Çalakiyên Mihrîcana Huner û Wêjeyê ya Jinan ya 3. li bajarê Minbicê bi dawî bû. Mihrîcanê roja Şemiyê dest pê kiribû.
Mihrîcan li hola Navenda Çand û Hunerê ya Minbicê hat lidarxistin. Di mihrîcanê de stiran û şano bi beşdarbûna pêkhateyên Kurd, Ereb, Çerkes û Tirkmen hatin pêşkêşkirin
Jinên ji Dêrezorê, endamên Koordînasyona Kongreya Star ya bakur û rojhilatê Sûriyê, jinên ji Reqa, Tebqa, Kobanê û dayîka şehîd Hevrîn Xelef yadê Sûad Mistefa jî beşdarî mihrîcanê bûn.
Di roja duduyan ya mihrîcanê de stiran, helbest, şano hatin pêşkêşkirin. Koma Kevana Zêrîn ya bajarê Kobanê bi navê “Keda Jinan” lîstekeke şanoyê pêşkêş kir. Herwiha helbestvan Heya Welîd El-Îsa helbest xwendin.
Koma Minbicê ya şanoyê jî şanoyek bi navê “Jina ku namire” ku behsa berxwedan û têkoşîna jinan dike, pêşkêş kir.
Di dawiyê de komên beşdarî mihrîcanê bûyîn, ji aliyê komîteya amadekar ve hatin xelatkirin.