Helbestvanên gundewarê navçeya Tirbespiyê di şevbiwêrkekê de ku ji aliyê meclisa bajarokê Ebû Firi ve hatiye organîzekirin, derbarê rola hevgirtina şêniyên herêmê û parastina erdê xwe de helbest xwendin.
Şevbiwêrk li hola Kongreya Star ya bajarokê Ebû Firi hat lidarxistin. Hol bi wêne û tabloyên ku mîrateya pêkhateyên herêma Cizîrê nîşan didin, hatibû xemilandin. Di şevbiwêrkê de 6 helbestvanên ji gundewarê Tirbespiyê beşdar bûn. helbestvanan bi helbestên xwe rastiya pêkhateyên herêmê û rola wan ya di parastina erdê xwe de nîşan dan.
Di şevbiwêrkê de helbestvan Meha El-Mûtlaq, Kewser El Qeso, Heyfa El Cerbû, Qûsay El Hebîb, Semîr El Wero û Mecid ElCerbû, beşdar bûn.
Endamên nivîsgeha Meclisa Sûriya Demokratîk şaxê Tirbespiyê, Meclisa bajarokê Helwa û şêniyên bajêr beşdarî şevbiwêrkê bûn.
Endamê meclisa Ebû Firi Rexda El-Celo dest bi vekirina şevbiwêrkê kir û bal kişand ser girîngiya çandê û rola wê ya berbiçev di pêşveçûna şaristanî û neteweyî ya bi salan.
Rexda wiha berdewam kir: “Dewletên desthilatdar û kaptalîst şerê çandan dikin da ku nasnameya gelên ku bi çand, nasname û dîroka xwe tên naskirin, ji holê rakin. Herwiha Rexda bang li her kesî kir ku ji bo jiyaneke azad û birûmet çand û nasnameya xwe biparêzin.
Pişt re helbestvanan derbarê rastiya ku dijîn, zehmetiyên ku kişandine û hevgirtina pêkhateyên herêmê di parastin û berxwedana li hember êrişan de helbest pêşkêş kirin.
Şevbiwêrk bi govendên gelêrî bi dawî bû.
ANHA