Kurdyar Dirêî
Di hevdîtineke rojnamevanî de, dinavbera Ehmed Elşer û wezîrê karê derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan de, di 22-12-2024 de, Elşer gotibû “Tirkî hevalê Sûriyê bû û ji destpêka şoreşê de piştgiriya wê kiriye, Sûriyê dê vê yekê ji bîr neke“ .Hemî liv û tevgerên Tirkiyê piştî rûxandina rêjîma Elesed, destnîşan kirine ku dê Tirkî vê derfeta dîrokî ji destê xwe bernede, bi taybet ku, ew xwedî wê zihniyeta Îslamî, xweberfirehkirin û pêkanîna Mîsaqa Milî ye, lewra beriya herkesî rayedarên Tirkîyê yên di asta bilind de berê xwe dabûn Şamê û behsa peymanên leşgerî, aborî, diblomasî û çandî kirine, di vê navberê de, Îsraîl piştî wêrankirina hemû baregehên çekan ên rêjîma Elesed, bi zelalî diyar kiriye ku ewê hêzdariya Tirkîyê li ser sînorê xwe nepejirîne, her wiha di 2-4-2025 de êrîşî deverên ku dihatin payîn bibin baregehên Tirkî di Sûrî de kiriye, ku di van êrîşan de 3endezyarin leşgerî yên Tirk jî hatine kuştin, li gorî ku di piraniya malperên rojnamevanî de hatiye belavkirin, bêyî ku tirkiyê daxuyaniyeke bide. Di daxuyaniyên rayedarên payebilind yên Îsraîlê de texmîna ku Îsraîl bi Tirkî re têkeve nava şerekî de nehatiye dûrxistin, her wiha tevî rexneyên Tirkiyê ji Îsraîlê re, lê belê xwe ji rûbirûbûna bi Îsraîlê re vegirtiye, bi armanca ku Îsraîl nebe astengiyeke li pêşiya endamên wî di Sûrî de, an jî dijminahiyeke raste rast bike, lewra Hakan Fîdan wezîrê karê derve yê Tirkiyê piştî wan êrîşan diyar kiribû ku ew naxwazin bi Îsraîlê re têkevin şer de “Tirkî naxwaze bi tu dewletan re li ser axa Sûrî têkeve şer de“. Her wiha Ehmed Eleşer Jî, ji dema ku desthilata şamê xistiye destê xwe de, her ragihandiye ku ew naxwaze bi tu kesî re têkeve nava nakokiyan de bi hundir û ne jî bi derveyî Sûriyê re û çi gavên avêtine jî armanc jê, bidestxistina rewabûn û xwebihêzkirina di Sûriyê de bû, lê tevî hemû hewildanan jî nikarîbû ta asteke bilind ji bilî hin soz û erêkirinên lawaz ji dewletên herêmî û navdewletî bigire, bi taybet Emerîka. Ji xwe Îsraîl Ehmed elşeri û hikûmeta wî Teror dibîne û her hişiyariyan dide, ku li himber Çi metirsiyên ji şamê derkevin, dê bê bersivin tûnd nemînin. Heger em dizanin ku Tirkiyê di Nato de ye û Emerîka serkêşiya wê dike, her wiha Îsraîl weke nûnerê Emerîka û Nato di rojhilata navîn de ye, gelo wê derfet were dayîn ku Tirkî û Îsraîl li ser Sûriyê di nava şer û pevçûnên kevin? Di nava pirojeyên Îsraîl û Tirkî de çendîn hevgirêdan û dûrbûn heye? Hevgirêdana di nava Elşeri û Tirkî de, çawa têye birêvebirin, tensîqeke çawa heye? Kurd çendîn dikarin di nava van têkilî û nakokiyan de lîstikvanbin û rewşên heyî Îstismar bikin?
