Navenda Nûçeyan-Qamişlo
Îro (14.02.2021) saet 12`an bi dehan xwendekarê bajarê Qamişlo ji bo şermezarkirina komploya Navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocelan, bi durişma” Bimre Komploya 15`ê Sibatê”meşek li darxistin.
Meşê ji çerxa Osman Sebrî destpêkir û heta Navenda Mihemed Şêxo dewam kir. Meş bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, pişt re ji aliyê Ciwanê Şoreşgerve daxuyaniyek hat dayîn.
Daxuyanî wiha ye:
“23`ê sal in Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di zindanê de ye. Dewleta Tirkiyê û hêzên komploger xwestin bi vê komployêgelê Kurdan tine bikin û me ji felsefeya rêbertiyê qut bikin. Lê ti kes nikare me ji rêberê me qut bike û wê têkoşîna me bênavber dewam bike.”
Meş bi dirûşmên” Bimre Komploya 15`ê Sibatê, Azadiya Fîzîkî ji bo Rêberê Gelê Kurd, Bêjî Serok Apo”