Tuesday, May 13, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji El-Îmaratê.. Jineke mexribî xwe fêrî zimanê kurdî dike

13/02/2022
in Uncategorized
A A
Ji El-Îmaratê.. Jineke mexribî xwe fêrî zimanê kurdî dike
Share on FacebookShare on Twitter

Ronahî/El-Îmarat

Sakîne: Dema min ev hevok bihîst min qet wateya wê nizanîbû, lê min pir jê hes kir. Herwiha min zanî ku gelê Kurd yê bakur û rojhilatê Sûriyê, bi vê hevokê heskirina xwe ji hev re diyar dikin

‘Ez pir ji we hes dikim.’ Bi vê gotinê jina mexribî ya bi navê Sekîne Bin Biryan ya 33`salî, ku ji 2014`an ve li El-Îmarat`ê bi cî bûye, heskirina xwe ji gelê bakur û rojhilatê Sûriyê re diyar kir. Sekîne bi kenekî şîrîn dibêje; min cara yekê kurdi bi gotina `ez qurban` bihîst û bi wateya vê gotinê min xwast kurdî fêr bibim.

Keç û xurtên neteweyên cuda, Ereb û biyanî li El-Îmarat Erebî ya Yekbûyî dijîn. Bi jiyana bi hev re, ew gelan nas dikin û zimanên ku ew qet nehezirîne ku fêr bibin, jê hes dikin û xwe fêr dikin.

Sakîna dayîka zarokekê ye. Piştî ew û hevjînê xwe ji hev diqetin, ji bo paşroja xwe û kurê xwe, biryara rêwîtiyê dide. Sekîne kurê xwe li Mexribê li gel dayîk û bavê xwe dihîle û berê xwe dide El-Îmarat.

Şert û mercên jiyanê wê neçarî rêwîtiyê dikin      

Jina ciwan bi serê xwe digihe welatê El-Îmaratê. Li ser welatê xwe tevlihev bû, lewra cihê ku gihiştiyê pirneteweyî ye. Ziman û çandên wan ji yêm welatê wê cuda ne. Sekîne dibîje; ez pir bîriya zimanê herêma xwe dikim, şevên li xerîbiyê pir zor û tehl in.

Sekîne diyar kir ku, ji bo paşroja kurê xwe dûrî welatê xwe ketiye û axaftina xwe wiha domand: “Ti kes ji welatê xwe dernakeve ku ne neçar be. Tenê şert û mercên zehmet yên jiyanê, mirov dikin rêwî. Lewra xerîbî pir zor û zehmet e. Temenê me yê ciwan bi êş û jan li xerîbiyê derbas dibe.”

Çavên wê tijî rondik dibin dema roja dûrbûyîna ji kurê wê tê bîrê û dibêje; heft salî bû min li gel dayîka xwe ji bo avakirina paşrojeke baş, hişt.

Sekîne di salona bedewiyê de li gel jina Kurd ya bi navê Perwîn ya ji bakur û rojhilatê Sûriyê, dest bi kar kir. Ji wê demê çîroka heskirina wê ji ziman û çanda gelê Kurd re dest pê kir.

Jina kurd Perwîn ya ku Sekîne gel wê kar dike, demeke wê dirêj li Îmaratê çêbibû. Pêwîstiya wê bi jinan hebû ku di karê wê de bibin alîkar. Sekîne yek ji wan bû ku li gel wê dest bi kar kir.

“Ez qurban”

Sekîne hevoka ‘Ez qurban’ ya ku beriya pênc salan ji devê jina Kurd bihîsttibû, tîne bîra xwe. Sekîne wiha dibêje; “Dema min ev hevok bihîst min qet wateya wê nizanîbû, lê min pir jê hes kir. Herwiha min zanî ku gelê Kurd yê bakur û rojhilatê Sûriyê, bi vê hevokê heskirina xwe ji hev re diyar dikin.”

