Friday, May 9, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

​​​​​​​Rewşa şanoyê li Rojava… kêmayî û serkeftin

05/12/2021
in Uncategorized
A A
​​​​​​​Rewşa şanoyê li Rojava… kêmayî û serkeftin
Share on FacebookShare on Twitter

Li gel kêmayiyên heyîn komên şanoyê hewl didin hunerên kevin û çîrokên folklorîk li ser dikên şanoyê pêşkêşî gel bikin û hunera şanoyê li rojavayê Kurdistanê pêş bixin.

 

20’ê Mijdarê Mîhrîcana Şanoyê ya “Arîn Bisk û Zulfên Aştiyê ye” li ser dika şanoyê ya Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya Kobanê dest pê kir. Ev mihrîcana 10an ya şanoyê bû  ku li rojavayê Kurdistanê li dar ket. Mihrîcana yekê 2014’an bi navê “Mîtan” li Efrînê li dar ketibû.

Li Efrîn û Şehbayê 4 mîhrîcanên şanoyê, li herêma Cizîrê 5 mîhrîcan bi navê Şehîd Yekta û beriya wê jî yek li Kobanê li dar ketin. Gel ev mîhrîcan bi coş pêşwazî kirin.

Di rojên mîhrîcana “Arîn Bisk û Zulfên Aştiyê ye” de ku hefteyekê dewam kir, derhênerê sînemayê Hîwa Betal ji ajansa me re axivî. Hîwa Betal komeke ciwanan li Navenda Cemîl Horo ya Çand û Hunerê ya Helebê perwerde dike û bi şanoya “Mueleq” beşdarî mîhrîcanê bû.

Têkildarî karê şanoyê û girîngiya wê ji civakê re Hîwa Betal got: “Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê me hin şano pêşkêş kirin, gel elaqeyeke mezin nîşan da û kêfxweş bû. Ji ber ku berê şanoyên zindî nedîtibûn an ku girîngiyeke cidî nedidanê.”

Têkildarî zehmetiyên ku di qada şanoyê de pê re rû bi rû dimînin, Hîwa Betal wiha axivî: “Derfetên me yên şanoyê kêm in. Heta niha dika me jî tune ye. Hemû perwerdeyên me di odeyên biçûk û malan de têne kirin. Pêwîstiya me bi ronahiyê heye, her wiha di muzîka akademîk a şanoyê de pisporî tune ye. Tevî van hemûyan jî di aliyê lîstikvanî û derhêneriyê de gavên baş bûn. Kêmbûna derfetan li pêş me nebû asteng.”

‘KAREKÎ AFIRÎNER Û BEDEW TÊ KIRIN’

Her wiha ji çavdêrên komên şanoyê yên Kobanê û endamê komîteya amadekar a mîhrîcanê Osman Elî jî ji ANHA`yê re axivî.

Osman Elî destnîşan kir ku xebatên şanogeriyê yên îro, ji yên berê pir cuda ne û wiha got: “Berê tenê di cejnên Newrozê de şano dihatin pêşandan û hikumeta Şamê her tiştê girêdayî Kurdan qedexe dikir. Lê îro di dirêjahiya 8 salan de 10 mîhrîcan hatine lidarxistin.”

Girêdayî pêşketina şanoyê Osman Elî ev tişt anî ziman: “Îro em li pêşberî afirînerî, hemahengî û xebatên baş ên şanoyê ne. Şoreşa Rojava bandoreke mezin di avakirina kadroyên pispor ên şanoyê de kir. Nivîskarên şanoyê tune bûn, lê îro nivîskar hene. Civak ji hunerê hez dike û em dibînin ku em li pêşberî pêşerojekê mezin a şanoyê ne.”

Osman Elî diyar kir ku ji bilî derfetên kêm pirsgirêkeke sereke heye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Me di peydakirina lîstikvanan de nexasim li Kobanê zehmetî dikişand. Ji ber ku civakê fikra lîstikvaniyê qebûl nedikir. Ev pirsgirêk berdewam dike, lê bi awayekî kêm. Ne tenê di warê şanoyê de, di heman demê de di warê hemû huneran de. Bi rêya mîhrîcanên ku têne lidarxistin, civak baştir şanoyê nas dike û em dibînin ku gelek ciwan berê xwe didin hemû qadên hunerê.”

ANHA


 

Post Views: 35
ShareTweetPin

Herî Dawî

HRRK komxebata nirxandina li ser konferansa Yekrêzîya Kurdi lidarxist
NÛÇE

HRRK komxebata nirxandina li ser konferansa Yekrêzîya Kurdi lidarxist

08/05/2025
Kanê pêngav li ku ma?
POLÎTÎKA

Kanê pêngav li ku ma?

08/05/2025
Jinên ciwan li dijî tundiya li ser jinan semînerek li dar xistin
NÛÇE

Jinên ciwan li dijî tundiya li ser jinan semînerek li dar xistin

08/05/2025
Tekez wê têkoşîna gelan bi serkeve
JIN

Tekez wê têkoşîna gelan bi serkeve

08/05/2025
Li Bajarê Dêrikê Pêşbirka Bazdanê
NÛÇE

Li Bajarê Dêrikê Pêşbirka Bazdanê

08/05/2025
Pakistan û Hindistan pevçûnên xwe nû dikin
POLÎTÎKA

Pakistan û Hindistan pevçûnên xwe nû dikin

08/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.