Dîlan Mulhim\ Qamioşlo
4’ê Gulana 1937’an bi biryara Lijneya Wezîran di bin navê ‘Tevgera Tenkîl a Tunceliyê’ de komkujiya Dêrsîmê hat destpêkirin. 70 hezar mirov hatine qetilkirin, bi dehezaran welatî hatin surgunkirin û karesatên mezin bi serê wan hatin. Gelek jinên ciwan ku weke ‘keçên Dêrsimê yê winda’ tên zanîn jî hatin revandin û carekdin agahî ji wan nehat girtin.
Dêrsim ku serî netewand,azadî û serxwebûn ji xwe re kir şêweyeke jiyanê, ji Împaratoriya Osmanî heta bi Komara Tirkiyeyê weke erdinîgariyeke welê hate dîtin ku divê ‘operasyon’ lê bê kirin. Hejmara êrîşên leşkerî yên li ser Dersimê nayê zanîn.
Di salên 1937-1938’an de ji aliyê dewleta Tirk ve li Dêrsimê komkujiyeke li ser gelê Kurd hate kirin ku beriya niha mînaka wê nehatibû dîtin. Li gorî daneyên fermî yên dewletê di komkujiya Dêrsimê de 13 hezar û 160 kes hatin qetilkirin. Her wiha 11 hezar û 818 kes jî ber bi bajarên Tirk ve hatin sirgûnkirin.Di heman demê de li gorî çavkaniyên xwecihî jin û zarok jî di nav de hebûn û di vê komkujiyê de 70 ê hezar mirov hatin qetilkirin. Di dema komkujiyê de bi deh hezaran Dêrsimî hatin sirgûnkirin, zaorkên wan hatin revandin. Dersîmî aqûbeta zarokên bi saxî filitîn û hatin revandin qet nekarîn hîn bibin. Ji keçên winda yên Dersimê qet agahî nehate wergirtin. Seyîd Riza û hevrêyên wî di 15’ê Mijdara 1937’an de hatin darvekirin û cihê gorên wan ji aliyê dewleta Tirk ve têne veşartin. Her wiha belgeyên têkildarî zarokên hatin revandin û keçên winda yên Dersimê nehatin eşkerekirin.
Roja Reş
Welatiyên Dersîmê di 4’ê Gualan 2010’an de roja destpêkê ya komkujiyê wek “Roza Şiyaye” ango “Roja Reş” ragihand. Nûner û pêşengên rêxistinên Dêrsimê ji 2010’an roja 4’ê Gulanê qurnefîl bi çemê Mûnzûrê re berdidin û bi vî awayî kesên di komkujiyê de hatine kuştin bi bîr tînin.
Ji ber kurdbûn û elewîtiyê, Dêrsim di çavê dewletê de keleha dawî ya kurdan a berxwedêr bû ku diviya destwerdan lê bihata kirin û ji holê bihata rakirin. Dewleta Tirk tenê bi komkujiyê nema, piştî komkujiyê bi dehhezaran kurdên Dêrsimê ji warê wan dûr xistin. Ji bo wan asîmîle bikin bi hezaran keç û xortên dersimî di çerxa xedar a asîmîlasyonê de hatin helandin. Dewletê bi vê komkujiyê xwest Dêrsimê ji kurdîtî û elewîtiyê safî bike.