Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Em bi hêviya çareserkirina doza kurdî ne’

29/04/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
‘Em bi hêviya çareserkirina doza kurdî ne’
Share on FacebookShare on Twitter

 Hêvî Keleş/ Qamişlo

Welatiyên bajarê Qamişlo anîn ziman ku ew bi hêviya çareserkirina pirsgirêk û doza kurdî ne û wiha gotin: “Pêwîsta mafê kurdan bê parastin û kurd bi hev re bibin yek, bi yekîtiya gelê kurd teqez wê mafê me bê bidestxistin û Rêber Apo jî fîzîkî azad bibe.”

Bi armanca pejirandina dîtineke yekgirtî ya kurdî, konferansa yekrêzî û yekhelwesta kurdî li Rojavayê Kurdistanê bi tevlîbûna zêdetirî 400 kesan ji Rojava, Bakur û Bakurê kurdistanê pêk hat. Erka yekemîn a konferansê,  ew bû ku pergala Xweseriya Demokratîk a Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ku bi keda şehîdan û şoreşa Rojavayê Kurdistanê re hatiye avakirin û li Rojhilata Navîn bûye hêviya demokrasiyê biparêz e, herwiha ji bo avakirina yekîtî û yekrêziya kurdên Rojavayê Kurdistanê kar û xebateke bêhempa tê meşandin.

Derbarê Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta kurdî li Rojavayê Kurdistanê,  welatiyên bajarê Qamişlo ji rojnameya me Ronahî re  nerînên xwe anîn ziman.

 ‘Konferans bi saya fedakariyên şehîdan û berxwedana gelê kurd pêk hat’

Welatiya bi navê Rifaa Xelo anî ziman ku ji demeke dirêj ve gelê kurd li hêviya vê konfiransê bû û wiha got: “Em hêvî dikin ku gelê kurd ji bo mafê xwe têkoşînê bike û di destûrê de, mafên kurdan were mîsogerkirin û gelê kurd tevahî mafên xwe yên rewa bi dest bixe. Ez konferansa yekrêziya kurdî pîroz dikim û bi hêvî me xewna me pêk bê û em yekitiya kurdan pêk bînin, ku zilma li ser gelê kurd bi dawî bibe. Ev konferans bi saya fedakariya şehîdan û berxwedana gelê kurd pêk hat. Em hêvî dikin ku ev konferans bibe bingehek ku di pêşerojê de hemû partiyên kurdan di kongreyeke netewî de bên cem hev.”

 ‘Konferans gaveke girîng ber bi yekîtiya kurdan a li Sûriyê ye’

Welatiyê bi navê Sebrî Hiso kefxweşiya xwe anî ziman û wiha got: “Ev yekîtî diyarî têkoşîn û berxwedaniya şehîdan e. Ev konferansa yekrêzî û helwesta kurdî hat lidarxistin ji bo çareseriyeke dadmend ji bo pirsgirêka kurdî li Sûriyê wekî dewleteke demokratîk û nenavendî nîşan bide, herwiha wek gaveke girîng ber bi yekîtiya kurdan a li Sûriyê ve hate nirxandin. Ev konferans bi saya fedakariyên şehîdan û têkoşîna rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Bi yekîtiya gelê kurd em ê azadıya fîzîkî ya Rêber Apo jî pêk bînın.”

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.