Partiya Kesk ya Kurdistanê di kongreya xwe ya duduyan de derbasî sîstema hevserokatiyê bû û navê partiyê jî kir “Partiya Kesk ya Demokratîk”.
28`ê vê mehê Partiya Kesk ya Kurdistanê kongreya xwe ya duduyan bi durişma “Ber bi Sûriyeke pirreng, demokratîk û nenavendî ve ku jiyanê di jîngeheke ewle de misoger bike” li dar xist.
Çend biryarên di kongreyê de hatîn girtin wiha ne:
1- Sîstema partiyê ji serokatiyê veguherî hevserokatiyê.
2- Navê partiyê ji Partiya Kesk ya Kurdistanê bû Partiya Kesk ya Demokratîk.
3- Reşa Ebas û Luqman Ehmê bûne hevserokên partiyê.
Hêjayî gotinê ye ku Partiya Kesk ya Kurdistanê 12`ê Çileya 2013`an hatibû ragihandin û kongreya xwe ya yekê 27`ê Gulana 2015`an li dar xistibû.
ANHA