Hunermendên NÇM’ê, nerezabûn nîşanî astengkirina mûzîka Kurdî dan û gotin, emê heta dawiyê bi zimanê xwe hunerê xwe bikin.
Di 29’ê Çile de li Kolana Îstîklalê ya Taksîma Stenbolê, polêsên Tirk êrişî stranbêjên Kurd kiribûn û destgîr kiribûn. Piştî ku dîmenên dema êrişê û astengkirina polêsan li ser medyaya dîjîtal hatin parvekirin, gelek kesan nerazîbûn nîşan da û bi çalakiyên cûr bi cûr piştgiriya stranbêjên Kurd kir. Hunermendên Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) jî nerazîbûna xwe nîşanî astengkirina gotina stranên Kurdî da.
Hunermende NÇM’ê Talat Yeşîl got, ev sed sal in êrişî stranên Kurdî dikin û got, “Ev polîtîka bi destê dewletê gelek caran bi cureyên cuda hatiye meşandin. Îro jî ev polîtîqa dewam dike. Li her warî gelê me bi êrişên bi vî rengî re rû bi rû dimîne. Pirraniya êrişan jî li kesên ku xebatên ziman û çandê dikin, tên kirin. Doh pirtûk, sînema û rojnameyên Kurdî qedexe dikirin îro jî stranên Kurdî qedexe dikin. Divê hunermendên Kurd li dijî van êrişan bêdeng nemînin û nerazîbûneke mezin nîşan bidin. Em ê li her kuçe û kolanê stranên xwe bibêjin. Em vê neyartiyê şermezar dikin.”
Organîzatora NÇM’ê Dîlan Sûyû jî got, êrişa li Îstîklalê ya li dijî cîwanên Kurd li dijî çand, huner û zimanê Kurdî ye: “Li Îstîklalê bi her zimanî stran tên gotin. Lê dema ku Kurdî be tê astengkirin. Esasê vê xweranegirtina li zimane Kurdî ye. Lê divê gelê me her tim li dijî êrişan bi ziman û çanda xwe bijî.”
MA