Sînan Cûdî
Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ya ku di 26ê Nîsana 2025an de li bajarê Qamîşloyê hat lidarxistin, çarçoveyeke siyasî ya nû ji bo pêşeroja Sûriyeyê pêşkêş kir ku dê bandorên kûr ne tenê li ser Kurdan, lê li seranserê welêt jî bike.
Belgeya Helwesta Hevbeş, ku bi beşdariya zêdetirî 400 nûneran bi yekdengî hate pejirandin, bi berfirehî sîstema siyasî, îdarî û çandî yên ku Kurdan hem ji bo herêma xwe û hem jî ji bo tevahiya Sûriyeyê dixwestin destnîşan kir. Lê belê, daxuyaniya ji aliyê hikûmeta Şamê ve hat dayîn, wekî redkirineke rasterast a van daxwazan hat şikilandin.
Ev herdu belge bi awayekî zelal nîşan didin ku Kurd dê di pêvajoya ji nû ve avakirina Sûriyeyê de çi rol bilîzin, ew bi çi derfet û xetereyan re rû bi rû ne.
Pêşniyara bingehîn a Konferansê ew bû ku herêmên Kurdî, di bin avahiyekî nenavendî de yekparebûna siyasî û îdarî bi dest bixin. Ev pêşniyar bi tekezkirina li ser pêwîstiya avakirina sîstemeke destûrî ya pirneteweyî, pirçandî û pirbawerî ne tenê ji bo gelê Kurd lê ji bo hemû pêkhateyên Sûriyeyê hate piştgirîkirin.
Xalên bingehîn ên wekî mafê zimanê zikmakî, pirrengiya siyasî, cudakirina hêzan (wek daraz, cîbicîkar û zagonsaz), wekheviya di navbera jin û mêran de û mafên zarokan; Ew di çarçoveya prensîbên gerdûnî yên ku ji hêla dewletên demokratîk ên nûjen ve hatine pejirandin de hate îfade kirin. Di vê çarçovê de, Kurdan perspektîfek pêşkêş kirin ku ne tenê ji bo mafên wan, lê di heman demê de ji bo veguherîna demokratîk a hemû civaka Sûriyeyê jî armanc dike.
Berevajî vê, hikûmeta navendî ya Sûriyeyê bi tundî daxwaza nenavendîbûnê red kir. Di daxuyaniyê de hat gotin ku “avahîya yekgirtî ya welêt xetê sor e” û her daxwaza xweserî an statuyeke taybet dê bibe “cudakarî”. Şamê nîqaşên li ser sîstemê nenavendîbûnê wekî gefek eşkere li ser yekparçeyiya axa welêt bi nav kir. Bi vî awayî, pêşniyarên çareseriya destûrî yên ku ji hêla Kurdan ve hatine pêşkêş kirin, bêyî ku li ser bingehek hevbeş werin nîqaşkirin, bi tevahî tê redkirin.
Di warê mafên çandî û zimanî de jî dabeşbûnek bi heman rengî heye. Konferans daxwaz kir ku zimanê Kurdî jî wek Erebî statuyek fermî bi dest bixe, mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê bi destûrî were misogerkirin û sazî li ser bingeha xweseriya çandî werin avakirin. Lêbelê, hikûmeta Şamê soza ti reform an vekirinan di van waran de neda.
Pirsgirêka ewlehî û avahiya demografîk jî wekî xalek girîng a rageşiyê di navbera herdu aliyan de derdikeve pêş. Her çend Kurdan daxwaza rawestandina koçberiya bi darê zorê û rawestandina guhertina demografîk kirin, nemaze li herêmên wekî Serêkaniyê, Girê Spî û Efrîn, lê hikûmeta navendî li ser vê mijarê helwestek zelal nîşan neda. Ev herêm, ku nezelal maye, rê li ber wê yekê vedike ku rewşa rastîn a li ser erdê careke din ji bo aştî û aramiyê bibe pirsgirêkek mayînde.
Di pêvajoya ji nû ve avakirina aborî de jî valahiyek wisa tê dîtin. Hate diyarkirin ku, ji ber salên dirêj ên paşguhkirin û paşveçûna bi zanebûn a ku herêmên Kurdî dijîn, divê budçeyek taybetî ji bo dadmendiyê di parvekirina dahatê û pêşkeftina herêmî de were veqetandin. Lêbelê, hikûmeta Şamê bersiva van daxwazan neda û îma kir ku ew bi biryar e ku kontrola aborî ya navendî biparêze. Ev rewş wekî pirsgirêkek din a avahîsaziyê tê tomar kirin ku dê ji bo herêmên Kurdî beşdarbûna wekhev û dadperwerane di ji nû ve avakirinê de dijwar bike.
Ev wêne bi tevahî nîşan dide ku rola Kurdan di ji nû ve avakirina Sûriyeyê de ne tenê bi daxwazên wan ve girêdayî ye. Kurd armanc dikin ku hem hêza hilgirtinê ya projeyek demokrasiya neteweyî bin û hem jî bibin aktorên rewa di lêgerîna çareseriyan de li ser bingeha hiqûq û peymanan.
Lêbelê, refleksên heyî yên hikûmeta navendî ji dîtina Kurdan wekî aliyek wekhev li ser maseya danûstandinan dûr in. Ev rewş an dê beşdariya Kurdan di pêvajoya çareseriya siyasî ya li Sûriyeyê de asteng bike, an jî wan ber bi lêgerîna piştgiriyek nû ya navneteweyî û herêmî ve bibe.
Di vê çarçoveyê de, eger nexşerêyek ji bo pêşerojê were çêkirin, pêwîst e ku bi gavên piçûk lê berbiçav ên avakirina baweriyê dest pê bikin. Projeyên pîlot ji bo perwerdehiya bi zimanê dayikê, encumenên îdarî yên hevbeş, û avakirina mekanîzmayên şefaf û hevpar li ser mijarên ewlehiyê dikarin gavên pêşîn bin ku dê danûstandinan gengaz bikin. Yan na, pêvajoya ji nû ve avakirina Sûriyeyê bi tevahî dê netemam bimîne û formuleke çareseriyê ku Kurdan paşguh dike dê lêgerîna welêt a ji bo aştî û aramiyê hîn dijwartir bike.
Ruhê Konferansê nîşan da ku pêşerojek mimkun e ku ne tenê Kurd, lê hemû gel dikarin di serdema nû ya Sûriyeyê de li ser bingeha hemwelatîbûna wekhev û azad bicivin. Ka gelo ev ruh dê di siyasetê de bersivekê bibîne, dê bi wê ve girêdayî be ku rêveberiya Şamê çiqasî ji guhertinê re vekirî be û civaka navneteweyî çi helwestê bigire.
Rola Kurdan di vê serdema nû de an dê bibe hêza damezrîner a aştiyê, an jî, eger ew bên redkirin, ew ê bibin hilgirên qonaxek nû ya berxwedan û têkoşînê.