Argêş Vîyan/Qamişlo
Endama Desteya Rêveber a ENKS’ê Fesla Yûsif diyar kir ku rola hemû pêşengên Kurdistanî di lidraxistina Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê de hebû û wiha got: “Em rola taybet ya Reberê gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan di yekrêzî û yekêtiya Kurdan de pîroz dibînin û hêviya azadiya wî dikin.”
Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ya li Rojavayê Kurdistanê bi beşdarbûna zêdetirî 400 kes ji nûner û kesayetên ji rêxistin û partîyên Rojava, Başûr û Bakurê Kurdistanê, rewşenbîr, hunermend, Kurdên herêmên Sûriyeyê weke Bab, Ezaz, Heleb, Şam, Hema, rêxistinên jin û ciwanan, serokeşîran, li Qamişlo hat lidarxistin.
Di derbarê Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê , Endama Desteya Rêveber a ENKS’ê Fesla Yûsif ji rojnameya me re axivî.
‘Rola Rêber Apo di lidarxistina Konferansê de heye’
Fesla Yûsif teqez kir ku rola Rêber Apo di lidarxistina Konferansa Kurdî de heye û wisa bi lêv kir: “Em bilind
dinrxînin ku rol û piştgiriya Rêberê Gelê Kurd ji bo Konferansa Kurdî hebû. Herwiha pêvajoya Aştî û Demokrasiyê ya ku Rêber Abdullah Ocalan di qonaxa dawî de destpêkiriye, ne yekem car e, berî niha jî projeyên aştiyê hebûn. Rêber Apo prosesên aştî û azadiyê gelek caran li Bakurdê Kurdistanê dane meşandin, îro jî projeya Aştiyê û Demokrasiyê bi banga Rêber Apo tê domandin, em weke ENKS’ê, miletê Kurd û tevgera siyasî piştgiriya wê dikin. Herwiha serkeftinê ji bo projeyê û azadiya Rêber Apo dixwazin, bese xwîn û çek, dem dema aştiyê û azadiyê ye, êdî dema ku gelê Kurd bigihêje mafê xwe.”
‘Hêviya me ew e ku konferans li gorî dilê kurdan be’
Fesla Yûsif diyar kir ku hêviya wan ew e ku Konferansa Kurdî li gorî dilê Kurdan be û wiha domand: “Konferansa Yekrêziya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê bi beşdarbûna Kurdan ji tevahiya welat hat lidarxistin. Ev konferans cihê dilxweşiya gelê Kurd û tevgera siyasî ya Kurdî ye, lidarxistina Konferansa Kurdî yekemîn gav e ku gelê kurd li hev kom bibin û ji bo siberojê di Sûriyê de bibin yek û yekhelwestiya xwe bînin ser ziman. Di heman demê de ev konferans dibe bingehek ji bo kar û xebata kurdayetî di hemû qadan de. Bi boneya lidarxistina konferansa xwe, ji bo her kesê ku tevlî bû û piştgiriya da Konferansa Kurdî, em sipasdar in, bi taybet serokê PDK’ê Mesûd Barzanî û fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî, rola wan di hevrêziya kurdî de li pêş bû.”
‘Miletê me fişar li me kir ta ku yekrêzî çêbû’
Endama Desteya Rêveber a ENKS’ê Fesla Yûsif destnîşan kir ku bi sedama fişar ku gel li wan kir, hevrêzî çêbû û wiha axivî: “Wekî em dizanin rola hêzên navnetewî weke Amerîka û Feransayê li diyaloga yekrêziya kurdî hebû, em sipasdarên wan in jî. Lê sedema bingehîn ku hişt yekrêziya partiyên siyasî çêbibe, fişara gelê me bû, gelê Kurd fişareke mezin li ser me çêkir ta ku yekrêzî çêbû. Em bi hêvî ne ku ef konferansê me encamên bi nirx biafrîne ku ew encam jî li gorî hêvî û daxwazên gelê Kurd be, hem jî me dilê gelê xwe şad û bextewar bikin.”






