Dilîn Ehmed-Ronahî
Mamosta Nûrhan Yûsiv, ji dehsaliya xwe ve ji dayîk û xwîşkên xwe, fêrî karê destan yê benikên hirî bûye. Bi roj zarokan fêrî zimanê dayîkê dike, bi şev jî bi sîxikan ji benikên hirî, têştên pir xweşik û cuda çêdike.
Karê benikên hirî karekî zivistanî ye ku mirov, şevên xwe yên dirêj pê diborîne. Herwiha gelek mirov jî bi taybetî jin, ji heskirina karê bi benikên hirî, cil û tentenyên cuda çêdikin. Jina bi navê Nûrhan Yûsiv jî hem mamosteya zimanê kurdî ye, hem jî pispora çêkirina her cure cil û tiştên bi sîxan tên çêkirin e. Cilên jin, zarok, mêr û tiştên malê bi sîxik û benikên xwe yên hirî, çêdike.
Li ser heskirina xwe ya ji benikên hirî, mamote Nûrhan Yûsiv ji me re wiha axivî.
`Ev 40 sal in ez fêrî vî karî bûme, salek ser min re derbas nabûye ku min kar nekiriye.` Nûrhan diyar kir ku ji zaroktiya xwe ve ji dayîk û xwîşêkin xwe fêr bûye. Dema ditît ku dayîka wê ji benikên hirî cil û teneneyên pir xweşik çêdike, pir ji vî karî hes dike. Ji wê demê ve heskirina wê ya karê destan, dest pê dike.
Nûrhan dibêje, `tişta herî xweş ew e ku dema mirov tiştekî balkêş û xweşik ji keda xwe diafirînin e.` Herwiha Nûrhan diyar dike ku ev kar hem pêşesazî ye hem jî karê heskirin û mereqê ye. Lê di nirîna wê de, hemû kar bi taybetî karê destan ku karê heskirin û merewû be, mirov dikare xwe pêş bixe.
`Mirov ji afirandina keda xwe kêfxweş dibe`
Nûrhan dide xuyakirin ku, eger derfetên wê hebûna, wê projeyeke taybet ji xwe re danîbûya. Lewra ew di karê xwe de pispor e. Nûrhan got, `karê desta mbi giştê mirov ji xweşikbûna wê hes dike. Bi taybetî karê benikên hirî.` Ji ber ku cilên hirî mirov ji sermaya zivistanê diparêze, her kes jê hes dike. Hem ji bo domandina çandê, hem jî ji bo faydeyê karê destan ji gel re. Mamosta Nûrhan ji zû ve li ser vekirina projeyeke teybet dihizire. Lê ji ber ku derfetûm wê nînin, nikariye vê gavê biavêje.
Nûrhan Yûsiv wiha got; `Eger hinek bi min re bibin alîkar, emê projeya karê destan çêkin. Ji ber ku piraniya mirovaan ji cil û tenteneyên hirî hes dikin.` Herwiha ne cil tenê, tentenêyên tawle, firax û televizyonaan û gelek tiştên din çêdike. Nûrhan diyar kir ku, karê destan pir bi sûd e hete mirov li ser xwe be, wê kar bike. Mamosta bi bîra xwe tîne dema xwîşêkên wê dibûne bûk, dayîka wê ji wan re tenteneyên cuda çêdikirin. Mîna balîv, neqşên nivîna û gelek tiştên pir xweşik û cuda, çêdikirin.
Nûrhan diyar kir ku wê jî ji xwe re mîna dayîka xwe rehela xwe bi tenteneyan xemilandiye. Nûrhan dibêje, heta çend salan min ji xwe, zarokê xwîşkê xwe re cil çêdikirin. Lê niha ji ber ku çar nevî û sê bûkên min hene, ez piranî cil û tiştên ku ew dixwazin çêdikim.`
`Bêhna min bi karê min firey dibe`
Ji qerbalix û bûyerên nexweş yên cîhanê, Nûrhan bêhna xwe bi karê destan vedide û dibêje; her mirov bêhna xwe bi awayekî fireh dike, hin bi guhdarîkirina mûzîkê, hin bi derketinê, hin jê bi girî, gelek rêbazên cuda yên bêhnvedanê hene.’ Mamosta Nûrhan jî bi sîxik û benikên hirî bêhna xwe derdixe. Lewra ew ji piçûkayî ve vî karê dike, bûya beşek pir girîng di jiyana wê de.
Mamosta Nûrhan got, karê bedikên hirî li ser mekîneyan jî tê çêkirin, lê ji ber ku çêkirina ser destan çêtir e, piraniyê dayîkan li gel me çêdikin. Jixwe cil yan jî tentene hene, li ser du sîxan û hene ser sîxekî. Ev jî li ser tişta ku mirov çêdike dimîne. Zehmetiyên wê hene ez nabêjim na, lê ji ber ku ev kar ji heskirinê ye, mirov jê aciz nabe.
Nûrahan Yûsiv di dawiya axaftina xwe de bang xwedîmereq kir ku, ji karê ku ew jê hez dikin bi israr bin. Lewra kar bi heskirinê pêş dike.