Darîn Silê/Qamişlo
Jinwar berhema têkoşîna jinê, civak û çanda xwezayî ye. Weke her devera li bakur û rojhilatê Sûriyê, li gundê Jinwar yê bajarê Dirbêsiyê jî nexweşxaneyeke bi navê “Şifaya Jin” heye. Li nexweşxaneyê dermanên xwezayî bi keda destê jinan tê çêkirin.
“NEXWEŞXANE 24 SATEAN VEKIRIYE”
Derbarê mijarê de rêvebera nexweşxanê Cemîla Şetê wiha axvî; ” Nexweşxane 24 saetan vekirîye û nexweş ji her deverê tên xwe li vir tedawî dikin. Despêka nexweş tên em wan pêşewazî dikin. Li vir venêrîn û tedawî bê pareye. Lê despêka nexweş derbasî nexweşxaneyê dibin
500 lîreyên Sûrî dikin sûndiqa alîkarîyê de. Du beş li nexweşxaneyê hene, beşa xwezayî û beşa tibî. Di beşa xwezayî de dermanên ji xwezayê tên çêkirin hene, piranî em dermanên xwezayî bi kar tînin. Ji bo venêrîna jinan jî cihê zayînê jî heye.”
Cemîla dîyar kir ku heft endamên wa li gel bijîşkek pispor hene.
AWAYÊ KAR DI REWŞA KORONA DE
Cemîla bal kişand ser despêka nexweşiya korona û got; “Di rewşa korona de kesê derbasî nexweşxaneyê dibûn berdev û lepik bi kar tanîn. Wê demê me gelê xwe hişyar dikir û me gelek perwerde li ser xweparastina ji nexweşiyê didan gundên derdora jinwarê. nexweşên ku korona bi wan re xûya dikir, me ew dişandin nexweşxaneya dirbêsiyê”
“JINWAR BERHEMA TÊKOŞÎNA JINÊ YE”
Cmîla di berdawamî ya axiftinên xwe dîyar kir ku di cîhanê de jîyana mirov bi tekoşîna jinê hat avakirin û got; Ji bo ku em xwedî li keda tekoşîna jinê derkevin, emê xebat û tevgera xwe bidomînin û Jinwar jî berhema têkoşîna jin, civak û çanda xwezayî ye.”
Rêvebera nexweşxanê Cemîla Şetê di dawîya gotinên xwede dîyar kir ku Desteya Tenduristyê ya Herêma Cizîrê hertim alîkariya wan dike û heman demê de jî Heyva Sor ya Kurdî di avakirina nexweşxana Jinwar de bûye alîkar.