Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Qamişlo konê sersaxiya Sirri Sureya Onder hat vedan

04/05/2025
in NÛÇE
A A
Li Qamişlo konê sersaxiya Sirri Sureya Onder hat vedan
Share on FacebookShare on Twitter

Hêvî Keleş/ Qamişlo

Meclisa Malbatên Şehîdan bi hevkariya PYD’ê konê sersaxiyê ji bo Şehîd ê Demokrasî û Aştiyê Sirri Sureya Onder li pêş Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişloyê veda.

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo û endamên saziyan, serdana konê sersaxiyê ya Sirri Sureya Onder kirin. Di destpêkê de deqeyek rêzgirtin li ser giyanê şehîdan hate seknandin. Piştre dest bi axaftinan bû.

Li ser navê Meclisa Malbata Şehîdan Mehsûm Hesen peyama sersaxiyê a ku Rêberê Gelan Rêber Abdullah Ocalan li ser wefata Sirri Sûreyya Onder şandibû xwend.

Piştre li ser navê Partiya Yekîtiya Demokart PYD’ Silêman Ereb axivî û wiha got: “Ne her mirinek ku di jiyanê dibe normale, îro roj ne tenê malbata Sirri Sureya Onder û ne tenê li Bakurê Kurdistanê, li her şar parçeyên Kurdistanê konê sersaxiyê vedane û lê xwedî derketine. kesayetwkî wekî têkoşer Sirri Sureya Onder, kesayetek hunermend bû, rojnemevan bû û xwedî bîr û baweriyekî gelekî mezin bû, ji bo wê jî em sersaxiyê dixwazin.”

Di dawiyê de li ser navê Kongra Star Şîraz Hemo sersaxî ji melbata Sirri Sureya Onder xwest û wiha got: “Dema em behsa lehengiyê bikin, lehengî bi gelek milan ve digre dest, herwiha lehengî ne tenê di eniya şer de şer bê kirin û bersivdayîna ji bo dijminan bê lê lehengî di fikir jî de ye û di têkoşîna ku bê kirin de ye jî, ji bo wê dema ku Sirri Sureya Onder got “Dema ku ji min pirs bikin ku lehengî çiye ez ê jê re bêjim eger ku piştgiriya û hevkariya bi kurdan re tu bike ew lehengî bi xwe ye”, di vir de xuya dike ku Sirri Qnder şiqasî lêgerîvanê aştiyê û demokrasiyê bû û hezkiriyê aştiyê bû. Tevî ku zihniyetên di Rojhilata Navîn de yê ku di dewletnetewa de hatibû çandin di serî de nijadperestî û dewletnetew, lê piştî ku pêşengtiya ku şehîdê demokrasiyê û aştiyê pêşkêş kiribû hişt ku ku ew zihniyeet bê têkçûyîn, ji ber ku hat diyar kirin ku hevgirtina çanda resen di hundirê Rojhilata Navîn de çanda hevgirtina civakî û hevgirtina dîrokî ew en herî bihêzin li ber zihinyetên parçebûn û têkbirinê ne. Wefata Sirri Sureya Onder zirareke pir mezine ji bo aştiyê û demokrasiyê ku kesayetên mîna wî oxirbikin.”

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.