Asya Weşûkanî
Tekez gerek were zanîn ku xelkên Suryeyê qûnaxeke, pir zor û zehmet jiyan dikin û mirov dikare ji vê qunaxê re jî; bibêje ku qûnaxeke weke ku mirov li ser pira seratê be û weke ku têye zanîn ji mirovên ku pir xerab dikevine rê, di nava civakê de dibêjin; ê şemitî şewitî û mirov dikare vê gotinê tekez jî, bike û bibêje ku mijara ketinê wiha û dema ku mirov dikeve; jî tekez hevalê mirovên ketî nînin. Bi rastî gotineke pir resen û raste û ev hevok jî gelekî kevnar û raste ji xwe dema ku em biçûk bûn; dayik û bavên me pir mijarên wiha tanîne ser ziman û digotin, ev rastiyên civaka mene û ger ku hûn nekin biya mezinan wê qiloçên we bibin weke yên bizinan. Niha jî xelkên Suryeyê rewşeke wiha jiyan dikin. Xelkên Suryeyê şemitîne û gerek hema destê xwe, navêjin maran û nebêjin em gelekî mecbûr man.
Ji xwe di serdemên zor û zehmet de mirov hema destê xwe dipelîne û weke ku di nava civakê de dibêjin: Mirovên ku di avê werdibin ji mecbûrî destê xwe davêjin maran û ez jî, dibêjim ger wiha be mirov di nava deryayê de bifetise baştire; ku xwe di nava deryayê de bi maran bigire, ji ber ku, wê tekez mar pêvede û ti tiştek nikare wan rizgar jî bike. Xelkên Suryeyê niha di rewşeke pirtengezar de, jiyan dikin û hew dizanin ka wê berê xwe bidin kuderê. Lê gerek tekez netirsin û nekevin kelecana reş de, ji ber ku kelecan mirovan şaşwaz dike û pêdide wenda kirin. Gerek gelên Suryeyê ji xwe bawerbin û zanibin ku ew di rewşeke zehmet û zor re derbas dibin û li gorî wê gerek xwe hazir bikin û yekîtiya xwe ya ji pola bidin çêkirin.
Ji xwe Rêber Apo qala yekîtî û hevgirtinê kir û got ku bila gel hêza xwe ya parastinê çêbike û li hevdû xwedî derkevin û kom- civaka; xwe çêbikin û xwedî li hevdû derkevin. Bi rastî ger ku mirov bi hêza xwe ya cewherî, bawer nebe û xwe neparêze wê hebûna xwe têkeve xeteriyên pir mezin de û dibe ku têk jî biçe. Ji bo wê perspektîfên Rêber Apo ên 31’ê heyva Adarê, ji bo me bû rêdana nîşandan û ronahî, û careke din Rêber Apo em şiyar kirin û got ku baweriya, xwe tenê bi hêza xwe ya cewherî bînin û yekîtîya xwe çêbikin û xwe pir baş bi rêxistin bikin û tekez gerek her carê mirov li gotinên, Rêber Apo ên weke peyvên Quranê lêveger bike û bike guhar û têxe guhê xwe de.
Di dawiyê de jî ez dibêjim ku ger weke xelkên Suryeyê, xwe bi rêxistin nekin, tekez wê gelek Komkujî werin çêkirin û wê sernivişta (Qedera) gelên Suryeyê jî weke ya xelkên Ermen lêwere. Hêjaye ku mirov li ser mijara komkujiya gelên Ermen, nirxandin bike û bibêje ku ev komkojî weke lekeyeke reşe li ser eniya dewleta Tirk a kujere. Ez di serî de dibêjim komkujiya ku li ser xelkên Ermen, hatiye pêkanîn hovîtiya sedsala 20’ê ye û rûyê mirovan jê sor dibe. Ez komkujiya li ser gelê Ermen şermezar û riswa dikim û dibêjim: Komkujiya li ser xelkên Ermen a 24 nîsana sala 1914’an de hatiye pêkanîn, ciyê şermezar û rûreş kirinê ye û careke din ez dibêjim ku gerek rastiyên veşartî werin ronahî, kirin û gerek dewleta Tirk were dadgehkirin û mafê gelê Ermen jî were dayîn. Ji xwe ji bo dewleta Tirk ne komkujiya yekeme û gelek komkojîyên wiha pêkanîne û komkojiya herî susret jî komkojiya li ser gelê Ermen e.
Ji xwe nimûneya herî nêzîk jî înkar û qirkirina gelê Kurd e ku hîna jî ew înkar û qirkirin bi giraniya xwe berdewam dike û şoreşa Kurdistanê jî ku bi pêşengtiya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibûye, destpêkirin û roj bi roj pileya xwe ya serkeftinê bilind kiriye û bûye bersiva wan komkojiyan. Ew şoreşa dijwar bi têkoşîn û keda Rêber Apo, bûye hebûneke dîrokî û weke kelemekî tûj di qirika faşîst û kujeran de çikiliye. Em di van kêliyan de salvegera komkojiya çiyayê Qereçoxê, dijîn û careke din jî em dewleta Tirk û kiryarên wan ên dijmirovî şermezar û riswa dikin û di serî de dewleta Tirk her hêza şerxwaz û êrîşkar, şermezar dikin û dibêjim: Em ê tola heval û hogirên xwe ji wan Tûranan rakin û em, sozdidin ku emê xeyalên hevalên xwe yên jiyana azad û wekhev, pêkbînin û careke din bi hurmet û minetdarî wan qehremanan bibîr tînim û sozdariya, xwe tînim ser ziman. Em soz didin bi Zîlan û Egîdan ku emê xewn û xeyalên wan, pêk bînin û hedef û armancên wan pêk bînin. Em sozdidin ku li ked û têkoşîna Rêber Apo xwedî derkevin û tola gelan rakin. Bijî Rêber APO. Bijî yekîtî û xwişk û biratiya gelan. Jin jiyan azadî.