Tuesday, May 13, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Berteka hunermendan li hemberî Almanya: Mîna serdema Hîtler e

13/02/2022
in Uncategorized
A A
Berteka hunermendan li hemberî Almanya: Mîna serdema Hîtler e
Share on FacebookShare on Twitter

Hunermend Ferhad Merdê û Baran Gulbihar nerazîbûn nîşanî biryara Dadgeha Federal ya Almanya dan ku qedexeya li ser Mîr Mûzîkê û Weşanxaneya Mezopotamya didomîne û diyar kir ku li Almanya hê şopên serdema Hîtler hene û gotin, ha we weşanxaneyek girt, ha we êrişî bajarekî kir.

FacebookTwitterWhatsAppTelegram

Weşanxaneya Mezopotamyayê û Mîr Muzîk ku ji saziyên çand û hunerê yên Kurdan ên li Almanyayê ne, 1’ê Sibata 2019’an bi biryara Wezareta Karên Hundir a Almanyayê hatin qedexekirin. Piştî biryarê, polîsên Alman bi hinceta qedexeya PKK’ê dest danîn ser gelek pirtûk, CD û arşîvên her du saziyan.

Di dadgeha 26’ê Çileyê ya dozê de Dadgeha Îdarî ya Federal ev qedexe ‘qanûnî’ dît. Hat ragihandin ku piştî biryarê dê dozê bibin dadgeheke bilindtir.

Hunermend Ferhad Merdê û Baran Gulbahar nerazîbûn nîşanî helwesta Almanyayê da û got biryara li dijî saziyên çand û hunerê yên Kurdan nîşan dide ku dewleta Tirk û Almanya xwedî zîhniyeteke hevpar in.

Hunermend Ferhad Merdê diyar kir ku welatên kapîtalîst her tim pêşî li têkoşîna gelên bindest girtiye û got:  “Aşkera ye ku dewleta Alman çi ye, her çend diyar dikin ku ew demokrat in. Helwesta wan a li hemberî gelê Kurd bi dewleta Tirk re yek e. Mafê herî xwezayî yê mirovan e ku xwe bi ziman û çanda xwe îfade bikin. Di heman demê de mafê herî xwezayî yê gelê Kurd e. Mixabin dewleta Alman bi girtina Mîr Muzîk û Weşanxaneya Mezopotamyayê helwesta xwe ya di vê mijarê de nîşan da.”

Êrişên dewleta tirkî û polîtîkaya Almanya

Ferhad Merdê diyar kir ku dewleta Tirk û Almanya di siyaseta xwe ya Kurdan de ji hev cuda nîn in û got Almanyayê beriya niha jî helwestên bi vî rengî nîşan dane û wiha dewam kir: “Çawa ku dewleta Tirk a bi serkêşiya Erdogan êrişî gelê Kurd dike, dewleta Alman jî polîtîkayeke bi heman rengî dimeşîne. Ne tenê ev her du sazî, gelek saziyên ku xeta azadiyê temsîl dikin jî li Almanyayê tên qedexekirin. Wek kedkarên çand û hunerê em vê rewşê şermezar dikin. Helwesta Almanyayê ya li dijî Kurdan timî neyînî bû. Di meşên li Almanyayê de jî ev yek nîşan dan.”

‘Ha we sazî girtin ha we êrişî bajaran kir’

Ferhad Merdê di dawiya axaftina xwe de bang li hemû hunermendên şoreşger kir û got: “Çawa ku hemû dewlet li dijî Kurdan dibin yek, divê em jî wek hunermend bibin yek. Wek hunermendên Rojava, ji bo ku em bikarin helwesta faşîzan a Almanyayê ya li hemberî Kurdan û gelên bindest şermezar bikin, divê em deng bidin dengê hevalên xwe yên hunermend ên li Ewropayê. Ha we sazî girtin, ha we êrişî bajarekî kir, heman tişt e.”

