Tuesday, May 13, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

“Xala sifir a dîrokê” bi avahiyên xwe yên nû balê dikşîne

13/02/2022
in Uncategorized
A A
“Xala sifir a dîrokê” bi avahiyên xwe yên nû balê dikşîne
Share on FacebookShare on Twitter

Di erdkolana li Girê Miraza de ku wek navenda perestgeha herî kevin ya cîhanê tê zanîn, avayiyên nû derdikevin holê. Avayiya ku xwedî dîrokek 12 hezar salî ye, dema her sal ji aliyê bi hezaran geştiyaran ve tê ziyaretkirin, erdkolana ku dewam dike bala cîhana arkeolojî û dîrokê jî dikşîne.

 

Girê Miraza (Gobeklî Tepe) ku di çavkaniyên gelêrî de wekî “noqteya sifir a dîrokê” tê binavkirin û wekî navenda perestgeha herî kevn a cîhanê tê zanîn, bi berhemên daneyên ku di encama kolandinên nû de hatine bidestxistin, her ku diçe bala hemû kesan dikşîne ser xwe. Cihê dîrokî ku li nêzî gundê Xirapreşkê 18 kîlometre dûrî navenda Rihayê ye, di cîhanê de weke koma herî kevnar a pêkhateyên çandê tê qebûlkirin. Lêkolînên li Girê Miraza ku bala gelek arkeolog û dîroknasan kişand ser xwe, cara ewil di sala 1963’an de dest pê kir. Erdkolanên ku piştî xebatan dest pê kirin, ji sala 1995’an û vir ve bi hevpariya Muzeya Rihayê û Enstîtuya Arkeolojiyê ya Elmanyayê tên meşandin.

 

“Bi erdkolanê berhemên nû derdikevin holê”

 

Herêma ku li bajêr wek avahiya herî zêde geştiyaran ber bi xwe ve dikşîne tê zanîn, her çar demsalên salê dibe warê geştiyaran. Dema ku avahiyên di encama kolandinên arkeolojîk de hatine dîtin dîrokê ronî dikin, di erdkolanên ku par ji nû ve dest pê kiribûn de berhemên nû hatin dîtin. Arkeologan der barê kolandina ku di binê xaniyên heyî yê avahiyên xaniyên nû de hatine dîtin îdiayên nû derxistin holê. Tê îdiakirin ku dîroka Girê Miraza ya ku tê zanîn 12 hezar sal berê ye, bi berhemên nû re dihigîhe dîrokek kevn. Li qada ku avahiyên ku nû hatine dîtin tên parastin, xebatên vekolandin jî hêj berdewam dikin.

 

“Nexşên li ser kêlên avayiyan balê dikşînin”

 

Taybetmendiya hevpar a avahiya dîrokî ya ku ji aliyê geştiyarên xwecihî û biyanî ve tê ziyaretkirin, ew e ku 10-12 kêl bi şeklê T yê bi planeke gilovêr hatine rêzkirin û navbera wan jî bi dîwarên kevir hatine honandin e. Di navenda vê avahiyê de, du kêlên hîn zêdetir bilind li beramberî hev hatine dayîn. Li ser piraniya van kêlan kevirên bi erdê ve hatine zeliqandin sembolên mirov, dest, mil, ajalên curbecur û sembolên razber bi nepixandin an jî bi qewirîne hatine çêkirin. Nexşên mijara gotinê, bi qasî ku li deverên cih bi cih hatine xemilandin, ewqas zêde hatine bikaranîn. Tê fikirîn ku, ev kompozîsyon çîrokek, vegotinek an jî peyamek îfade dike.

 

“Avayî di Lîsteya Mîrateyên Cîhanê de ye “

 

Tê îdiakirin ku bikaranîna herî pêşîn a herêmê digihîje qonaxa A (9.600-7.300 BZ) a Serdema Neolîtîkê (PPN, Pre-Pottery Neolithic), ango pêşiya ji roja me ya îro herî kêm 11.600 sal berê. Li gel vê, niha ne gengaz e ku mirov çalakiyên herî kevn ên li Girê Miraza bi dîrok bike lê dema ku tu li van ev avahiyên bi îhtîşam dinêrî, dibînî ku dîroka wan digihîje Serdema Paleolîtîk û çend hezar sal hê kevntir heya epîpaleolîtîkê. Van hemûyan û mîmariya bi îhtîşam a ku di dema kolandinê de derketiye holê, Girê Miraza yekane û taybet dike. Di vê çarçoveyê de di sala 2011’an de ji aliyê UNESCO’yê ve ket lîsteya demkî ya Mîrateyên Cîhanê û di sala 2018’an de jî ket lîsteya mayînde.

JINHA

Post Views: 37
ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Zanîngeha Kurdî wê gaveke guhêrbar ji perwerdeya Kurdî re bafirîne’
ÇAND Û HUNER

‘Zanîngeha Kurdî wê gaveke guhêrbar ji perwerdeya Kurdî re bafirîne’

13/05/2025
Li Zanîngeha Rojava bi boneya roja Zimanê Kurdî panêlek hate lidarxistin
NÛÇE

Li Zanîngeha Rojava bi boneya roja Zimanê Kurdî panêlek hate lidarxistin

13/05/2025
Dîroka qirkirina gelê Kurd Serhildana Agirî û Geliyê Zîlan (1)
NÛÇE

Dîroka qirkirina gelê Kurd Serhildana Agirî û Geliyê Zîlan (1)

13/05/2025
Erkdarkirina Hatim Ebû Elşeqra bi daxuyaniyek hat şermezarkirin
NÛÇE

Erkdarkirina Hatim Ebû Elşeqra bi daxuyaniyek hat şermezarkirin

13/05/2025
Ji tifengê ber bi demokrasiyê: Ravekirina kongreyên PKK`ê
ROJEV

Ji tifengê ber bi demokrasiyê: Ravekirina kongreyên PKK`ê

13/05/2025
Partiya Şehîdan  PKK
ROJEV

Partiya Şehîdan PKK

13/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.