Friday, May 9, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Haki Karer bû ronahiya lehengên Îro

27/05/2021
in Uncategorized
A A
Haki Karer bû ronahiya lehengên Îro
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan/Qamişlo

Ji sala 1977an heta roja me ya îro, li ser xaka Kurdistanê bi hezaran şehîd çêbûne. Bi artêşeke ji şehîdan dîrokeke nû ji gelê Kurd re hatiye nivîsîn. Ew dîrok bi şehîdbûna Haki Karer, şehîdê yekê yê Koma Azadiyê hat destpêkirin. Herikîna rastî û azadiyê ji wê rojê ve dest pêkiriye û heta roja me ya îro didome.

ŞEHÎD RASTIYEKE ZINDÎ NE, ÇAVKANIYA HÊZ, MORAL, BÎR Û BAWERIYÊ NE

Haki Karer yek ji damezrînerên Tevgera Azadiyê bû. Li Dîlokê xebateke mezin kir. Bi sedan ciwanên Kurd bi rêxistin kirin. Kesayeteke zanyar û pir wêrek bû. Hem rêveberekî xwezayî, hem cîgirê rêber Apo bû.

Endamê Komîteya Azadiya rêber Apo ya bakur û rojhilatê Sûrî Ferzende Munzir, derbarê roja şehîdbûna Haki Karer de wiha axivî: “Salvegera şehîdbûna pêşeng û rêvberê Tevgera Azadiyê, heval Haki Karer bîr tînim. Şehîd Haki Karer şoreşgerekî enternasyonal bû, bi şehadeta wî û bi şehîdên heyva Gulanê em îro berxwedanê dikin.”

BÛ HEDEFA BÊBEXTIYEKE MEZIN

Haki Karer 18ê Gulana 1977an bû hedefa Stêrka Sor ya bi destê dewleta tirkî hatî damezirandin û bi PDKê ya Başûr ve girêdayî.

Ferzende diyar kir ku ji bo şkandina Tevgera Azadiyê Haki Karer bû hedef. Armanca Stêrka Sor ya kuştina heval Haki ew bû ku ji şoreşgeran, rêber Apo û gelê Kurdistanê re bêje, êdî bes e eger hûn gaveke din biavêjin wê çarenûsa we ev be.

Ferzende herwiha da xuyakirin ku şehîdbûna Haki Karer bandoreke mezin li ciwanên Kurd kir û wiha pê de çû: “Ciwanên Kurd biryara tolhildanê li dijî tevgera Stêrka Sor dan, lê bersiva rêber Apo cuda bû, got, şehîd Haki Karer ruhê min yê veşartî bû û bi vê êrişê xwestin milê min yê rastê qut bikin. Ew şehîdê biratiya gelan e. Rêber Apo dibêje, şehîdbûna Haki lêpirsîneke mezin ji min re çêkir û du rê li pêşiya me bûn. Yek jê em li şehîd Haki xwedî derkevin û xwe bi rêxistin bikin, ya duduyan em soz û xewna şehîd pêk neynin.

Bi şehîdbûna Haki rêber Apo biryarê dide ku li şehîdên xwe xwedî derkevin û bersiva Stêrka Sor bi damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê bidin. Armanc ji vê yekê gelê Kurd yê ji aliyê dijminê xwe ve ji her alî ve hatî tinekirin, jinûve zîndîkirin bû.

“DI TARIYÊ DE RONAHÎ Û DI ZEHMETIYÊ DE HÊZ Û BAWERÎ HETA SERKEFTINÊ”

Ferzende da zanîn ku bi şehîdbûna Haki Karer rêxistineke şoreşgerî hat damezirandin û axaftina xwe wiha domand: “Îro bi ruhê Haki, Çekdar û Mizgîn li her çar perçeyên Kurdistanê em têkoşînê dikin. Ev tekoşîne bi rêbaz û hêza tekoşîna Rêber Apo ye ku em dişopînin.”

Endamê Komîteya Azadiya rêber Apo ya bakur û rojhilatê Sûrî Ferzende Munzir axiftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev sal wê bibe sala şkandin dewleta tirkî ya faşîst û azadiya rêber Apo. Di tariyê de ronahî û di zehmetiyê de jî hêz û bawerî wê heta serkeftinê be. Em şehîdbûna Haki û şehîdên heyva Gulanê bîr tînin. Bi destanên lehengî û qehremaniyê li Avaşîn, Metîna û Zapê emê bi ser kevin.”

 

 

 

 

 

 

Post Views: 37
ShareTweetPin

Herî Dawî

HRRK komxebata nirxandina li ser konferansa Yekrêzîya Kurdi lidarxist
NÛÇE

HRRK komxebata nirxandina li ser konferansa Yekrêzîya Kurdi lidarxist

08/05/2025
Kanê pêngav li ku ma?
POLÎTÎKA

Kanê pêngav li ku ma?

08/05/2025
Jinên ciwan li dijî tundiya li ser jinan semînerek li dar xistin
NÛÇE

Jinên ciwan li dijî tundiya li ser jinan semînerek li dar xistin

08/05/2025
Tekez wê têkoşîna gelan bi serkeve
JIN

Tekez wê têkoşîna gelan bi serkeve

08/05/2025
Li Bajarê Dêrikê Pêşbirka Bazdanê
NÛÇE

Li Bajarê Dêrikê Pêşbirka Bazdanê

08/05/2025
Pakistan û Hindistan pevçûnên xwe nû dikin
POLÎTÎKA

Pakistan û Hindistan pevçûnên xwe nû dikin

08/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.