Navenda nûçeyan
Kurdistanî û dostên wan li London, Strasboûrg, Osloyê û gelek deverên din. weke her sal ji berpirsyarên komploya navneteweyî hesab pirsîn.
Li Londonê li ser banga Meclisa Gelê Kurd ya Ingilîstanê, bi pêmana salvegera 23an ya Komploya Navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li ber avahiya BBC meşeke girseyî hat lidarxistin. Kurdish Solidarity, Freedom For Ocalan Campaing, sendîqayên Ingilîstanê, rêxistinên girseyî yên demokratîk û bi sedan kes beşdarî meşê bûn. Di meşê de balonên bi daxwaziya azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YPG, YPJ, TCŞ/TekoJin, MLKP û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin firandin. Di meşê de dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Freedom Ocalan” (Ji Ocalan re azadî), “De list PKK Free Ocalan” û “Terorîst Erdogan” hatin avêtin.
Rêxistinên ciwanên Kurd û ciwanên enternasyonalîst jî li Frankfûrtê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan “Meşa Dirêj” dabû destpêkirin, çalakger 13 mehê tevlî çalakiya li Strasboûrgê bûn. Ji Swîsre, Elmanya û Fransayê bi hezaran kes li ber stasyona trenê ya Strasboûrgê kom bûn. Her çiqasî polîsên Fransî nehiştin ku piraniya xelkê biçin Elmanyayê, li gel hemû astengiyan jî bi hezaran kes tevlî çalakiyê bû. Çalakî di saeta 12.00’an de li ber îstasyona trenê ya Strasboûrgê dest pê kir û li qada Long Dîstance bi dawî bû. Ciwanan di çalakiyê de timî dirûşmeyên bi zimanê Kurdî, Fransî û Tirkî komplo şermezar kirin.
Herwiha di heman rojê de li Osloyê jî meşeke girseyî hat lidarxistin. Meş ji aliyê NCDK’ê ve hate organîzekirin. Kurdistanî û dostên wan li ber stasyona trenê ya navendî li hev civiyan, heta ber avahiya Parlamentoyê meşiyan û piştre mîtîngek li dar xistin. Nûnerên Solidaritet med Kurdistan jî piştgirî dan meşê. Di meşê de jinan cihê xwe li pêş girt û pankartên ku ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî dixwaze hate hilgirtin. Di meşê de dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Frihet for Ocalan” (Ji Ocalan re azadî), “Fredi Kurdistan (Ji Kurdistanê re azadî)”, “Terorîst Erdogan ” “NATO û Tirkiye bila ji Kurdistanê derkevin“ hatin avêtin.
Çalekiyên ku li pir walatan bi pêmana salvegera Komploya Navnetewî ya 15 Sipatê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin li darxistin, bi gişti peyama wan ew bû ku Abdullah Ocalan hêviya gelan e û divê demildest bê berdan.