Nakokiyên berjewendiyan û hevbeşiya hevaltiya bi Emerîka û Nato re
DI nava siyaseta Tirkiyê de, mijara hevaltiya kesayetî ya serokê Tirkiyê Erdogan bi serokê Emerîka Tiramp re, her wiha hevalbendiya bi Emerîka re ya di Nato de, hêviyên serekebûn di îmkana bidestxistina piştgirî ya ji Emerîka, di beramberiya bi hêzên Sûriya Demokratîk,pejirandina hêzdariya Tirkîyê di Sûrî de, rewakirina desthilatdariya Ehmed Elşeri û pêkanîna pirojeyên xwe yên aborî di Sûrî de, bi taybet ku Tirkiyê pêşniyzkiribû ku ew amadeyê şerê DAIŞ, parastina zindanên DAIŞ’ê li şûna hêzên Sûriya demokratîk de bigire li ser xwe, her wiha piştgiriya xwe ji bo avakirina artêşeke Sûrî, perwerdekirin û biçekkirina wê ji Ehmed Elşeri re kiribû û doza peymaneke bergeriya hevbeş û avakirina balefirgehên leşgerî di Sûriyê de, her wiha nexşekirina sînorên avî bi Sûriyê re jî xistibû rojevê de.
Îsraîl piştî êrîşa 7’ê oktoberê ya tevgera Hemasê, tevaya baskên Îranê di Xeza, lubnan, yemen û sûriyê de kiriye armanca êrîşên xwe, ku di encamê de û ji ber lawazbûna van baskan, rêjîma Elesed jî hatiye rûxandin ku heyet tehrî elşam bi serkêşiya Elcolanî di nava lihevkirineke veşartî de û keysbazyeke Tirkî de, destê xwe danîbû li ser Şamê, ji ber liv û tevgera Tirkiyê, ku bi rêya Elcolanî û komên islamî yên cîhadist re, hewildanên desteserkirina Sûriyê bi temamî kiriye, hest kiriye ku li şûna hêzdariya Îran, Tirkiyê hêzdariya xwe li Sûriyê bi cî dike û ev dê nekeve xizmeta pirojeyên Îsraîlê de, lewra herdû hevalbendên Emerîka ketin nava nakokî û lihevgefxwarinê de. Îsraîl ewlehiya wê jê re giringe di Sûriyê de û ji bo misogerkirina ewlehiya xwe, komên Îslama Sunî napejirîne, her wiha napejerîne ku Tirkîya xwedî pirojeya Osmaniya nûjen û xwefirehkirinê, li ser sînorê xwe bibîne. Di Sibata 2025’an de rojnameya The Jerusalem Post raporeke di vê derbarê de weşandibû ku ji nirxandinên komîta NAGIL girtiye û têde hişiyarî dabû ku nearamiya di navbera Îsraîl û Tirkiyê de dibe ku mezintir bibe û bibe rûbirûbûneke leşgerî ya raste rast, her wiha NAGIL destnîşan bi vê yekê dabû ku daxwazin Tirkiyê ji bo vejandina hêzdariya Osmanî metirsiyeke mezin li ser Îsraîl û aramiya deverê, peyda dike. Nakokiyên Îsraîl û Tirkiyê taybetmendiya sîstema heyî di cîhanê de destnîşan dide, dostanî û dijminahî girêdayî dosyeyane, di pir dosyeyan de hevalbendin û di sûriyê de bi nakokin, ji xwe Emerîka jî ne dûrî vê rastiyê ye, ta astekê çavên xwe li ser Tirkîyê di pir deveran de digire, lê di sûriyê de berjewendiyên wê bi Îsraîlê re bêtir hevdûdigire, cudahiyeke di virde heye di navbera tevgerkirina Îsraîl û Ya Tirkîyê de, Tirkîyê di sûrî de dualîtî tevdigire, him weke beşekî ji Nato ku faktorê hilweşîna Elesed bû û li himber hêzdariya Rûsiya û îran tevdigere û him jî weke Tirkî tevdigere, ku dixwaze sûriyê desteser bike, kurdan ji holê rake û di van xwestekan de bi Îran û Rûsiya re jî hevalbendiyê dike, her wiha bi Îsraîlê re jî dikeve nava nakokiyan de. Îsraîl jî dualîtî tevdigere, him weke nûnertiya Emerîka û Nato di dozayînkirina rojhilata navîn de, di mijarên têkbirina baskên Îran û lawazkirina Îranê de û him jî weke Îsraîl tevdigere ku hêzdariya xwe li ser derdora xwe ferz bike û ewlehiya xwe misoger bike, di vê derbarê de bi Tirkiyê re dikeve nava nakokiyan de û destê dastaniyê davêje kurd, elewî û dirziyan,lewra di asta jor ji têkiliyan re ku girêdayî Emerîka û Natoyê, Îsraîl û Tirkiyê naghêjin asta ku li himber hevû tevbigerin, lê di asta Sûriyê de mumkune lhimber hev tevbigerin û heger neyên kontrolkirin Emerîka hebe ku têkevin di nava şerekî wekîlan de, lê raste rast dê şerê hevdû nekin.
