Rojnameya Ronahî

3`yê Tebaxê roja reş û biêş

Darîn Silê/Qamişlo

3yê Tebaxa 2014`an çeteyên DAIŞ`ê bi awayekî hovane êrişî Şingalê kirin û komkojiyek mezin li ser gelê wê pêk anîn. Di komkujiyê de bi sedan Êzîdî kuştin û bi hezaran jin hatin revandin û wek kole hatin firotin. Piştî wê Şingalê hêza xwe ya parastinê ava kir, lê niha jî êriş li ser vê hêzê hene.

Di 2014an de DAIŞê fermana 73`yan bi serê civaka Êzîdî de anî. Wê demê hêzên hikûmeta Iraqê û yên başûrê Kurdistanê, dev ji gelê Şingalê berdan û Êzîdî bi tena xwe hiştin. Bi hezaran mirov hatin kuştin. 5 hezar jin hatin revandin û wek kole li sûkan hatin firotin.  Li hemberî armanca qirkirinê gerîlayên azadiyê, YPG û YPJ bi hêz û berxwedana xwe, li gelê Şingalê xwedî derkeftin û ji bo rizgarkirina Şingalê li hemberî DAIŞ’ê şer kirin. 13`ê Mijdara 2015`an Şingal ji DAIŞ’ê rêzgar kirin û piştî rêzgarkirinê bi demekê Êzîdiyan hêza xwe ya bi navê Yekîneyên Berxwedana Şingal (YBŞ) û Yêkîneyên Berxwedana Şengalê ya Jinan YBŞ-Jin ava kirin û ji wê demê ve bi hêza xwe ya cewherî parastina xwe dikin.  Lê sala 2019an li ser plan û pirojeyên dewleta tirkî ya dagîrker ku bi riya DAIŞ’ê nikarî pêk bîne, PDK’ê nerazîbûna xwe li hemberî hêza parastina Şingalê diyar kir û bi dehê caran êrişê YBŞ’ê kirin. Herwiha dewleta tirkî ya faşîst bi dehê caran êrişên hewayî li ser Şingalê kirin û bi dehan ji gel û ji endamên parastinê şehîd xistin. Bi riya çekdarên PDK’ê û hikûmeta Iraq’ê Şingal xistîne nava dorpêçê.

Li ser salvegera heftan ya komkojiya Şingalê û rewşa niha hevserokê Nivîsgeha Karûbarên Ol û Baweriyan ya herêma Cizîrê Cibêr Şêx Silêman axivî û got, civaka Êzîdî ji bo kurdîtiyê stûnek e û wiha berdewamî da gotinên xwe “Di çanda Êzîdiyan de dîrokeke veşartî heye. Tirkiye Êzîdiyan wek stûneke Kurdan dibîne, ji bo wê her tim dixweze Kurdên Êzîdî qir bike. Heta niha êrişî Şingalê dikin û dixwazin fermaneke din bi serê Êzîdiyan de bînin. Lê Êzîdiyan bi vîneke mezin û bi ruhê berxwedanê planên Tirkiyê şkandin. Ne Tirkiye tenê, dewletên din jî destê wan di pêkanîna komkujiyê de heye. Bi taybetî hêzên hikûmeta Iraqê û yên başûrê Kurdistanê xiyanet li gelê Şingalê kirin. Berî wê tevayiya çekên welatiyan ji wan standin û gotin, ‘netirsin em li pişta we ne, emê parastina we bikin.’ Lê dema ku êrişê dest pê kir reviyan û  Êzîdî bi tena xwe hiştin. Lê bi berxwedana gerîla Şingal hat rizgarkirin û hêza parastina rewa hat avakirin. Bi vê, vîna şingaliyan xurttir bûye û pêş ketiye. Jixwe yên rê li pêşiya Êzîdiyan vekirîn û rêzgar kirîn gerîla bûn.”

`Tirkiyê dixwaze Rojhilata Navî bêKurd, PDK jî dixwaze Şingal bêÊzîdî be`

Cibêr da xuyakirin ku di komkujiya Şingalê ya 2014`an de zêdetirî 5 hezarî jin hatin revandin û axaftina xwe wiha domand: “Di komkojiyê de gelek jin hatin kuştin û destdirêjî li wan hat kirin. Heta niha jî ev hesab nehatiye xwestin. Wê demê hikûmeta Iraqê û hêzên herêma Kurdistanê jî xwe vekişandin û parastina Şingalê nekirin. Çawa ku Tirkiye dixwaze Rojhilata Navî bêKurd be, Partiya Demokratîka Kurdistan (PDK) jî dixwaze başûrê Kurdistanê bê civaka Êzîdî be. Ev jî xetereke mezin li pêşiya yekîtiya Kurdan çêdike. Em jî dibêjin yên ku parastin nekirîn û rê li pêşiya dijmin vekirîn, nikarin derheqê Şingalê de xwedîbîryar bin. Hikûmeta başûrê Kurdistanê li hemberî komkujiyê parastina Şingalê nekir, ev jî tê wateya ku ew jî şirîka vê komkujiyê ye. Heta niha dewletên din jî ji bo vê komkujiyê bêdeng  in. Lê gerîla, YPG û YPJ bi têkoşîn û qehremaniya xwe gelê Şingalê rizgar kirin.”

‘DAIŞ û Tirkiye xwediyên heman hişmendiyê ne’

Cibêr da diyarkirin ku kiryarên DAIŞ’ê li Şingalê pêk anîn dewlet Osmanî tîne bîra mirov û wiha got: “Tiştên ku DAIŞ li ser Kurdan pêk tîne tev kiryarên dewleta Osmanî ne ku nûjena wê niha Tirkiye ye. Berî sed salî dewleta Osmanî ev kiriyar pêk dianîn, niha jî dewleta tirkî û DAIŞ bi heman qirêjiyê xeta wê dişopînin.”

Hevserokê Nivîsgeha Karûbarên Ol û Baweriyan ya herêma Cizîrê Cibêr Şêx Silêman, bang li tevayiya partî û siyasetmedarên Kurd kir ku yêkîtiya xwe ava bikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ez bi hêvî me Kurd tev bibin yek, çimkî eger yekîtî çênebe wê gelek fermanên din bi serê kurdan de werin. Bi taybetî civaka Êzîdî fermanên pir mezin bi serê wan de hatine, niha jî dixwazin fermana 74an bi serê me de bînin.”

 

 

 

 

kitty core gangbang LetMeJerk tracer 3d porn jessica collins hot LetMeJerk katie cummings joi simply mindy walkthrough LetMeJerk german streets porn pornvideoshub LetMeJerk backroom casting couch lilly deutsche granny sau LetMeJerk latex lucy anal yudi pineda nackt LetMeJerk xshare con nicki minaj hentai LetMeJerk android 21 r34 hentaihaen LetMeJerk emily ratajkowski sex scene milapro1 LetMeJerk emy coligado nude isabella stuffer31 LetMeJerk widowmaker cosplay porn uncharted elena porn LetMeJerk sadkitcat nudes gay torrent ru LetMeJerk titless teen arlena afrodita LetMeJerk kether donohue nude sissy incest LetMeJerk jiggly girls league of legends leeanna vamp nude LetMeJerk fire emblem lucina nackt jessica nigri ass LetMeJerk sasha grey biqle