‘Almanya rêgezên xwe binpê dike’

Hunermend Baran Gulbahar jî bi bîr xist ku Almanya ji damezirînerên Yekitiya Ewropayê (YE) ye û wiha axivî: “Almanya xwe di normên Yekitiya Ewropayê, mafên mirovan, azadiya ramanê û wekheviya çandî de xwedî biryar û bandor dibîne. Lê dema ku em li hêlekê li normên YE’yê û li hêla din jî yên Almanya dinêrin, em dikarin bi rehetî bibêjin ku rêgezên xwe û biryarên ku mohra xwe daniye bine wan, binpê dike.”

Baran Gulbahar diyar kir ku pratîka Almanyayê ji ya dema Hîtler ne cudatir e û qirkirinên di wê demê de hatin kirin îro bi qirkirina çandî dewam dike û got: “YE li ser prensîbên demokrasiyê hatiye avakirin. Lê belê pratîka dewleta Alman ne demokratîk e. Li hemberî vê yekê xwedî helwesteke neteweperest, dîktatorî û faşîzan e. Ev helwest, dema Hîtler tîne bîra me. Hîtler wê demê Cihû şewitandibûn û îro Almanya jî qirkirinê didomîne. Çi fîzîkî, çi jî ruhî be, qirkirin qirkirin e. Li Almanyayê hikumeteke nû ya koalîsyonê ya bi navê ‘koalîsyona kesk-sor-zer’ ava bû. Ev koalîsyona ku li ser bingeha ‘sosyal demokratiyê’ ava bûye, divê li gorî pîvanên damezirîner û normên Yekitiya Ewropayê tev bigere. Heke vê yekê neke, dê almanya dîsa wek ‘faşîst’ bê pênasekirin.”

‘Çanda Kurdan bi saziyên xwe, xwe parastiye’

Baran Gulbahar diyar kir ku çanda Kurdan xurt e û got: “Dewleta Tirk ji dema avabûna xwe û vir ve li dijî gelê Kurd polîtîkaya tunekirin û înkarê dimeşîne. Gelê Kurd li dijî van hewldanên tunekirinê bi dengbêjan dîroka xwe nivîsand û çanda xwe bi saziyên çand û hunerê yên wekî Mîr Muzîk û Weşanxaneya Mezopotamyayê parast. Dewleta Tirk di hewldanên xwe yên tunekirina çanda Kurdî de têk çûye.”

Baran Gulbahar diyar kir ku Almanya li ser axa xwe malovaniyê ji gelek gelan re dike û divê li gorî prensîbên demokrasiyê tev bigere ku ev yek jî dê ji bo wê bibe dewlemendiyeke mezin.

Hunermend Baran Gulbahar her wiha got têkoşîna gelê Kurd bê navber berdewam kiriye û piştî wê jî dê berdewam bike.

ANHA

Post Views: 50
ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Zanîngeha Kurdî wê gaveke guhêrbar ji perwerdeya Kurdî re bafirîne’
ÇAND Û HUNER

‘Zanîngeha Kurdî wê gaveke guhêrbar ji perwerdeya Kurdî re bafirîne’

13/05/2025
Li Zanîngeha Rojava bi boneya roja Zimanê Kurdî panêlek hate lidarxistin
NÛÇE

Li Zanîngeha Rojava bi boneya roja Zimanê Kurdî panêlek hate lidarxistin

13/05/2025
Dîroka qirkirina gelê Kurd Serhildana Agirî û Geliyê Zîlan (1)
NÛÇE

Dîroka qirkirina gelê Kurd Serhildana Agirî û Geliyê Zîlan (1)

13/05/2025
Erkdarkirina Hatim Ebû Elşeqra bi daxuyaniyek hat şermezarkirin
NÛÇE

Erkdarkirina Hatim Ebû Elşeqra bi daxuyaniyek hat şermezarkirin

13/05/2025
Ji tifengê ber bi demokrasiyê: Ravekirina kongreyên PKK`ê
ROJEV

Ji tifengê ber bi demokrasiyê: Ravekirina kongreyên PKK`ê

13/05/2025
Partiya Şehîdan  PKK
ROJEV

Partiya Şehîdan PKK

13/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.