Tirkîyê, Îsraîl, Ehmed Elşeri û xweseriya demoqratîk (doza kurdî)
di 4 sibata 2025’an de Ehmed Elşeri di serdana xwe ya ji bo tirkîyê de, ragihandibû ku “Sûriye û Tirkiyê hevbeşên dîrokeke dirêj ya wan bi hev re heye û îro em dibêjin ku ev têkilî di bin hevbeşiyeke Îstratejîk de ji hemî milan de“, lê belê Elşeri tevî têkiliyên Îstratejîk weke ku diyar kiribû bi Tirkiyê re, baş dizane, paşeroja wî ya mayînê girêdayî Emerîka, Ewropa û cîhana Erebiye, her wiha girêdayî ferzkirina desthilatdariya xwe li ser tevaya Sûriyê û rakirina muxalifan ji pêşiya xwe ye. Elşeri mesajên erênî ji pêkhate, kurd û derdorê re şandin, lê belê di demeke kin de li pey avakirina Elşeri ji hikûmeta xwe re, komkujiyên li baravê deriya sipî destpê kirin û li ser dirziyan jî gef hatin xwarin, di destpêka Adara2025’an de di bin navê hebûna derbeyeke leşgerî li himber desthilata Şamê ji aliyê bermahiyên rêjîmê de komkujî di derheqê Elewiyan de hate meşandin, ku hînajî hejmara qurbaniyan nayê naskirin, li ser van komkujiyan di 3’ê Nîsana 2025’an de rêxistina lêborîna navdewletî ji desthilata xwestiye ku misogeriya rabûna bi lêpirsîneke xurt di derbarê komkujiya li ser welatiyên Elewî pêkhatî bike çimkî ew tawanên şerin û destnîşankiribû ku komên bi ser hikûmetê ve bi zanebûn pêkhateya Elewiyan dikin armanc. Komên cihê xwe di nava komkujiya Elewiyan de girtibûn, yên sereke girêdayî Tirkiyêbûn, mîna Hemzat û Emşat ku rewangeha mafên mirovan ya Sûriyê diyarkiribû ku van koman zêdeyî 40 komkujî di derheqê Elewiyan de di nava 72 demjimêran de pêkanîne. Komkujî destpêka planeke herî metirsîdar li himber ne tenê Elewiyan, lê belê dê li himber dirzî û Kurdan jî were meşandin an jî rewşên siyasî di heremê û cîhanê de guncavbana, her wiha ku Kurd û Dirzî ne xwedî hêzên parastinê bana. Di encamê de diyar dibe ku Elşeri him ecendeyên dewleteke Îslamî, navendî, yek mezheb, yek netew, ku bi yekin bi armancên turkiyê re, avabike, û him jî maska wekheviyê, nermbûnê, pejirandina pêkhateyan, mijarên hevbeşiyê û welatekî sifîl li ber raya giştî ya cîhanê dide ber rûyê xwe, ku erêniyê bigire û pejirandina peymana 10’ê Adarê bi fermandarê giştî yê hêzên Sûriya demoqratîk re (Mezlûm Ebdî ) jî di vê çarçoveyê de ye ku ne bi dilê Tirkî ye, lê pêwîstiyeke ji ecendeyên demdirêj re, ku Elşeri û Tirkiyê pirojeyên xwe di Sûrî de bi cî bînin. Him lîstina bi demê re ye û him jî xweparastina ji pertekên Îsraîl, rojavayî û Emerîka yê.
