Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Kampa Holê; Paşguhkirina navneteweyî xeteriyê zêde dike

29/04/2025
in NÛÇE
A A
Kampa Holê; Paşguhkirina navneteweyî xeteriyê zêde dike
Share on FacebookShare on Twitter

Ronaz Silêman/Qamişlo

Kampa Holê ku yek ji kampên herî xerternak li ser asta cîhanê ye û heta niha tu çareserî jê re nehatiye peydakirin. Paşguhkirina hêzên navneteweyî ji kampê xeteriya zindîkirina hişmendiya DAIŞ’ê zêdetir dike.

Kampa Holê ku li rojhilatê bajarê Hesekê ye û li nêzî sînorê Iraqê ye, ji kampên herî xeternak e li ser asta cîhanê . Kamp sala 1991’an ji bo bicihkirina penaberên Iraqê yên ji Şerê Kendavê yê Duyemîn reviyane, hatibû avakirin. Piştî bidawîbûna şer penaberên Iraqê vegeriyan û kamp hat girtin. Lê bi êrişa li dijî Iraqê ya 2003yan re kamp dîsa hate vekirin.

Bi destpêka krîza Sûriyeyê re çeteyên DAIŞê kamp dagir kir û bajarê Holê ji bo çûn û hatina di navbera Iraq û Sûriyeyê de bi kar anî. Di 15’ê Mijdara 2015’an de HSD’ê bajarê Holê û kampa wê ji DAIŞê rizgar kirin û tê de koçberên Sûriyeyê yên ji şerê di navbera hikumeta Şamê, komên dewleta Tirk, Cebhet El Nusra û DAIŞê de reviyane, bi cih kirin.

Piştî rizgarkirina Baxozê

Piştî têkbirina DAIŞê di Adara 2019an de li Baxozê ya Dêrazorê nêzî 12 hezar DAIŞî hatin girtin ku niha di girtîgehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ne. Malbatên DAIŞiyan di kampa Holê de hatin bicihkirin. Di buhara 2019an de hejmara kesên li kampê hatibûn bicihkkrin nêzî 74 hezar kes bûn, ji wan 50 hezar ji malbatên çeteyên DAIŞ’ê yên Sûrî, iraqî û biyanî ne. Piştî ku hin malbatên Sûrî û Iraqî yên ku destên wan neketiye xwîna gelê Sûriyê û Iraqê ji kampê hatin derxistin, hin dewletên biyanî jî welatiyên xwe vegerandin ba xwe.

Nêzî 35 hezar kes li kampê dimînin

Li gorî daneyên fermî yên rêveberiya kampê, niha bi giştî nêzî 13 hezar û 124 penaberên Iraqî û 15 hezar û 805 koçberên Sûrî, 6 hezar û 385 jin û zarokên çeteyên DAIŞî li kampê dimînin.

Operasyonên Ewlehiyê:

Herdem ji bo ji bo serdegirtina şaneyên DAIŞê û têkbirina fikr û rêxistinbûyîna tundraw di hundirê kampê de, herwiha têkbirina planên derxistina tevliheviyan û reva ji kampê,  Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi piştgiriya YPJ û HSDê rêzeoperasyonên ewlehiyê li kampê didinlidarxistin. Operasyonên ku heta niha hatine lidarxistin wiha ne:

-Qonaxa yekemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê di 28’ê Adara 2021’an de dest pê kir û heta 2’yê Nîsanê dom kir. Di vê qonaxê de 125 endamên şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin.

-Qonaxa duyemîn a Operasyona Ewlehî û Mirovahî di 25’ê Tebaxa 2022’an de dest pê kir û 24 rojan dewam kir. Di vê qonaxê de jî 226 çete hatin girtin, 25 tunel hatin vedîtin û hejmareke mezin a teqemenî, çek, cebilxane û amûrên din hatin desteserkirin. Herwiha 4 jinên Êzidî ku ji aliyê çeteyan ve hatibû qeydkirin û îşkence li wan dihat kirin, ji aliyê YPJˈê ve hatin rizgarkirin.

-Qonaxa sêyemîn a operasyonê di 27’ê Çileya 2024’an de dest pê kir û 10 rojan dom kir. Di vê qonaxê de 85 çeteyên DAIŞ’ê û hevkarên wan hatin girtin û 5 tunel hatin vedîtin û rûxandin.Di operasyonê de serçeteyê bi navê Ebû Sufyan El Luheybî ku berpirsê karên terorî di hundir û derveyî kampê de bû, hat kuştin. Keçeke Êzidî bi navê Kovan Îdo Xirto ku berî bi 10 salan di êrişa li dijî Şengalê de hatibû revandin, ji aliyê YPJˈê ve hat rizgarkirin.

