Tuesday, May 13, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Çawîşî Hazna Su ew kuştî, xwe bi ‘Bariş Pinariyê’ parast

14/02/2022
in Uncategorized
A A
Çawîşî Hazna Su ew kuştî, xwe bi ‘Bariş Pinariyê’ parast
Share on FacebookShare on Twitter

Li Qoserê çawîşekî pispor bi wesaiteke artêşê ya bi plakeya Sûriyê pê li Hazna Su ya 52 salî kiribû û kuştibû. Çawîşê pispor paşê bi şertê kontrola edlî hatibû berdan û pişt re şertê kontrola edlî jî hatibû rakirin. Di îdianameyê de hat xwestin ku ji 2 salan heta 6 salan ceza lê bê birîn. 

11’ê Çileya borî li nêzî Girtîgehê ya navçeya Qoser ya Mêrdînê Hazna Su ya 52 salî gava xwestibû derbasî wî aliyê rê bibe, wesaitek lê qelibîbû û jiyana xwe ji dest dabû. Piştî bûyerê kifş bûbû ku wesaita lê xistî ya artêşê ye û plakaya wê jî ya Sûriyê ye û yê li Sûyê qelibandî jî çawîşekî pispor e.

 

Lê derket holê ku wesaita bi marka Wolksvagen Amaerok ku plakayeke bajarê Helebê ya Sûriyeyê pê ve hatiye kirin, ya Tûgaya Qomando ya 49’an a Çewlikê ye.

 

Piştî bûyerê çawîşê pispor Bestamî Dûman hatibû binçavkirin û Dadgeriya Ceza ya Sulhê de bi şertê kontrola edlî û qedexeya derketina derveyî welêt berdabû. Piştî Dûman îtiraz kiribû, di 1’ê Sibata 2022’yan de şertê kontrola edlî û qedexeya derketina derveyî welêt jî hatibû rakirin.

 

Bi qasî 30 metreyî ew pengizand

 

Di zabitnameya cihê bûyerê de hatiye destnîşankirin ku cihê bûyer lê çêbûyî cihê derbasbûna peyayan e û tabele jî lê heye. Di zabitnameyê de hatiye diyarkirin ku gava wesait li Hazna Suyê qelibî Su bi qasî 30 metreyan pengiziye û wesait jî 39 metreyan şûn de sekiniye.

 

Paristina bi ‘Bariş Pinari Harekati’

Çendî şahidên li wir gotine ajokar pir bi lez ajotiye jî, lê çawîşê pispor derpêş kiriye ku bi lez neçûye û gava lempeya sor vêketiye bi rê ketiye. Çawîşê pispor Dûman di îfadeya xwe de ev tişt gotine: “Wesaita bi min re paşê kirine wesaita bizirx. Lewma gava min pê li firênê dikir, ji ber hin pirsgirêkên teknîkî yên wesaitê sekinandina wê hinekî zehmet bû. Her wiha ji ber ku paşê veguherandine wesayîteke zirxî dîregên li çep û rastê nahêlin meriv derdorê bibîne. Min di kêliya dawî de maqtûlê dît. Çawa çav pê ketim min pêl firên kir, lê min nikaribû pêşî li ber qezayê bigire. Ez di tevgera Bariş Pinariyê (Kaniya Aştiyê) de me. Ez di tempoyeke zêde de dixebitim.”

 

Serdozgeriya Komarê ya Qoserê derbarê çawîşê pispor Bestamî Dûman de îdianame amade kir. Di dianameyê de hatiye destnîşankirin ku tu qisûreke Huzna Sû tune ye, lê wesayîtê pîvanên trafîkê binpê kirine. Di îdianameyê de hatiye xwestin ku ji 2 salan heya 6 salan ceza li Dûman bê birîn.

MA / Mêrdîn

Post Views: 36
ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Zanîngeha Kurdî wê gaveke guhêrbar ji perwerdeya Kurdî re bafirîne’
ÇAND Û HUNER

‘Zanîngeha Kurdî wê gaveke guhêrbar ji perwerdeya Kurdî re bafirîne’

13/05/2025
Li Zanîngeha Rojava bi boneya roja Zimanê Kurdî panêlek hate lidarxistin
NÛÇE

Li Zanîngeha Rojava bi boneya roja Zimanê Kurdî panêlek hate lidarxistin

13/05/2025
Dîroka qirkirina gelê Kurd Serhildana Agirî û Geliyê Zîlan (1)
NÛÇE

Dîroka qirkirina gelê Kurd Serhildana Agirî û Geliyê Zîlan (1)

13/05/2025
Erkdarkirina Hatim Ebû Elşeqra bi daxuyaniyek hat şermezarkirin
NÛÇE

Erkdarkirina Hatim Ebû Elşeqra bi daxuyaniyek hat şermezarkirin

13/05/2025
Ji tifengê ber bi demokrasiyê: Ravekirina kongreyên PKK`ê
ROJEV

Ji tifengê ber bi demokrasiyê: Ravekirina kongreyên PKK`ê

13/05/2025
Partiya Şehîdan  PKK
ROJEV

Partiya Şehîdan PKK

13/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.