Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan, beşdarî bernameya taybet a televizyona Medya Haberê bû û mijarên di rojevê de nirxandin.
BI PÊŞENGIYA JINA AZAD WÊ CIVAKEKE AZAD Û JIYANEKE NÛ AVA BIBE
Dûran Kalkan, li ser wate û têkoşîna roja cejna jinê bi nirxandinên xwe bal kişand ser pîrozbahiyên 8’ê adara 2021’an û wiha got; “Bi rastî jî şoreşa azadiya jinê bi gurme gurm pêk tê. Ev êdî rastiyeke cîhanî û mirovî ye. Ev şoreş tu astengî nasnake. Ne taciz û tecawiz, ne komkujî û ne jî nexweşîya Corona; faşîzma zilimkar ne karî rê li ber vê şoreşê bigire. Bi pêşengiya jina azad, êdî civakeke azad û jiyaneke nû ava dibe. Pîrozbahiyên 8’ê Adara yên îsal pêk hatin jî, ev yeke raxist ber çavan.”
AGIRÊ SERKEFTINÊ YÊ NEWROZÊ LI LÛTKEYÊN GARÊ HAT PÊXISTIN
Di vê çerçoveyê de Dûran Kalkan li ser pîrozbahiyên cejna Newrozê jî wiha axivî; “ PKK tevgereke ku temelê wê di newroza 1978’an de li Bendava Çûbûkê hatiye avêtin ne. Ew têkoşîna ku partiya Newrozê avakirî, bi xwe re gelê Newrozê afirand. Êdî tu hêz, tu zilim û komkujî nikare rê li ber vî agirê azadîyê bigire. Berovajî vê yeke, êriş û zilmên çêdibin bi hêrseke mezin têkoşînê pêş dixe .”
Dûran Kalkan bal kişand ser berxwedana Garê ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û diyar kir ku agirê serkeftinê yê Newrozê jî li lûtkeyên Garê hatiye pêxistin û wiha pêda çû; “Taybetiya Garê ewe ku agirê Newrozê, berîya 2 hezar û 633 sal li Garê hatîye geşkirin. Şervanên ku li Nînova şerê zalim yê Dehaq bikin, li Garê hatibûn perwerdekirin. Ji bo wê agirê serkeftinê yê Newrozê li lûtkeyên Garê hat pêxistin.
Dema qesrên zaliman li Nînova hatin hilweşandin, herî zede jî li Garê hat temaşekirin.”
DÎROK LI GARÊ XWE NÛ DIKE
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê, di şexsê Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan de, hemû şehîdên azadiyê bibîr anî û got; “Pêngava ku bi berxwedana Mazlûm Dogan li zindana Amedê destpêkirî, îro bi pêşengiya gerîlayên azadiyê li lûtkeyên çiyayên Kurdistanê berdewam dike. Dîrok, careke din xwe nû dike; di şexsê gerîlayên azadiyê de û bi felsefeya Rêber Apo careke din xwe di afirîne. Piştî 2 hezar û 633 salan, wê careke din qesra dehaqê hemdem Erdogan û hevkarên wî bi serê wanve wê were hilweşandin. Ew agirê serkeftinê yê ku li Garê hatiye pêxistin, em ê li Kurdistanê û hemû Rojhilata Navîn de belav bikin.”
EM LI HEMBERÎ KOMKUJIYAN TÊKOŞÎNA TOLHILDANÊ DIMEŞÎNIN
Dûran Kalkan diyar kir ku gelê Kurd, zarokên xwe yên herî hêja di vê têkoşînê de dayine û gotinên xwe wiha bi dawî kirin; “Ciwanên Kurd bi têkoşîna xwe tola komkujîya Helebce, Qamişlo û Gazîyan hildidin. Îro jî berdewmîya vê têkoşînê dimeşe. Ji ber vê yekê jî, em di wê baweriyê de ne ku ev têkoşîna tolhildanê ya li dijî komkujiyan, li ser şopeke rast dimeşe.”