-Di 6’ê Mijdara 2024’an de li kampa Holê “Operasyona Ewlehiya Domdar” hat destpêkirin. Ev operasyon li derdora kampê û herêmên gundewar hat destpêkirin. Di operasyonê de zêdetirî 100 kîlomtre çargoşe hat paqijkirin, 79 çete hatin girtin, cenazeya jinekê bi destê “Hesba jinan” hatibû kuştin, hat dîtin.

-Hêzên Ewlekariya Hundirîn li kampa Holê, di 18’ê Nîsana 2025’an de, operasyoneke nû dane destpêkirin  û di vê operasyonê de 20 endamên DAIŞ’ê û hevkarên wan hatin girtin.Herwiha jimareke mezin ji çek , çebilxane û amûrên tekînîkî yên şaneyên DAIŞ’ê hatin desteserkirin.

Tevî hewldanên ewlehî yên mezin ku Asayîş, YPJ û QSD’ê pêk tînin, lê paşguhkirina navneteweyî ji kampê re, gefan zêde dike. Piranî dewletên rojavayî red dikin ku welatiyên xwe vegerînin û ji berpirsiyariyên xwe yên exlaqî û qanûnî direvin.

Derbarê rewşa giştî ya kampa Holê ji rojnameya me re axivî û wiha got: “Jimara giştî ya kampê niha nêzî 35 hezar kesî ye. Di dema dawî de li ser bingeha peymana ku di navbera hikumeta Iraqê û QSD’ê de çêbûye,  dem bi dem jimarek ji malbatên Iraqî ji kampê derdikevin û radestî hikumeta Iraqê tên kirin, Ji destpêka sala 2025’an û heta niha nêzî 5 hezar Iraqî vegeriyan welatê xwe.”

‘Jinên DAIŞî hewil didin ku hişmendiya DAIŞ zindî bikin’

Cîhan Henan derbarê pirsgirêkên ku li kamp derdikevi wiha anî ziman: “Di demên dawî de ji ber kêmbûna alîkariyên mirovî û xizmetguzarî ji aliyê rêxistinên navneteweyî ve, herwiha qutkirina alîkariyê ji aliyê DYA li ser kampê; gelek zehmetî derketin, bi taybet  di milî mirovî de gelek pirsgirêk hatin pêşberî me. Yan din jî rewşa Sûriyê bi giştî piştî têkçûna rêjîma Baas bandor li kampê kir û rewş henekî tevlihev kir. Ji xwe milê herî xeternak ku bandorê li ser rewşa kampê dike û ji bo tevahî cîhanê xeter e, belavbûna zihniyeta DAIŞ’ê di nava zarokên kampê de. Ji ber ku jinên çeteyên DAIŞ’ê zarokên xwe li ser vê hişmendiya tundirew mezin dikin, ev zarok jî eger mezin bibin wê li ser tevahî cîhanê bibin xeteriyeke mezin. Li hemberî wê jî, ji bo guhrtina vê hişmendiyê tu perwerde an bernameyên pêwîst ji bo zarokan nayên dayîn.”

‘Ji bo têkbirina pilanên şaneyên DAIŞ’ê operasyon tên lidarxistin’

Cîhan Henan da xuyakirin ku ji bo parastina ewlehiya kampê û tekbirina pilanên reva malbatên çeteyan, hêzên ewlekariya Hundirîn li gorî pêwîstiyê operasyonên ewlehiyê dide destpêkirin û wiha got: “Her dema ku ihtiyac tê dîtin operasyonên ewlehiyê ji aliyê QSD, YPJ û hêzên ewlekariyê ve tên destpêkirin. Dem şaneyên çeteyên DAIŞ’ê di nava kampê de çalak dibin û hewldanên revandina çeteyan ji kampê çîdibin, operasyonê ewlehiyê tên lidarxistin.”

‘Paşguhkirin hêzên navnetyeweyî ji kampê xeteriyê zêdetir dike’

Rêveberiya Kampa Holê Cîhan Henan banga li welatên cîhanê kir ku welatiyên ji kampên bibin û wiha qedand: “Pêwîst e her welatên ku welatiyên wan yên ji malbatên DAIŞ’ê li kampê ne bên welatiyên xwe bibin, herwiha divê hêzên navneteweyî bi erkên xwe rabin û di hemû aliyan de destekdayînê bidin Rêveberiya Xweser. Bi taybet divê destekdayîna rêxistinênên mirovî zêdetir bibe û hêzên hevpeyman di warê ewlekariya kampê de destekê bidin hêzên ewlekariyê.”

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.