Sekîne bi gotinên xwe yê balkêş bi heskirin û rêzgirtina ji gel re, axaftinên xwe berdewam kir. `Jineke ciwan, ku bi tena serê xwe kar dike, bi danûstandina xwe ya xweş û rêzgirtin, dihêla ku mirov ji gelê bakur û rojhilatê Sûriyê bi giştî hes  bike bi taybetî gelê Kurd.`

 ‘Gelê Kurd li hemberî çeteyên herî bixeter, têkoşîna azadiyê dike’

Ramanên Sakîne ne ji aliyê erdnîgarî û ne ji aliyê siyasî ve, li ser Sûriyê hebû. Lê bi tevlîbûna wê ya salona Perwînê, ji kevneşopî, stiran, govend û zimanê gelê Kurd hes kir. Herwiha Sekîne pîrozkirina cejna Newrozê bi hevalên xwe re li hundirê salonê ji bîr nake.

Sakîna dibêje ku ew li stiranên kevneşopî yên, kurdî, suryanî û erebî yên wê herêmê guhdarî dike û li ser mezheb û olên wan, agahî kom kiriye.

Li ser êrişên dawî yên çeteyên DAIŞ`ê yên ser bajarê Hesekê, jina Mexribî Sekîne got, `bi vê êrişa ser gelê herêmê, ez pir êşiyam. Lewra min bi saya Perwîn, gelê Rojava û doza wan fêm kir. Ew li dijî çeteyên herî bixeter li ser cîhanê, li ber xwe didin.

`Ji min re bûye xeyalek ku biçim bakur û rojhilatê Sûriyê`

Sekîna dema serdana malbata xwe ya li Mexribê dike, bi himbêzkirina dayîka xwe re zêdetirî carekê dibêje `Ez dilê te bixwim`. Dayîka wê matmayî dimîne, Sekîne bi kenekî şîrîn jê re dibîje; Dayê min ev gotin ji hevlên xwe yên Kurd bihîstiye, bi vê hevoka kurdî ez heskirina xwe ji te re diyar dikim.`

Sekîne bi heeskirina behsa hevala xwe ya Kurd kir. Sekîne got, hevaleke min ya Kurd heye lê ew li Ewropayê dijî. Me çar salan bi hev re li gel Perwîn kar kir. Gotinên wê yên bi zimanê kurdî di mejiyê min de mane. Ji bo ez bi kurdî pê re biaxivin, ez xwe fêrî zimanê kurdî dikim.

Herî dawî Sekîne Bin Biryan wiha got: `Ji min re bûye weke xeyalekê ku biçim bakur û rojhilatê Sûriyê. Da ku bi xelkê wê re xwarinên wan biwim û hîn bêtir çanda gelê Kurd nas bikim. Ji xaka El-Îmaratê rêz û silavên min ji gelê bakur û rojhilatê Sûriyê re hene, bi taybetî gelê Kurd.`

Post Views: 32
ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Zanîngeha Kurdî wê gaveke guhêrbar ji perwerdeya Kurdî re bafirîne’
ÇAND Û HUNER

‘Zanîngeha Kurdî wê gaveke guhêrbar ji perwerdeya Kurdî re bafirîne’

13/05/2025
Li Zanîngeha Rojava bi boneya roja Zimanê Kurdî panêlek hate lidarxistin
NÛÇE

Li Zanîngeha Rojava bi boneya roja Zimanê Kurdî panêlek hate lidarxistin

13/05/2025
Dîroka qirkirina gelê Kurd Serhildana Agirî û Geliyê Zîlan (1)
NÛÇE

Dîroka qirkirina gelê Kurd Serhildana Agirî û Geliyê Zîlan (1)

13/05/2025
Erkdarkirina Hatim Ebû Elşeqra bi daxuyaniyek hat şermezarkirin
NÛÇE

Erkdarkirina Hatim Ebû Elşeqra bi daxuyaniyek hat şermezarkirin

13/05/2025
Ji tifengê ber bi demokrasiyê: Ravekirina kongreyên PKK`ê
ROJEV

Ji tifengê ber bi demokrasiyê: Ravekirina kongreyên PKK`ê

13/05/2025
Partiya Şehîdan  PKK
ROJEV

Partiya Şehîdan PKK

13/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.