Remziya Mihemed dema bernameya çalakiyên 8`ê Adarê eşkere kir û got; “çalakiyên 8’ê Adarê wê di çarçoveya qonaxa 2. ya pêngava ‘Na ji dagîrkirî û qirkirinê re, bi hev re em jin û jiyanê biparêzin’ de werin lidarxistin.”
Kongra Star bi hevkariya rêxistinên jinan yên bakur û rojhilatê Sûriyê, 9`ê Kanûna 2020`an qonaxa yekê ya pêngava “Na ji dagîrkirî û qirkirinê re, bi hev re em jin û jiyanê biparêzin” dabû destpêkirin, heya 9`ê Çile berdewam kir.
Di pêngavê de, li ser sûcên dewleta Tirkî ya dagîrker yên li dijî jinê bal hat kişandin, bang li jinên cîhanê hat kirin ku piştgiriyê bidin şoreşa jinê û komploya navnetewî, tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan, şermezar bikin.
17`ê Çile qonaxa 2. ya pêngavê hat destpêkirin û tê payîn ku heta 17`ê Nîsanê dewam bike.
Bi pêmana 8`ê Adar Roja Jinan ya Cîhanê saziyên jinên herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê bi pêşengiya Kongra Star, bi amadekariyên lidarxistin çalakiyan dikin.
Girêdayî mijarê berdevka Kongreya Star Remziya Mihemed ji ANHA re axivî.
Remziya Mihemed dîyar kir ku Kongreya Star di çarçoveya qonaxa 2. ya pêngava “Na ji dagîrkerî û qirkirinê re, bi hev re em jin û jiyanê biparêzin” de amadekariyên rêzeçalakiyên 8`ê Adarê Roja Jinan ya Cîhanê, dikin.
Remziya bi lêv kir ku di hefteya dawî ya meha Sibatê de wê li navçe û meclisên tevayiya herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê semîner û panel werin dayîn.
Remziya Mihemed herwiha da zanîn ku ji 1`ê Adarê heta 21`ê Adarê wê rêzeçalakiyên cüda wê werin lidarxistin û wiha berdawamî da axiftina xwe “Wê ji bo rêber Abdullah Ocalan çalakî werin lidarxistin, herwiha wê meş werin lidarxistin û pêşangehên hûnerî li Qamişlo, Kobanê û Şehbayê wê werin vekirin, li bajar û navçeyan wê şahî werin lidarxistin.”
Berdevka Kongreya Star Remziya Mihemed wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em çalakiyên 8`ê Adarê ji bo bilindkirina asta têkoşîna jinan, ji bo wefedariya bi şehîdên ku ji bo azadiya jinan têkoşiyan û li ber xwe dan heta gihîtşin asta şehadetê, lidar dixin. Ji ber wê jî em çalakiyên 8`ê Adarê diyarî şehîdên azadiyê dikin.”