Di eynî demê de jî û di nava ku Tirkîyê naxwaze Îsraîlê gur bike, Elşeri ber bi razîkirina rûsiyavê dibe, mîna baskirina kirîna çekan ji Rûsiya û bi taybet ku Rûsiya dixwaze berjewendiyên xwe di sûriyê de mayînde bike. Îsraîl tevgerkirin û siyaseta Tirkîyê û ya Elşeri baş dizane, her wiha berjewendî û Îstiratîjiya Emerîka di têkilî û hevsengkirina têkiliyan bi hevpeyman û dostan re baş dizane. Lewra him li himber Tirkiyê gefan dixwe û him jî naxwaze bi cidî pêre têkeve şer de, ewlehiya wê jê re giringe û lihimber hêzdariya Tirkiyê hewildana avakirina hêzdariya xwe di Sûriyê de bi rêya dirzî, kurd û kêmnetewa re xurt bike, ku di encamê de Sûriyê ber bi nenavendîbûn û lawazkirina şamê ve bibe, bi nenavendîbûn û bilindkirina rola pêkhateyan re dê hêzdariya Tirkiyê jî lawaz bike, bêyî ku raste rast bi tirkiyê re têkeve nava şeran de.
Di derbarê kurdan de an jî ( xweseriya demokratîk) de, ji bo Tirkîyê û Elşeri mayîna wan metirsîdar dibînin, di çi derfetin guncav de ku peyda bikin dê hewildana rakirina wan ji holê bikin û li ser van derfetan jî dixebitin, ji bo Îsraîlê jî hebûna Kurdan ne metirsiye bi qasî ku hêzdariye ji Îsraîlê re li himber xwefirehkirin û armancên Tirkiyê û Elşeri, lewra rayedarên Îsraîlê pirê caran hevaltiya xwe bi kurdan re destnîşan kiribûn û diyarkiribûn ku ewê dest ji kurdan bernedin. Di 12-11-2024’an de wezîrê karê derve yê Îsraîlê Cedûn Sayîr diyarkiribû ku “ kurd qurbaniyên zext û êrîşên Tirkî û Îranê ne û pêwîste em destê alîkariyê ji wan re dirêj bikin û têkiliyên bi wan re xurt bikin û balkişandiye li ser giringiya têkiliyên bi kurdan re ku xwedî rehendên siyasî û ewlehiyê, her wiha hebûna dewleteke kurdî di rojhilata navîn de Îsrayîl red nake, heger em bala xwe bidin lîstoka di navbera Îsraîl û Tirkiyê de, lîstikvanên Tirkîyê Ehmed Elşeri, komên cîhadîst û Artêşa netewîne, her wiha Îsraîl jî, dibîne ku kurd, dirzî ,û Elewîne, bi kurtasî kêmnetew û mezhb lîstikvanê wêne, ku ji van aliyan re jî armanc û pirojeyên taybet hene, lê lîstikvanê herî metirsîdar ji Tirkî û Îsraîl re kurdin ( xweseriya demoqratîk ) çimkî teyisandina piştgiriya Îsraîlê ji kurdan re heger bibe, bi şêweyekî cidî, dê di navbera Îsraîl û Tirkiyê de lîsk wergere şikandina hestiyê hevûdû. Bê guman cidiyeta Îsraîlê jî girêdayî heyîna Kurdan di Îstiratîjiya Emerîka ya li himber rojhilata navîn e. Kurd û pêkhate û mezheb jî, di rewşeke wiha di Sûriyê de, di nava metirsiyan de ne, bi taybet ji ber Siyaset û Ecendeyên Tirkîyê û cîhadistan, ku dîroka wan di sûriyê de li himber Kurd, Elwî, xirîstiyan û kêm netewan, dîrokeke bi xwîne, lewra hebûna hêzeke herêmî piştgir weke Îsraîlê an jî hêzên kiwalasyona navnetewî erênî dibînin.
