Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Wê mijara serek a Hefteya Wêjeyî têkildarî rexneya wêjeyî be’

29/04/2025
in ÇAND Û HUNER
A A
‘Wê mijara serek a Hefteya Wêjeyî têkildarî rexneya wêjeyî be’
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Di 3’ê Gulanê de Dîwana Wêjeyê wê dest bi Çaremîn Hefteya Wêjeyî li bajarê Hesekê bike. Rêvebera Dîwana Wêjeyê Botan Hoşê da zanîn ku mijara sereke ya rêzeçalakiyan wê li ser rexneya wêjeyî be û armanc jî pêşxistina rexneyê ye bi taybet a kurdî.

Dîwana Wêje ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê 3’ê Gulanê dest bi çaremîn rêzeçalakiyên Hefteya Wêjeyî bike. Rêzeçalakî ji bo pêşxistina wêjeyê bi taybet wêjeya kurdî wê bê lidarxistin û bi xemla çalakiyên cihêreng wê hefteyekê bidome. Derbarê lidarxistina Heftiya Wêjeyî û amadekariyên wê de, rêvebera Dîwana Wêje ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Botan Hoşê ji rojnameya me re axivî.

‘Îsal wê mijara bingehîn li ser rexneya wêjeyî be’

Botan Hoşê da zanîn ku îsal mijara bingehîn ji bo rêzeçalakiyan û nîqaşa wêjeyî wê derbarê rexneya wêjeyî be û wiha domand: “Hefteya Wêjeyî çalakiyeke salane ye ku tê lidarxistin û em ê îsal çaremîn rêzeçalakiyên Hefteya Wêjeyî li bajarê Hesekê bi amadebûna rewşenbîr, nivîskar û hwd… li ser asta Sûriyê li dar bixin. Pirogram rêzeçalakiyên wêjeyî yên bingehîn û sûdmend dihewîne nava xwe. Wê pêkhateyên Kurd û Ereb tevlî bibin, herwiha çalakiyên ku wê bên lidarxistin, cihêreng bin, lê mijara bingehîn a ku ev çar salan dubare dibe, rexneya wêjeyî ye, îsal jî mijara nîqaşê ya bingehîn wê derbarê rexneya wêjeyî be, armanca me jî pêşxistina rexneya wêjeyî ye, bi taybet a Kurdî û em li ser kêmasiyên wêjeyî bisekin, hem jî wan kêmasiyan çareser bikin. Herî dawî wê encama rêzeçalakiyan û nîqaşa ku hatiye kirin bi daxuyaniyekê bê eşkerekirin.”

Bernameya rêzeçalakiyan:

Mijara Yekemîn ji rêzeçalakiyan wê li ser rola wêjeyê têkildarî geşkirina diyaloga candî li Sûriyeyê, aso û çareseriyên wê be.

Roja yekem:

Wê di roja yekem de semînerek bi sernavê: ‘Kêşa û asoyên hevkariya wêjeyî li Sûriya nû’ ji hêla Dilya Iskender ve bê dayîn.

Piştre Dilsoz Ibrahim, Aras Qasim, Ehmed Edhulfer û Ibirahîm Şakir helbestan bi zimanê Kurdî û Erebî bixwînin.

Roja duyem:

Di roja duyemîn de wê panêlek bi sernavê ‘Pişt serdema cewsandinê em çawa dikarin dîmenê çandê ji nû ve ava bikin’

Wê ev panêl ji hêla Menhel Xelef ve were birêvebirin û wê

Beşîr Mele Newaf, Mihemed Cezah û Mihemed Baqî beşdar bibin.

Paşê Mîdya Berekat û Mihemed Derewîş çîrokên xwe bixwînin.

Mijara duyemîn ji rêzeçalakiyê wê li ser pirsa jinan û wêjeyê li Sûriyê be.

Roja siyemîn:

Di roja siyemîn wê semînerek bi navê: ‘Jinên nivîskar li Sûriyê: arîşeyên weşan û naskirinê di civaka mêran de’ ji hêla Necah Ibrahîm ve bê dayîn.

Piştre jî wê Leyla Reşo, Dilîn Ebdilrehman Samîya Ibrahîm, Feyrûz Reşik helbestên xwe bixwînin.

Roja çaremîn:

Di roja çaremîn de wê panêlek bi navê: ‘Wêjeya Jinan di navbera Şamê û Bakurê Sûriyê de, cudahî û xelatên hevbeş’ ji aliyê Meryem Temir ve were birêvebirin û wê Celal Hemzawî, Anahîta Sîno, Lînda Silêman tevlî bibin.

Di heman demê de wê çalakiyek ji bo xwendina çîrokan bê lidarxistin, Fatîma Ehmed û Vinos Edlîlah çîrokên xwe bixwînin.

Mijara siyemîn wê di derbarê rexneya wêjeyî de be.

Roja pêncemîn:

Roja siyemîn smînerek bi sernavê: ‘Rexneya Akademîk û Rexneya Gelêrî ji hêla Eldilwehab Pîranî ve were dayî

Herwiha şevbuhêrkeke helbestî bi riya xwendina helbestan tê lidarxistin, tê de jî

Diyala Elî, Mervan Şêxî, Seîd Elserac û Ridwan Yûsif helbestên xwe bixwînin.

Roja şeşem:

Di vê rojê de wê panêlek bi navê: ‘Pirsên rexneya wêjeyî (Pêdiviya wêjeyê bi rexneyê heye? Nivîskar çawa rexneyê dipejirînin? Rexneya wêjeyî dikare objektîv be?)’ ji hêla Dr. Riyad Xelef ve bê lidarxistin, herwiha wê Ebdilmecîd Xelef, Dr. Besam Mecdel û Xidir Deham tevlî bibin.

Piştre wê Roja Mihemed û Ciwan Zekî Silo çîrokan bixwînin

Herî dawî wê Hefteya Wêjeyî bi xwendina encamnameya Hefeteya Wêjeyî were bidawîkirin.

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.