Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Sirri Sureyya Onder Şehîdê Aştî û Demokrasiyê’

04/05/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
‘Sirri Sureyya Onder Şehîdê Aştî û Demokrasiyê’
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/ Dêrik

Hevserok û endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dêrikê diyar kirin ku endamê Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder bû şehîdê aşitî û demokrasiyê û heya nefesa xwe ya dawî doza aştiyê û demokrasiyê şopand.

Piştî rêwîtiyeke dirêj ji xebatên bêhempa li ser rêya azadî û demokrasiyê, endamê Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder Sirri Sureyya Onder ê 15’ê Nîsanê ji ber krîza dil rakiribû nexweşxanê piştî tedawiya 18 rojan, li nexweşxaneya Floransa Nightingale ya lê dihate dermankirin koça dawî kir.

Di derbarê kesayet û bandora şehadeta Sirri Sureyya Onder de Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dêrikê Fatima Hisên û endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Şerîf Derwêş ji Rojnameya me re axivîn.

Şehadeta Sirri Sureyya Onder bi êş bû

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dêrikê Fatima Hisên di destpêka axaftina xwe de sersaxî ji Rêber Apo û malbata Şehîd Sirri Sureyya Onder re xwest û wiha got: “Şehadeta Sirri Sureyya Onder bi êş bû ji bo hemû gelê kurd û tirk, ew kesayetekî siyasetmedar, aştîxwaz bû. Wî hedem hewildanên xwe dikir ji bo hemû aliyan da ku aştiyê û demokrasiyê pêk bîne. Di heman demê de azadiya Rêber Apo yek ji xwestek û daxwazên wî bû, di dema dawî de jî tevî ku rewşa wî ya tenduristî nebaş bû jî lê dîsa jî xwe gihand girava Îmralî û hewildanên xwe kir heya çiyayên Kurdistanê û piştî wê berê xwe da Başûrê Kurdistanê jî. Li her derî têkoşîn kir da ku aştiyê pêk bîne.”

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Şerîf Derwêş diyar kir ku Sirri Sureyya Onder xwedî riheke welatparêzî bû, ji civak û mirovahiyê hez dikir û wiha got: “Tevî ku Sirri Sureyya Onder turkmanî bû li xizmet ji bo hemû gelan dikir, ew gelekî bi Rêber Apo ve girêdayî bû û ji fikrê wî hez dikir. Hertim têkoşîn û berxwedanî dikir da ku şer û zilim bisekine, lewma hikumet jê hez nedikir û li hemberî wî disekinî, heya rojên xwe yên dawî jî ranewestiya û ked dida. Şehadeta wî xemgîniyeke mezin di dilê me de çêkir ne tenê gelê kurd, lê ji bo tevahî cîhanê jî, em tucarî vê xebat û xeta aştiyê ya ku wî dayî meşandin ji bîr nakin û heya dawiyê em ê têkoşînê bikin.”

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.