Di encamê de:
- Emerîka û Nato di asta bilind de pirojeya ji nûve dizayinkirina rojhilata navîn ku Tirkî û Îsraîl jî beşek jê ne, nahêlin ku nakokiyên Îsraîl û Tirkiyê bighêjin asta şerkirinê, lê di asta nizim de, berjewendiyên Îsraîlê ku pêşengtiyê di rojhilata navîn de ji pirojeyê re dike li gel Emerîka û Nato li himber Tirkîyê li pêştire.
- Pirojeyên Tirkîyê ku li ser Ehmed Elşeri, komên teror û cîhadist di Sûriyê de ava dike, nakeve xizmeta Îsraîlê de û bi çi şêwazîbe dê Îsraîl nehêle ku hêzdariya Tirkiyê bi rêya van aliyan re, şûna hêzdariya Îranê bigire, bi taybet ku metirsiya wan ji Îsraîlê re ne kêmtire ji metirsiya Hemas û Hizbullah, ku di zuhniyeta hemiyan de xwefirehkirin, dewleta Îslamî ( Çi sunî, Çi şîî) û cîhadîst ji bo Qudsê heye.
- Ji bo ku ewlehiya Îsraîl misoger be, yekparbûna Sûriyê, navendbûn, desthilatdariya Îslamî ya bi Çi mezhebî be, dê neyê pejirandin, her wiha hewildanên pakkirina rûyê desthiilata heyî di sûriyê de, ji aliyê Tirkî ve dê bi ser nekeve.
- Ehmed Elşeri di lîska peydakirina hevsengiyê di navbera pirojeya avakirina dewleteke Îslamî paşdexistî û diyarkirina maska ku dewleteke sifîl û hevbeş ava dike de, dê bi ser nekeve û dê neçar bibe, an wê xwestekên Emerîka û ewropa di avakirina hikûmeteke hevbeş, pejirandina Kurd û pêkhateyên heyeî de, şerkirina bi terorê re, parastina ewlehiya Îsraîlê pêk bîne, an jî wê raste rast maskan bavêje û dewleta Îslamî ragihîne ku dê dawîlêanîna desthilatdariya wî be.
- Ji bo ku Tirkiyê xwedî hêzdarîyeke berdewam be di sûriyê de pêwîste li gorî Nato, emerîka û Îsraîlê tevbigere, ji dervî wan heger li gorî xewna vejînkirina osmaniya nûjen û tunekirina xweseriya demoqratîk û redkirina nenavendiyê di sûriyê de û berdewamkirin li ser gurkirina cîhadistan li ser pêkhateyan dê hêzdariya xwe winda bike.
- Doza kurdî (xweseriya demoqratîk) bi şêwazê heyî, tevî ku piştgiriyeke berbiçav ji kwalisyona navnetewî û Emerîka digire û bi Şamê re di nava peymanan de ye, her wiha Tirkîyê ji ber rewşa xwe ya hundirîn, banga aştî û demoqrasiyê ya R.ocelan û pêknehatina hêviyên vekişîna hêzên emerîkî ji rojava, helwestên tund li himber xweseriya demoqratîk kêm bûne, mumkune rastî hin guhertinan bibe, hêzdariya wê ya li ser pêkhateyan mîna Dêrezorê, Reqa paş de vekişe, li himber rizgarkirina Serêkaniyê, Girê Sipî û Efrînê û ev nexşekirin hebe piştgiriya Îsraîl, firensa û Emerîka jî bigire, anku herêma rojavayê kurdistan mîna herêma başûrê kurdistan weke herêmeke fedral were ragihandin.