Friday, May 9, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şevbiwêrka çîrokan li baxçeyê xwendinê

24/06/2021
in Uncategorized
A A
Şevbiwêrka çîrokan li baxçeyê xwendinê
Share on FacebookShare on Twitter

Lêzan EVDIKÊ/Qamişlo

Di çarçoveya çalakiyên çandî yên heftane de, bi navê” Çîrok civakek e ku diaxive ” li bexçeyê xwendinê roja Çarşema borî, Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê şevbiwêrkek li dar xist.

Şevbiwêrk ji bo nivîskar û rojnemevan Ebdurehman Mihemed bû. Mijara şevbiwêrkê çend çîrok ji pirtûka wî ya bi navê “Nîşeyên Fetisî” bûn. Ebdurehman Mihemed sê çîrokên xwe; yek bi navê “Kûpa Naşkê”, ya din bi navê” Hêk Baş e”, ya sisyan jî bi navê “Masa Hejmar 3” xwendin. Hem çîrokên xwendîn, hem çîrokên di pirtûkê de tev li ser êş, gilî, koçberkirina bi darê zorê û mijarên cuda yên jiyana civaka Sûriyê ne.

Çawa ku tê zanîn, nivîskar û rojnamevan Ebdirehman Mihemed welatiyê bajarê Qamişlo ye û endamê Yekîtiya Rewşenbîran ya Herêma Cezîrê ye. Di hemen demê de di rojnameya me de nûçegihanî û edîtoriyê dike. Herwiha sê pirtûkên wî yên bi navê “Kaxezên Kurdistanê, Evîn di demên qedexeye de û Nîşeyên Fetisî ” hene.

Nivîskar Ebdirehman Mihemed, di destpêka şevbiwêrkê de wiha got: “Armanca vê şevbiwêrkê nîşandana êşê û sekneke qayîm li hemberî pirsgirêkan e. Lê Ji bo hilbijartina van her sê çîrokan, bi taybetî min xwest balê bikişînim ser sê mijarên girîng. Mîna çîroka “Kûpa Naşke” êşa koçberan dide xuyakirin. Di heman demê de wêneyên bîranînên zaroktiyê û dilpakiya wan di çîroka hêkê de tê pêşkêşkirin. Herwiha çîroka li ser êşa jinekê ka çawa bi şert û mercên jiyanê re li ber xwe dide, dema mêr dev jê berdide û tenê dimîne, têkiliya ruhê xwe bi welat nîşan dide, di çîroka Masa Hijmar 3 de hatiye diyarkirin. ”

Çalakiyên çandî, yên heftane, ku ji bo heskiriyên çand û wêjeyê bûne qiblegeh, li Baxçeyê Xwendinê dewam dikin.

Post Views: 34
ShareTweetPin

Herî Dawî

HRRK komxebata nirxandina li ser konferansa Yekrêzîya Kurdi lidarxist
NÛÇE

HRRK komxebata nirxandina li ser konferansa Yekrêzîya Kurdi lidarxist

08/05/2025
Kanê pêngav li ku ma?
POLÎTÎKA

Kanê pêngav li ku ma?

08/05/2025
Jinên ciwan li dijî tundiya li ser jinan semînerek li dar xistin
NÛÇE

Jinên ciwan li dijî tundiya li ser jinan semînerek li dar xistin

08/05/2025
Tekez wê têkoşîna gelan bi serkeve
JIN

Tekez wê têkoşîna gelan bi serkeve

08/05/2025
Li Bajarê Dêrikê Pêşbirka Bazdanê
NÛÇE

Li Bajarê Dêrikê Pêşbirka Bazdanê

08/05/2025
Pakistan û Hindistan pevçûnên xwe nû dikin
POLÎTÎKA

Pakistan û Hindistan pevçûnên xwe nû dikin

08/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.