Prof. Mahmoud Patel got, divê hêzên komploger wek nîşana niyeta baş daxwaziya azadkirina rêber Abdullah Ocalan bikin. Herwiha got, erdê Afrîkayê ji bo ku Komploya Navneteweyî rewa bikin, hat bikaranîn.
FacebookTwitterWhatsAppTelegram
Ji kesên ku paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan wek çirûskeke hêviyê dibînin, Mahmoud Patel yê ji Afrîkaya Başûr e. Patel dibêje gelê wî Rêber Ocalan wek yekane hêza pêkanîna aştiyê ya li herêmê dibîne.
Serokê Koma Çalakiyê ya Kurd ya Mafên Mirovan ya Afrîkaya Başûr Prof. Mahmoud Patel bi pêmana salvegera komployê ji ajansa me re axivî.
DEMA KU LI BENDÊ BÛN HERE AFRÎKAYÊ, KOMPLO ÇÊBÛ
Patel diyar kir ku girtina Rêber Abdullah Ocalan di encama Komploya Navneteweyî de li Kenyayê bandoreke neyînî li gelê Kenyayê û gelê Afrîkayê kir û diyar kir ku gelek xemgîn bûn dema ku bihîstin Rêber Abdullah Ocalan dîl hatiye girtin ku dihat payîn mafê penaberiya siyasî li Afrîkayê jê re were dayîn.
Patel got pişt re pê zanîne ku di mijara dîlgirtina Rêber Ocalan de CIA, MI6, Mossad û rayedarên Kenyayê alîkarî dane MÎT’ê û hê jî nayê zanîn ka çima hikumeta wê demê li pêşberî vê mijarê bêdeng maye.
Patel da xuyakirin ku di daxuyaniya wezîrê karên derve yê Kenyayê Bonaya Godana ya têkildarî Rêber Abdullah Ocalan de hat diyarkirin ku welatê wî ti rol nelîstiye lê çavkaniyên Kenyayê ji ajansên nûçeyan re diyar kirine ku serok Daniel Arap Moî yê ku dixwest bi DYA’yê re têkiliyên baş bidomîne û ev yek daxuyaniya Godana bêwate dike ku ferman daye ku Rêber Ocalan radestî MÎT’ê were kirin.
ÇIMA NAÎROBÎ HAT HILBIJARTIN?
Mahmoud Patel sedemên ku hêzên navneteweyî Naîrobî wek bajarê dawî ji bo dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan hilbijartine, wiha tîne ziman: “Ewropiyan û dostên sexte nexwestin li ser erdê xwe bigirin. Wekî ku di sala 1999’an de di rojnameya Los Angeles Times de hat ragihandin, ev zexteke Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bû ku helwesta Tirkiyê di nava NATO’yê de nîşan dida. Erdê Afrîkayê ji bo ku Komploya Navneteweyî were rewakirin hat bikaranîn.”
NÊRÎNA GELÊ AFRÎKAYÊ JI RÊBER OCALAN RE; HÊVIYEK E
Li Afrîkaya Başûr, Koma Çalakiyê ya Kurdan a Mafên Mirovan, saziyên din ên mafên mirovan, sendîka û Partiya Komunîst a Afrîkaya Başûr bi salan e ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan xebatên lobiyê dikin. Patel destnîşan kir ku keda wan a ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan, erkeke exlaqî û polîtîk e û wiha axivî: “Bi giştî hemû rêxistinên mafên mirovan Rêber Ocalan ji bo gelên bindest ên Kurdistanê wek hêviyê dibînin. Ez jî wisa dibînim. Gelê Afrîkaya Başûr, rêber Ocalan wek rêberê rewa yê gelê Kurd û mifteya aştiyê ya li herêmê dibîne.”
Patel têkoşîna gelê Kurd û ya gelên bindest ên Afrîkaya Başûr şibandin hev û destnîşan kir ku her du gel ji azadî û mafên bingehîn li welatên xwe bêpar hatine hiştin û got: “Bi rêya ANC û PAC’ê li gelê bindest ê Afrîkaya Başûr, hem jî gelê Kurd bi rêya PKK’ê têkoşîna çekdarî ya rizgariyê meşand. Nelson Mandela ji bo ku têkoşîna çekdarî bi rê ve bibe, dest bi xebata veşartî kir û ji aliyê rêxistinên îsrîxbaratê yên DYA’yê ve rastî xiyanetê hat. Abdullah Ocalan jî rastî xiyaneta DYA, Brîtanya û Îsraîlê hat. Ew her du jî li giravan bûn; Mandela li girava Robbenê, rêber Ocalan jî li girava Îmraliyê.”
‘HIQÛQA XWE BI CIH BÎNIN!’
Mahmoud Patel xuya kir ku ji bo bicihanîna edaletê ji rêber Ocalan û gelê Kurd re, divê hêzên komploger demildest bikevin nava hewldanan û got: “Divê hêzên komploger wek nîşandana niyeta baş, tavilê serbestberdana rêber Ocalan bixwazin.”
Patel diyar kir ku dem hatiye ku bang li Tirkiyê bikin ku di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de wezîfeyên xwe bi cih bîne û bi taybetî li gorî peymanên Neteweyên Yekbûyî yên ji aliyê Tirkiyê ve jî hatine îmzekirin û wiha lê zêde kir: “Divê hevalbendên NATO’yê hesabê Tirkiyê bikin û berjewendiyên xwe nexin pêşiya azadî û demokrasiyê ji bo Kurdan, di nav de azadiya rêber Ocalan jî.”
‘IŞKENCEYA HERÎ XIRAB E’
Patel rapora raportorê taybet ê Neteweyên Yekbûyî Juan Méndez a di Cotmeha 2011’an de pêşkêşî Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî kiribû, bi bîr xist û diyar kir û got:”Îşkenceyeke herî xirab e. Ji bo aştî û aramiya li Tirkiyê û herêmê, divê NY bi lezgînî şertên girtîgehê yên Abdullah Ocalan lêkolîn bike û divê Komîteya li dijî Îşkenceyê were seferberkirin.”
Patel diyar kir ku rêber Abdullah Ocalan nûnerê gelê Kurd e û dikare li Tirkiye û herêmê rê li ber aştiyê veke. Patel diyar kir ku li ser bingeha tecrubeya welatê wan, serbestberdana lîderekî rewa û pêbawer, mecbûrî ye û ji bo pêvajoyeke aştiyê şertekî pêwîst e û got: “Daxwaza azadiya rêber Ocalan rewa ye.”
Serokê Koma Çalakiyê ya Kurdan a Mafên Mirovan a Afrîkaya Başûr Prof. Mahmoud Patel her wiha diyar kir ku bi azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan re, rêber Ocalan wek mirovekî azad dê bikare bi dewleta Tirk re dan û standinan bike. Patel got divê ev dewlet bi awayekî komî bang li Neteweyên Yekbûyî bikin ku ji bo hêsankirina hevdîtinên aştiyê însiyatîfekê bidin destpêkirin û Tirkiyê vexwînin pêkanîna erkên xwe yên li gorî hiqûqa navneteweyî.
ANHA