Lîloz Hisên/Qamişlo
Hiqûqnasên Kantona Cizîrê bi daxuyaniyeke nivîskî piştgiriya xwe ji bo pêkhateya Durzî li Sûriyê li dijî êrişên domdar ku li ser wan pêk tên, nîşan dan.
Hiqûqnasên Kantona Cizîrê derbarê êrişên dijî Pêkhatiya Durzî li Sûriyê, li pêş Dadgeha Gel a li Qamişlo daxuyaniyek da. Daxuyanî ji hêla Hevseroka Yekîtiya Parêzerên kantona Cizîrê Heyfa Hesen ve hate xwendin.
‘Êrişên sîstematîk berdewam in’
Di destpêka daxuyaniyê de wiha hate got: “Berî niha heman êriş derheqê elewiyan li berava Sûriyê, Humis û Hema pêk hat. Em piştgiriya xwe ji bo gelê mezheba Durzî li Sûriyê nîşan didin, em bang dikin ku tevgereke cidî bê kirin ji bo parastina sivîlan ji hedefgirtinên mezhebî.”
Di daxuyaniyê de hate tekezkirin ku bûyerên ku diqewime ji aloziya avahîsaziya desthilata Şamê nayê veqetandin û wiha hate gotin: “Hîn jî desthilatdarî bi awayekî dûrxistinê tê birêvebirin, desthiladariya Hakim li Şamê hikumeteke ava kir ku tevahî civaka Sûriyê temsîl nake, pêkhateyên dîtir di avakirina hikumetê an destûra Sûriyê de beşdar nekir, vê yekê di nava hemû mezheb û netewan de bê ewlehî çêkir, bi taybet di çarçoveya teyînkirina cîhadîstên biyanî di cihên rêvebriyê yên hesas di nava hikumetê de.”
Parastina navdewletî mafekî rewa ye ji bo mezheba Durzî
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Ev rastiya ku pernesîbên hevkarî û pirrengiyê paşguh dike hişt ku civaka navdewletî, di nav de Emerîka û hejmareke ji dewletên Ewropî hikumta bi pêşengtiya Ehmed El-Şeri nas neke, eger çekdarên biyanî dûr nexe û tevahî pêkhateyan tevlî hikumetê neke, mîsogerkirina mafên wan û avakirina dewleteke demokratîk pirrengî nenavendî. Di heman çarçoveyê de û domandina nikarîbûna dewletê di parastina sivîlan, parastina navdewletî dibe mafeke rewa ji bo gelê mezheba Durzî, li gorî qanûna navdewletî û bi taybet hevpeymana Cinêv ya sala 1951‘an, ku mafê kategoriyên li hember xeteriya komî ji ber ol, netew û girêdana civakî tên; misoger dike.”
Daxuyanî bi bangewaziya van xalan bi dawî bû, ev xal jî wiha ne:
-Redkirina tundiya mezhebî bi hemû awayan û piştgiriya qurbaniyan û malbatên wan.
-Berpirsyartiya desthilatdariya hakim di parastina welatiyan, daxwazkirina ku dev ji dûrxistin û girtin siyasî berde herwiha nivîsandina destûreke bi beşdarbûna tevahî pêkhateyên gelê Sûriyê.
-Bangewaziya tevgerke navdewletî cidî bê kirin ji bo şopandina rewşê û aktîvkirina mekenîzmeya parastina kategoriyên ku gef li ser wan tê kirin.
-Tekezkirina li ser mafê ku hemû gelê Sûriyê bi ewle û hemwelatîbûnê di welatê xwe de hîs bike, dûrî cudahî û xeteriyê.