Navenda Nûçeyan
QSD`ê ragihand ku fînansorekî çeteyên DAIŞ`ê berî ku li pêşiya dikanekê mayînê biteqîne ji aliyê hêzên wan ve hat girtin. Herwiha da zanîn ku ew çete li xwe mikur hatiye ku dewleta Tirkan alikariyê dide wan.
Navenda Ragihandinê ya QSD`ê di vê derbarê de daxuyaniyek weşand.
Daxuyanî wiha ye:
“Yekîneyên taybet ên Hêzên Sûriya Demokratîk, terorîst û berpirsê belavkirina alîkariyan û fînanskirina şaneyên terorîst ên rêxistina terorîst a DAIŞ`ê li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê girt. Ev kes heman demê pere digihandin malbatên endamên rêxistina terorîst ên li kampa Holê.
Terorîstê bi navê Mihemed Ehmed Kerez li xwe mikur hat ku alîkariya ji hin aliyên li Tirkiyê û herêma Idlib a bakur rojavayê Sûriyê di wergirt û paşê li şaneyên terorîst ên rêxistina DAIŞ`ê, belav dikir.
Terorîst ji bajarê Babê ye. Rewşên mirovî keysbaz kir da ku li bajarê Reqayê bi cih bibe. Terorîst xwe mukur hat ku şaneyek ava kir da ku bazirganên bajarê Reqayê şantaj bike û di bin gefan de wan neçar bike ku pereyan bi navê (Zikir) bidin wan û paşê wan pereyan li şaneyên DAIŞ`ê belav bikin.
Herî dawî terorîst hewl da ku mayînekê li pêşiya dikanekê biteqîne û beriya ku mayînê biteqîne, di çalakiya Hêzên Taybet ên QSD‘ê de hate girtin.
Li gorî mukurhatinên Kerez ê terorîst, destpêkê erka wî wergirtina alîkariyên ku ji dewleta Tirk û Idlibê ve dihat şandin da ku li şaneyan li herêmên cûda ji wan kampa Holê, belav bike bû.
Terorîst Mihemed çavkaniyeke din ku girêdayî şaneyên fînanskirinê eşkere kir. Mîsyona vê çavkaniyê şantajkirina bazirganan e, her wiha zextê ku li wan dikin da ku pereyan bidin. Terorîst têkiliya xwe bi kesê bi navê Îbrahîm re eşkere kir ku erka wî wergirtina mayînan ji heman herêmên ku pere ji wan tê (Tirkiyê û Idlib) da ku bazirganên herêmî yên ku pereyan nadin şaneyên rêxistinê bikin hedef û şantaj bikin. Ev terorîst sûd ji nasîna terorîst (Kerez) bi bazirganên herêmî re werdigirt, ji ber ew li sûkên mezin ên bajarê Reqayê dixebitî.”