya YJA Starê ji bo jinên cîhanê mînaka şênber a bilindbûna azadiyê ye.”

‘Emê tola herî mezin ji komlogeran hilînin’

Herwiha di daxuyaniyê de bi navê jinên YJA Starî bang li jinan hemûyan hate kirin ku hêza xwe tevlî hêza YJA Starî bikin û xwedî li azadiyê û Rêberê azadiyê derkevin.

Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Em parêzvanên jiyana azad a bi Rêbertî re; jinên YJA Starî mîna Şîlan Goyî, Nûjîn Êrsî, Sozdar Qamişlo, Nûda Sason, Delal, Gulnaz, Şevîn û Nalînan şopdarên fermandarên xwe yên azadiyê ne. Li hemberî komploya navneteweyî ku dixwaze me hînî jiyana bêyî Rêbertî bike, em ê li ser şopa fermandarên xwe yên azadiyê bimeşin û bibin pêşengên xwegihandina Rêbertî. Em hînî jiyana bêyî Rêber Apo nebûn, em ê ti carî hîn nebin. Her gerîlayeke jin a YJA Starê fedayiyeyeke azadiyê ya Rêber Apo ye. Rêber Apo ji bo me fermandarê şer û jiyanê ye, li ser bingeha fermanên wî yên azadiyê em ê jiyana mezin a azadiyê ava bikin. Bi şervaniya jiyanê ku her kêliya xwe bi Rêbertî re ye em ê tola herî mezin ji dijmin hilînin.”

Fermandariyê herî dawî destnîşan kir ku heta misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û afirandina jiyana bi rûmet a gelê Kurd wê têkoşîna xwe mezin bikin û biryardariya wan ji her demê bêhtir mezin be.

Post Views: 37
ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Zanîngeha Kurdî wê gaveke guhêrbar ji perwerdeya Kurdî re bafirîne’
ÇAND Û HUNER

‘Zanîngeha Kurdî wê gaveke guhêrbar ji perwerdeya Kurdî re bafirîne’

13/05/2025
Li Zanîngeha Rojava bi boneya roja Zimanê Kurdî panêlek hate lidarxistin
NÛÇE

Li Zanîngeha Rojava bi boneya roja Zimanê Kurdî panêlek hate lidarxistin

13/05/2025
Dîroka qirkirina gelê Kurd Serhildana Agirî û Geliyê Zîlan (1)
NÛÇE

Dîroka qirkirina gelê Kurd Serhildana Agirî û Geliyê Zîlan (1)

13/05/2025
Erkdarkirina Hatim Ebû Elşeqra bi daxuyaniyek hat şermezarkirin
NÛÇE

Erkdarkirina Hatim Ebû Elşeqra bi daxuyaniyek hat şermezarkirin

13/05/2025
Ji tifengê ber bi demokrasiyê: Ravekirina kongreyên PKK`ê
ROJEV

Ji tifengê ber bi demokrasiyê: Ravekirina kongreyên PKK`ê

13/05/2025
Partiya Şehîdan  PKK
ROJEV

Partiya Şehîdan PKK

13/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.