Navenda Nûçeyan-Qamişlo
Ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan ciwanê bi navê Kanîwar Hacî yê ji bajarê Dêrikê li sûka navendî ya bajêr, agir bi bedana xwe xist.
Ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber gelê Kurd Abdullah Ocalan ku derbasî sala xwe ya 24`an dibe ciwanê bi navê Kanîwar Hacî yê 27 salî ku ji malbateka welatparêz e û ji destpêka salên 90`ê ve malbat tevgera azadiyê nasdike agir bi bedena xwe xist.
Li gorî agahiyên hatîn girtin şêniyan bajar yên bûyine şahidê bûyerê Kanîwar rakire nexweşxaneya Wetenî ya bajarê Dêrikê, herwiha bijîşkan jî ragihand ku bedana Kanîwar bi rêjeya ji sedî 40 şewitiye û niha jî di bin kontrola bijişkan de tedeviya wî berdewam e.